Tiştên herî pîroz û nirxdar ku netewe û miletan ji mirina her timî diparêze, bêguman çand û toreya nijadî ya wan e. Xasma jî ziman pir girîng e, lewra ziman Rihê Netewî ye. Ev yek bêguman ji bo Kurdan jî her sufte ye.
Li gora hin belgeyan, tê gotin ku dema Osmaniyan 18 û dema Komara Turkyayê jî 19 serhildanên Kurdan çêbûne. Çi dema ku serhildanek hatiye rûxandin, perçiqandina zêdetir li Çanda Kurdî hatiye kirin û Zimanê Kurdî wêran kirine.
Lê belê Ziman û Çanda Kurdî, her tim berxwedaneke pir mezin daye nîşandan û xwe parastiye. Dijminan kirine û nekirine, nikaribûne zimên tune bikin.
Sedem jî ev bûye: Çanda Kurdî pir dewlemend e, ziman dewlemendtir e, her peyveke kurdî ku navê tiştekî ye, çend hevwateyên wê jî hene, weke SIVNIKê ku tenê bi kurdiya kurmancî 16 navên wê hene û hevwateyên peyva SERHIŞKiyê jî deh peyv in.
Zimanê Kurdî xwe bi çar saziyên xwe yên kurdewarî parastiye, weke Medreseya Kurdî, Dîwana Axatiyê, Tekyaya Şêxantiyê û Dibistana Zindî (dengbêj û çîrokbêj). Lê sal 1980’yî bi Cuntaya Faşîst a Turkyayê re, parastina wan saziyan ber bi rûxandinê ve çûye.
Îro çi bi alîkariya desthelatiya başûrê Kurdistanê be, çi jî bi xêra hin derfetên erênî yên li Tirkyayê bin, di van 10-15 salên dawîn de, Çanda Kurdî gelek berepêş çûye û diçe. Lê mixabin li bakûrê Kurdistanê ew berepêşiya zimên, her ku diçe ji rêya naveroka xwe averê dibe û ber bi rengekî dî ve diçe.
Îro tê dîtin ku li bakûrê Kurdistanê û li Tirkyayê, jimara kesên ku bi Zimanê Kurdî dinivîsin, ji sed hezarî gehaye 7500’î belkî jî zêdetir bûye. Lê mixabin di vê zêdebûn û pêşketinê de, Zimanê Kurdî ji bingeha xwe, ji nasnameya xwe dûr dikeve û naverok û qalibê zimanên biyanî werdigire. Wek mînak, Çanda Turkî ku efare ye û ji gelek zimanên biyanî hatiye berhevkirin, dikeve nêv Zimanê Kurdî, her wiha tîna xwe li axaftina rojane ya Kurdî dike û reng û qalibê Zimanê Kurdî dide guhartin.
Çend mînakên berbiçav ku di van rojan de li Medyaya Kurdî hatine weşandin û di wan de gelek şaşî û xeletiyên beloq hene ku bi çu rengî nayêtin pejirandin, bê ku navê xwediyan eşkere bikim, eve çend li jêrê ne:
YEK: ”BÊ DEWLET BUN BÊ XWEDÎ BUNE”
Ev hevok di rastiya xwe de du peyv in, lê bi şeş peyvan hatiye nivîsandin û tê de deh şaşî hene. Rastiya wê wiha ye: ”Bêdewletbûn, bêxwedîbûn e.”
DIDO: ”Zeytûnê Efrînê jî navdare…”
Eger li Efrînê tenê libek zeytûn hebûna, hingê du şaşî tê de dihatin dîtin. Yek, zayenda ”zeytûn”ê mê ye, lê jê re ya nêr hatiye nivîsandin. Ya din, peyvika ”navdar” rengdêr e, divê lêker ku ”e” ye jê cuda be.
Rastiya hevokê li gor rewşa xwe ya niha divê weha be: ”Zeytûna Efrînê jî navdar e…”
Îcar ji ber ku çênabe li Efrînê tenê libek zeytûn hebe, nexwe divê weha be: ”Zeytûnên Efrînê jî, navdar in…”
SISÊ:”Çend caran di dilê minde erd hejîya…”
Di vê hevokê de sê şaşî hene. Rastiya hevokê wiha ye: ”Çend car erd di dilê min de hejîya…” Îcar di rastiya xwe ya bingehîn de divê weha be: ”Erda di dilê min de çend car hejiya…” Lewra tiştê herî girîng, erd e.
ÇAR: “Pirs, ne ewe ku emê çawa bi Tirkîye re bibin dost,…”
Di vê hevokê de sê şaşî hene, rastiya wê ev e: “Pirs, ne ew e ku em ê çawa bi Tirkiyeyê re bibin dost…”
PÊNC: ”BINÇAVKIRIN:”
Piraniya Kurdên bakûrê Kurdistanê, vê peyva ku wergera ji Zimanê Tirkî ye, xistine nava Zimanê Kurdî û rojane bi kar tînin. Lê bi hezarê salan e ku ev peyv di nava Kurdan de wek ”desteserkirin” hatiye bikaranîn kes guh nadê. Ji derveyê desteserkirina polîs û leşkeran, niha jî Kurd dibêjin: ”Dest danîne ser filankeso…”
Jixwe di helbesta kurdî de şaşî, çewtî û bêuslûbî, gihane pileya herî bilind.
Lê ev hawe wisa nadomîne, wê rêyeke aram ji bo Zimanê Kurdî derkeve holê û wê sererast bibe, lê berpirsyariya herî zêde ya rewşenbîrên Kurd e.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 65′an de hatiye weşandin 15.7.2017