BÛYERPRESS
Desteya tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku 31 kesên din li herêmê bi vayrosa Koronayê ketine.
Dr.Ciwan Mistefa hevserokê desteyê da zanîn ku 6 rewşên din jî rehet bûne
Bi peydabûna van rewşan hejmara giştî ya pêketiyan li Bakurê Sûriyê dibe 1151 kesî,334 kes rehet bûne,52 rewşên ku giran bûn canê xwe ji dest dan.