BÛYERPRESS
Dewletên Yekbûyî Emrîkayê ragihand ku 2200 kes di hundirê hêzên xwecihî kurdî de wê perwerde bike ji bo parastina bîrên niftê yên li Bakurê Sûriyê.
Ev gav piştî wê yekê tê ku kompaniya Dêlta Kirêsint Ênircî ya Emrîkî peyman li gel desthilata xwecihî ya rojhilatê Feratê girê dabû,ku nifta Xam derxîne li herêmên jêrdestiya hêzên sûriya demokratîk
Şopînerê giştî yê wezareta parastinê ya Emrîkayê di raporta xwe de ragihand ku ev peymana Emrîkî – Kurdî gengeşeyeke dijber li cem rêjîma Sûriyê û Tirkiyê afirandiye,lê da zanîn ku hêzên Emrîkî yên hevpeymanê wê zûtirîn dem dest bi rahênan van hêzên xwecihî bike