Ziman bo miletekî bindest mîna kurdan hemî tişt e. Hebûn e, nasname ye, çav û guh û dil e, mal e, pişt e, şan û şeref e, rabirdû, aniha û paşeroj e, mezinatî, şanazî û serbilindî ye, dirûd û evîn e. Kelepor, zargotin û destan in. Ol û ayîn û rûmet e. regezê herî zindî ye, di mana kurdan de dîsa ziman e, ku kurd ta roja îro ji mirinê rizgarkiriye.
endamê herî bi hêz e di hişyarîya netewî de ye, ku di dawîyê de dibe alavê herî giring ku kurdan digihîne hev.
Bi saya vî zimanê şêrîn û helal kurd îro hevxem in û li hev û din dipirsin, kul û êşên xwe bi hev re parvedikin.
Bi serkeftinên hevdû şadibin. Ji lewre mêtîngerê xaka me û dagirkerên welatê me xwestin ji mêj de vî zimanê qedexe bikin, talan bikin û nehêlin miletê kurd pê biaxife.
Di encamê de zimanê kurdî Piçûkkirin û di çavên gelê kurd de riswa û bêpergal hiştin. Wa dizanibû ku kengî ziman mir, hingî ev hemî pêkhateyên mala kurdan pê re diçin û tên binaxkirin di goristana gelên mirî û pişaftî de.
çawa ku zimanê kurdî karîbû netewa kurd biparêze di dirêjahiya dîrokê de, li hember hemî êrîşên dijmin û dagîrkeran.
Ji kurdan tê xwestin ku tucarî rê nedin xwînmij û serçeteyên mîna Erdogan ku bi vî zimanê bilîze, doza kurdî ji armancên pîroz valabike.
Ev mînaka lîstok û şanoyên waneyên zimanê bijartî bila kurdan û bi taybet siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan nexapînin û wana ji riya xebat û têkoşîna pîroz dûrnexin. Çareserî ne bi vî rengî ye, lê Tenha bi naskirina gelê kurd e, pê ve girêda ye mafê hînkirin û perwerdeya bi zimanê kurdî bi şêweyekî fermî.
Dewleta tirkiyê her ku dikeve qeyraneke siyasî de, van çîrok, henekpêkirin û tinazên xwe bi hin kesên bêhiş û vînlawaz dike.
Ta dighên armanca xwe, dîsa vedigere wan binpêkirin, êrîş û fişarên berê dij kurd û zimanê kurdan.
Pirsgirêka ziman tenê bi çareseriya siyasî ya gelê kurd re bi giştî ji holê radibe.
Bese
em kawik bin
bêhiş bin
Û ne şayestê vî zimanê pîroz bin….
Dr. Memo Abdî
Rêveberê giştî yê Nexweşxaneya Dil û Çav. Û Endamê KNK- Rojava.