BÛYERPRESS
Doh li bajarê Qamişloyê hejmareke partî û sîwanê Kurdî erebî Suryanî li navenda partiya demokratîk Kurdistan – Sûriyê PDKS’ê civiyan
Tê de ragihand ku wan bereya aşîtî û azadiyê damezrandiye ji bo qonaxa pêş li Sûriyê
Dawûd Dawûd berpirsê rêxistina aşûriya demokratîk ji malpera Bûyer re axifî û got :
Ev çarçove hate ava kirin piştî diyalogên dûdirêj,tê de ser nerîna siyasî axivîn ku wekî hev bûn di proje û gotaêrn me de,hêsaniyek hebû ku em bigihêjin nerîneke hevbeş,ew li gorî armancên şoreşa Sûriyê ye ku divê qonaxa siyasî çê bibe,ji sîstemeke Ilmanî,Demokratîk,pirengî,ne-navendî
Her wiha desthilatî bê dabeş kirin,tê de jî mafên hemû pêkhatiyan û neteweyan li Sûriyê were pênase kirin.
Dawûd Dawûd tekez kir ku projeya bereya aşîtî û azadiyê dibe mîna projeya desteya danûstandkar ya Îtîlafa Oposizyona Sûriyê ye..
Di pirseke me de ku damezrandina bereya aşîtî û azadiyê di wextekî de tê ku diyaloga kurdî – kurdî hatiye lidar xistin,bi sponseriya Emrîkayê Dawûd dibêje :
” Danûstandinên kurdî – kurdî,kar û barekî kurdî ye di nava encûmena niştimanî ya kurdî Sûriyê ENKS’ê û partiya yekîtiya demokratîk PYD’ê de,hêviya serkeftinê jêre dixwazin,di dawiyê de serkeftina van danûstandinên kurdî dikeve xizmeta berjewendiyên gelê kurd û gelên herêmê de,her wiha ev yek wê bibe amûra diyaloga di navbera hemû pêkhateiyên din mîna Suryan,Aşûrî û pêkhateya ereb “
Berpirsê rêxistina aşûrî Dawûd Dawûd di dawiya gotina xwe ji malpera Bûyer re wiha got :
Bereya aşîtî û azadiyê kar dike ku mekanîzmeya rêjîma Sûriyê biguhere,bo rêjîmeke ku pênasînê bi hemû neteweyan dike ser bingeha wekheviyê.