BÛYERPRESS
Çareserî û xweparastin
Xêzên çareseriyê
Berî her tiştî weke me di xeleka yekemîn de tekez kiribû , ku gava herî sereke û çarenûs-saz di vê nexweşiyê de danasîna wê ya çi bi riya amûrên pişknînên taqîgehî be (PCR) , an jî di riya wênekişandina tomografî (chest-Ct-Scan ) be.
Piştî ku nexweşî tê destnîşankirin pêwîste , dest bi çareseriyê bike bi şêweyekî lezgîn li gor van xalên li jêr hatine nimandin :
1- Berî her tiştî rûniştina di malê de , bêyî ku tu hîç têkiliyan bi kesekî re ta bi endamê malbata xwe re,pir giringe tu xwe goşegîr bike di odeke taybet de dûrî hevjîn û mindalan
2- Bi fermanê ku nîşana herî diyar û xuya di vê nexweşiyê de bilindbûna têhna laşî , tê xwestin ev têhn were daxistin jêr pileya 38 ,ji lewira pêwîste tu libên paracetamol 1000 li gor pileya têhna laşî bibe
3 – Pêwîste tu vexwarina avê bike kar ji xwe re û ne kêmî 5 litra di rojê de tu bibî
4 – Guvaşên mêw û fêkiyan tu çiqas bibî baş e. Ji bo bergîriya laşî xurt û bihêztir bibe
5- Goşt qedexeye ji bilî goştê spî , çênabe bê xwarin bimîne ,tevîî ku dilê yekî ji xwarinê maye lê pêwîstiya laşî bi xwarinê heye
6- Laş pêwîstiya wî bi hemî cureyên hesinan û vîtamîna heye ji bo karê bergîrî û berxwedana xwe berdewam bike
7- Pêwîste tu serê xwe bi ava sarogermo her 6 katjimêran bişo daku laş vehesê û têhna wî carina bi avê dadikeve
8- Vitamin C , Zink , vutamîn D û hemî cureyên vitamin hebin , pêwîste tu laşê xwe ji wana bê par neke
9- Rûniştin û dirêjkirin li ser text û kenebeyan ne tiştê herî guncawe, divê tu liv û tevgera xwe di mal de zêde bikî ji bo xwîna te baş bigerê û sistema xwînger û lîmfger çalak bibe bo cenga bi Coronavirus re bi sûd û mifa be
10- kesê ku temenê wî zêdeyî 50 salî be pêwîste dermanekî xwîrihnker bibe mîna aspirin , clopiogrel an jî Rovaltro bi armanca xweparastinê ji kŕîzên dil û mejî
11 – Nexweşê ku dermanê dil , tansiyon û şekir dibe divê wana ranewstîne û li ser dermanê xwe berdewam be12- Ji van hemî xalan giringtir ewe ku nexweş naçar e bi moralekî bilind heye û pêwîste xwedî derûneke bi hêz be , daku ji heqê berxwedanê derkeve û vî virus î pîs bike û pozê wî bi erdê ve bihesikêne
Di dawî de ev tiştên ku min ji we re xêzkirin rênima û rêkarên giştî ne bo pêketî û tûşbuyên bi coronavirus .
Ji bilî van tiştan pêvedayê korona divê têkiliyan bi bijîjkê pispor re bike û ti zêdegaviyan bi xwe neke û xwe neke hosta û şehreza..ji ber ku çi şaşîtî çêbibe , bi xwe re dawîka tragîk ji nexweş re tîne
Bi hêviya ku min çend xalên nediyar ji xwêner , şopîner û tûşbuyên koronayê re pêşkêşkirin bi zimanê kurdî , daku hûn pabend bin bi van rênima û şîretên giranbuha ji hêla min ve