BÛYERPRESS
Nivîskar Luqman Yûsif pirtûkeke din bi sernavê ji bîrdanka dîrokê berhem anî.
Ev pirtûk jîngeriya derdora 93 kesayetên Kurd yên navdar li Kurdistana Rojava hatiye belgekirin, ew kesayet jî siyasetmedar, nivîskar, bijîşk û hunermend in
Derbarê kurtejiyana wî de :
Nivîskar Luqman Yûsif di sala 1965’an de li gundê Til Şe’îrê yê girêdayî navçeya Qamişlo çavên xwe li jiyanê vekiriye.
Xwendina xwe ya sertayî, navîn û amadeyî li gund û bajarê Qamişlo bi dawî kiriye, her wiha wêjeya ferensî li zanîngeha Helebê xwendiye.
Ew bi zimanê Kurdî bi herdu zaravên sereke kurmancî û soranî dinvîsîn..
Bi Zimanê Erebî û Ferensî dinivîsîne û bi zimanê Tirkiyê baş diaxive
Berhemên wî yên çapkirî :
-Reş û sipî komek çîrok û çîvanok
-Dîroka gundê Tilşe’îrê
-Komek kurte çîrok bi sernavê Mirî şo
-Komek kurte çîrok bi sernavê Dehşikê Şêx
Hêviyên bi rê de Roman
Biryara dadgehê Şano
Ji bîrdanka dîrokê Belgeyî
Berhemên destnivîs :
Dîwaneke helbestî
Komek kurte çîrok
Romanek