BÛYERPRESS
Ji stasyona Elok artêş û çekdarên dagirkeriya Tirkiyê avê ser xelkê deverê taybet bajarê Hesekê qut dike û wekî rêyeke zextê bikar tîne,li hemberî vê yekê jî gerînendeya avê li herêmê ragihand ku ew ê li çareyên dinê bigerin ji bo peydakirina avê.
Gerînendeya avê ya Til Temirê bîre kolaye li gundê Eyn El Ebid,weku berdêleke ji stasyona Elok ya Serêkaniyê ku di bin destê dagirkeriya Tirkiyê de ye.
Li gorî berpirseke vê projeyê piştî 74 saetan ji karkirina vê bîrê,ew ê têstekê çêbikin bê ka ev av dibe ku bibe ya vexwarinê ya na