BÛYERPRESS
Nêrgiz Isma’îl,jina şoreşger ji xelkê Rojavayê Kurdistanê ye,di sala 1975’an de li bajarê Qamişloyê hate dinê
Ji zaroktiyê de xwe bi pênûsê re dike dost û heval,dibistana navîn li Qamişloyê qedandiye
Bandora kesayetên mîna Şehîd Mizgîn,hunermend Mihemed Şêxo û Seydayê Cegerxwîn lê dibe
Di helbestê de azadî dît,di pênûsê de berdewamkirina rêwîtiya azadiyê dît,her behsa wan pirpiîkên ku di nava agir şehîd bûn,rêhevalên wê yên hêja û binirx
Di jiyana xwe de helbest ne tenê weke nivîsê jiyankirin dît,lê belê rastiya heqîqetê di jiyana wê bi xwe de dît
Piştî rêwîtiya bi salan heta niha jî li Rojava hîn li wateya jiyana azad di nava gotin,çîrok,pexşanên civaka xwe de dibîne
Berhemên Nêrgiz Isma’îl :
Pirtûka Xelata Xewna Min – Hisret,Mêşîn li çaxpaneyên çiyayên azad hatine çap kirin
Pirtûka pexşana ya Stêrvana Li Rojavayê Kurdistanê hate çap kirin
Herî dawîn 3 berhemên nû weşand
Ew berhem jî :
Çirrik – Roman
Rûpelên Jînê – Çîrok
Guliyên Eşqê – Helbest