Hisên Îbiş kî bû? Ji kû bû? Çi kir, û çi nekir?
Gelo ji Kurdîtiya xwe re kiriye, yan na?
Em ê niha ji xwe re li nav baxçeyê Hisên Îbiş bigerin, ka em ê li çi rast werin?
Ew mirovê ku bi sedan ji pezkovî, xezal, şêr, piling, yek sitirih, gamêş, fîl, zûrafe, beraz, kerê berî, gur, çêlek û tiştên ku li Efrîka û Hindê ketine pêşiya wî kuştine, li beriya Engiltera lawir û ajalên xwe tev pûç kirine, û bi dermanan ew pêçane û paşê ji wir anîne Şamê…
Hisên Îbiş kurê Ehmed Îbiş e. Di sala 1884’an de li Şamê ji dayîk bûye.
Ji êla Kîka ye, malbata wî ji Amedê ber bi Şamê ve hatiye û li wir bi cî bûye, lê kengî û ji ber çi dev ji welatê xwe berdane û berê xwe dane koçberiyê, ew jî ne diyar e.
Lê tiştê diyar ew e ku ew di dema Osmaniyan de ji welatê xwe derketine, bê guman dê ew jî wekî piraniya malbatên Kurd ên li Şamê ji ber zilma Osmaniyan revîyabin.
Min ji hin kesê malbata Hisên Îbiş li Şamê pirsa dem û sedema hatina wan ji Amedê kir, lê mixabin ji min re gotin em nizanin kengî me dev ji welatê xwe berdaye, lê em dizanin ku kalikê me xwediyê gelek gund û erdan li derdora Şamê bû, û ew di dema xwe de yek ji zengînên Şamê bû..
Ehmed Îbiş di dema xwe de yek ji maldarên Şamê bû, lê tenê du kurên wî hebûn, yek Hisên û yê din jî Nûrî bû..Ehmed Îbiş di wê çaxê de xwediyê çar gundan ji gundên Xûta Şamê bû, ew jî ev bûn:
1-Elheyecane
2-Elbêtariyê
3-Elxezlaniyê
4- Dêr Hecer.
Hisên Îbiş di sala 1906’an de bawernameya bazirganiyê ji zankoya Emerîkî li Beyrûdê wergirtiye. Piştre keça Ebdurehman Başa Elyûsiv ê ku di wê demê de Serokê Meclis Elşûre û Serokê Mehmel Hec Şam Şerîf bû, ji xwe re aniye. Ebdurehman Başa neviyê Se’îd Başa Şemdîn bû, ew jî kurd bûn..
Piştî ku Osmanî ji Sûryê derketin û Meclis Elhukim di sala 1919’an de hate damezarindin, Hisên Îbiş yek ji endamên wê meclisî bû, lê xuya dike ku Hisên Îbiş nedigot ez Kurd im an jî nedihate naskirin kû ew Kurd e.
Peywendiyên Hisên Îbiş bi piraniya rewşenbîr û welatparêzên Ereb ên wê demê re hebûn..Lê tiştê ku ji dîroka Hisên Îbiş tê xuyakirin, wî nêçîra li çol û çiyan di ser mafê miletê xwe re girtiye û doza Kurdî paşguh kiriye, û nexwestiye ku serê xwe bixe tehlûkeyan ji bo miletê xwe, ji lew re wî ji sala 1904’an ve cara pêşî berê xwe daye beriya herêma Hesekê bi mebesta nêçîrê, û hin ji malbata xwe jî daye dora xwe û demek li wê beriya bêxwedî bihûrandiye. Lê car dî tê xuyakirin ku nêçîra li beriya Hesekê ew têr nekiriye, ji lew re di sala 1914’an de berê xwe daye welatê Robson stiranvan û xebatkarê miletê xwe ,Parzemîna Reş.
Ji wir jî Hisên Îbiş çûye Hindistanê welatê Xandî ,welatê berxwedanê, lê ne ji bo ku ew ji ber miletê xwe perwerdeyî rengê berxwedanê bibe, na..
Hisên Îbiş çar caran çûye Efrîka û Hindistanê, her carekê sê salan maye. Bê guman di duwazdeh salan de li Efrîka û Hindistanê, vî xweşmêrî bi sedan Xezal, pezkovî, şêr, piling , fîl, zûrafe, çêlek, beraz, gamêş, kerê berî û çi ajala li pêşiya wî derketiye, wî ew kuştine û ji wir birine Birîtanyayê, li wir hemî pûç kirine, û piştî demeke dirêj keda xwe ya duwazdeh salan ji Birêtaniyayê di rêya deryayan re bi gemiyê aniye Sûryayê.
Lê diyar e ku li Sûryê tu guhdan li keda wî nehatiye kirin û nejî alîkarî ji aliyê dewletê pê re hatiye kirin.. Gelo ji ber ku ew Kurd bû guhdan lê nekirine yan sedemine din habûn? Em nizanin…
Hisên Îbiş nêçîrvanekî bi nav û deng bû, û gelek welat hebûn ku dixwestin Hisên Îbiş nêçîra xwe bide wan û tiştê ku wî bixwesta dê bidanê.. Pir tiştên kû Hisên bi xwêdana aniya xwe û di nav tirs, gerim û sermayê Hindistan û Efrîkayê de kirine, û bê kû hikumeta Sûrî wereqeyekî bidiyê, wî tev anîn Şemê û bi hêsanî li ber piyan çûn ji bê guhdanî û bêxwedîtiyê..
Xuya dike yê ku welatê wî nebe, xebata wî ne ya wî ye û ew çi bike dimîne winda, yan winda dibe û di nav lingan de diçe.
Hisên Îbiş jî xwe li welatê xwe nekir xwedî, lê kesî jî guhdan bi dîroka wî nekiriye, tevlî ku dîroka wî balkêş û cihê seknê ye.. Tevlî ku malbata wî di demên bûrî de gelek hewildan kirine, xwestine wî û xebata wî ya nêçîvaniyê ji tariyê derxin, lê mixabin kesî destên alîkariyê nedane wan, û hewildanên wa ber bayê çûne, çawa ew ajalên ku wî ji Efrîka bi xwe re anîn Şemê û li Şamê winda bûn, ew jî wisa lê hat.
Li gor ku malbata wî ji min re got, wan pir dixwest ku ew keda wî ya salan li ber germa Efrîka, sermaya Hindistanê û pêşiya Engiltera ji tariyê ber bi ronahiya mediyayê ve derkevin, lê her ku deriyek vedikirin, deriyekî din li pêşiya wan dihate girtin..
Hin caran malbata Hisên Îbiş keda wî di malên xwe de şanî xelkê dane, lê keda wî ji wê yekê mezintir e ku di malan de şanî milet bibe..Carekê di sala 1936’an de li Pêşangeha Şamê ya Navneteweyî, ji kîsî wî hatine raxistin, bê kû hikûmet alîkariyê pê re bike.
Malbata wî dibêjin çaxa ku Hisên Îbiş keda xwe ya duwazdeh salan li Birîtanyayê danîbû ji bo ku xira nebin, pir pere lê didan, ew jî tev ji berîka wî bû..
Gotin li ser vî xweşmêrî û xebata wî bi dawî nabe.
Hisên Îbiş yek ji wan kesên ku di dema xwe de li ser tiliyan dihatin jimartin.
Hisên Îbiş maldar, rewşenbîr, nêçîrvan û bexçevan bû, ji lew re wî gelek xelat ji Ferensa, Birîtanya û Sûryayê wer girtine.
Xelata melevanî, siwarbûna hespan, avêtina guloka hesin, embûşiya lîstika hêzê wer girtine, û hin ji bo xebata wî di warê çandiniyê de.
Û wî kasa Ereban a gokê bi navê Sûrî wergirtiye û Melek Faroq Melikê Misrê daye destên wî…
Malbata Hisên Îbiş dibêje ku Hisên yekemîn kes bû ku gok derbasî Sûrî kiriye, û hîna ew gok li cem malbata wî ye..
Hisên Îbiş dibistanek li gundê xwe Elheyecana çêkiribû, û xwendin tê de belaş bû.
Çaxa ku Celadet Bedirxan hatiye Şamê, Hisên Îbiş hezar donim erd li gundê xwe yê bi navê Hêcana dayê, da ku xwe bi wî parçeyê erdî xwedî bike..
Xezûrê wî Ebdurehman Başa Yûsiv, di wê demê de nexweşxana İbin Elnefîs daye hikumetê.
Hisên Îbiş du kur û du keç hebûn:Yûsiv li zankoya Emerîkî xwendina xwe bi dawî kiriye û li Emerîka maye ta çûye ser dilovaniya xwedê.
Ziyad jî li zankoya Emerîkî xwendina xwe bi dawî kiriye, ew niha li Şamê ye.
Keçika bi navê Ehsan jî wek her du birayên xwe xwendina xwe li zankoya Emerîkî li Beyrûdê bi dawî kiriye, li wir maye û li wir çûye ser dilovaniya Xwedê.
Omeyma ne kêmî her sêkan bû, wê jî li zankoya Emerîkî li Beyrûdê xwendina xwe bi dawî kiriye û niha ew li Şamê rûdine..
Nûrî Îbiş birayê Hisên Îbiş e:Nûrî du bawername ji zankoya Emerîkî li Beyrûdê wer girtine, yek a bazirganiyê û yek a çandiniyê .
Nûrî Îbiş di dema Serokatiya Hisnî Elze’îm de bûye Wezîrê Çandiniyê û di dema seroktiya Edîb Şîşeklî de bûye Wezîrê Navxweyî, demekê bûye karbidestê êlên Sûrya di dema kû êla Begara ya Ereban û êla Kîkan a kurdan li beriya Hesekê bi hev ketine.
Malbata wî dibêjin wê çaxê wî di navbera her du êlan de lihevhatin çê kir û erd li wan par kir, anku li ser destên wî lihevhatin çêbûye .
Malbata wî dibêje em ji êla Kîkan, ji beşê Cemikan in…
Di sala 1967’an de Hisên Îbiş çû ser dilovaniya Xwedê û ew li goristana malbata wî ya li Taxa Kurdan li Şamê bi cî kir.
Ez çûme pêşangeha ku keda wî tê de hatibû raxistin, lê bi rastî dîtin û gotin tu carî nabin wek hev, lê mixabin di wê pêşangehê de tiştek nehatibû nivîsandin ku mirov zanibe xwediyê wê kedê Kurd e, û li cihekî veşartî hatibû çêkirin, mirov digot qey bi dizî ye..
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 65′an de hatiye weşandin 15.7.2017