BÛYERPRESS
Berî du rojan şandeyeke hevbeş a partiyên El Wihdê û Pêşverû li gel feramndarê HSD’ê Mezlûm Ebdê civiya.
Şande ji sekreterê partiya El Wihdê Miheydîn Şêx Alî,cîgirê wî Mistefa Meşayix,her wiha endamên ofîsa siyasî ya partiya Pêşverû Ehmed Berekat û Ehmed Silêman pêk dihat.
Di vê civînê de gengeşe ser kirîza Sûriyê,diyaloga Kurdî – Kurdî hate kirin.
Şandeyê tekezî ser diyalogê kir her wiha girîngiya parastina wê û pêşxistina xebatên wê kir,bi awayekî ku xizmeta berjewendî û jiyana hevbeş bike.
Di heman demê de ji bo peydakirina çarseriyekê ji kirîza Sûriyê re gengeşe bûn.