BÛYERPRESS
Dîsanê mabûna hêzên Emrîkî dikeve meraqa gelek şopdarên rewşa Sûriyê.
Hilweşîna danûstandinên siyasî,rê daye gelek hêzan ku xwe li Sûriyê bi cih bike û hebûna xwe xurtir bike,mîna Rûsiyayê û Tirkiyê.
Lê ya herî zêde tê meraq heta kengî wê Emrîka li Sûriyê bimîne
Di vê çarçoveyê de Ceneral Kênêt Makênzî fermandarê biryargeha artêşa Emrîkî agahî der barê hebûna artêşa Emrîkî li Sûriyê dan.
Li gorî rojnameya Niyûyork Tayim ya Emrîkî,Kênêt Makênzî tekez kiriye ku ew ê leşkerên xwe li Iraq û Sûriyê kêm bikin.
Her wiha Maknênzî diyar kir ku di demên pêş de ew nahizirin li Sûriyê bimînin,her wiha armanc ji mana li Sûriyê rêgiriya li pêşiya berfirehiya desthilata Îranê ye û wiha got :
Mana me li Iraq û Sûriyê ew e ku li hember DAIŞ û Îranê bisekinin,em heta hetayê li Sûriyê namînin,nizanim kengê emê wisa bikin,heta ku em li Sûriyê bin em ê şerê DAIŞ’ê bikin û wê rêxistina teroristî tine bikin