BÛYERPRESS
Di bîrdanka gelê Êzîdî yê Şingalê,birîneke kure ku ev 6 salin êşa wê berdewam dike,melhema vê birînê,kiryarên DAIŞ’ê,rewrewka komkujiyan,bûyerên kuştina jinên êzîdî,revandina wan,sebiya wan li bazaran her ew dîmen di mejiyê her kurdekî êzîdî de hatiye nexşandin,ne sal didin ji bîr kirin,ne jî kêxweşiya bi serfiraziyê jî didin ji bîr kirin.
Jenosîda Şengalê / Fermana 74’an di 3’ê tebaxa sala 2014’an li hember gelê êzîdî yê Şengalê destpêkir.
Berî ku çekdarên DAIŞ’ê bikevin nava Şengalê ,gelek caran hatibû ragihandin ku DAIŞ’ê amadekariyan dike ku Şengalê dagîr bike,gelê Êzîdî jî li ser van gefan bi rêveberiya Şengalê re axivîbûn,mebest agahî dabû hêzên pêşmerge
Ew hêz jî wiha têne rêz kirin :
Lîwayên girêdayên fermandariyên Sipîlk,Helgurd,Sefrîn ,Barzan û Zêrevanî
Yekîneya 80
Hêzên Polîs û Asayîşê
Hejmara van çekdaran jî digihişte 12 – 18 hezar kesî.
Piştî êrîşa DAIŞ’ê ,zarok,jin û mêrên êzîdî li ber felaketekê man,bi hezaran êzîdî berê xwe dan çiyayê Şengalê,yên nikarîbûn xwe bigihînin çiya,ketin destê DAIŞ’ê de
Di wê demê de Şengala ku 500 hezar hevwelatî tê de bûn,wêran bû,komkujiyên herî hovane yên vê sedsalê pêk hatin û dagîr bû.
Li gorî amarên hatine tomar kirin,di jenosîda Şengalê de 10,000 êzîdî hatin qetil kirin,5000 keç û jinên êzîdî hatin revandin û li bazaran hatin firotin,her wiha bi hezaran Êzîdî ji ser mal û milkên xwe koçber bûn.
Netewyên Yekbûyî û Emrîkayê ev qetilama li Şengalê weku jenosîd pênase kir..
Pirsgirêka herî mezin rewşa xerab ku jin û zarokên êzîdî yên ji DAIŞ’ê rizarbûne têre derbas dibin,heta niha ji aliyê tenduristî,derûnî,perwerdehî û gelek aliyên din rizgar nebûne ?
Dîsa gelê êzîdxanê ji civaka kurd û kurdistan dipirse,kî berpirsê van komkujiyên ser gelê me yê êzîdî ye,kî hişt ku kurdên êzîdî rajin koç û barê xwe,li xerîbiyê dûrî bajarê xwe bijîn.