BÛYERPRESS
Berêzan
Xoşewîstan
Nexweşên Koronayê
Wek hûn jî dizanin , ev pandêmiya (corona-virus) ku li cîhanê belavbûye û sînor çirandine û derbasî hemî welatan bûye bê ku rêdanê bixwazê,bûye cihê tirs , sawir û matmayînê.
Pir nexweşî mîna vêna bobelat û tiştê nebûyî bi serê mirovahiyê kirine , di pêvajoya afirandina jiyan û zayîna insan li ser rûyê vê zemînê de, gorî û qurbaniyên giran dane,lê ciyawaziya vê nexweşiyê ji wan ên derbasbûyî çiye gelo ?!
Berî her tiştî ez jî wek Dr.Memo Ebdê (Mihemed ‘elî Ebdê ) bûm yek ji qurbaniyên vê nexweşiyê û ta êsta ez êş û azarê wê dikêşim , lê bi hêvîme ku ez hêdî hêdî xwe ji nav neperûşkên vî hovê dirind rizgardikim û ber bi peravên saxlemî û tendirustiyeke rasteqîn ve diçim .
Bi saya xwedê û berxwedana min a bêhempa li hember vî dijminê nedîtî û nebînayî di dîroka nexweşiyên pêvedanê de, ji lewira tevî ku zanyarî û agahiyên baş li ba min hene li ser vê nexweşiyê bi fermanê ku ez jî bijîjkim , jê wêdetir min hemî azar û keftilefta ku ev virus çêdike jiyan kir û pêjn û pûnijên wê hestkirin û ji nêz ve hingivîne nervîna û çarenûsa min a fîzîkî..Ji xwe berî aniha min çend nameyên hişyarkirinê bi zimanê kurdî û erebî weşandin di riya alavên ragihandinê de (TV, êstgeh û rûpelên hevgihandina civakî de ) bi armanca sûd û mifa bê wergirtin ji hêla xelkên me ve , da ku xwe biparêzin û nexweş nekevin û di encamê de nebin alîkar di belavkirina wê de çi bi hemdê xwe be (tembelîtî) û çi bê hemdê xwe be . Vêca hawniştimanê min û delalê dilê min van şîret û rênimayên ku dixwazim destnîşanbikim pêwîste bi rijd û guhdaneke ji dil bipejrîne û tikadikim neyên paşguhxistin û cihê tinaz û pêkenkan bê
. ev nexweşî zor hêsan û pêkane ger tu hişyar bî jê re..
1 – Bi gotineke din pêwîste tu şehreza be di naskirina berjeng û nîşanderên wê yên ku zû xwiya dikin de , mîna bilindbûna têhna laşê te jorî 38 an…êşek şidehayî di zengelorê de . Êşên giştî di laşî de. Guhertina tamê devê te. Ya herî giring û metirsîdar kuxik û nefestengbûne.
Bê guman kêmxwarin û rewşa derûnî û sawirên mîna kabûsan û tirsa mirinê ev hemî dibin para nexweşî û ji qerem û hêza xwe dikevê bê vîn û daxwaza xwe.
2 – giringe yek xwe şaş neke û riya xwe jî windaneke . Bi lez xwe bighîne bijîjkê pispor û hemî pişknînên pêwîst û lezgîn çêbike bi armanca danasîna Coronavirus û dest bi çareseriyê bike bi şêweyekî lezgîn û bê dudilî xwe amadebike ji cenga bi vî hovî re , ya na her rojek derengketî wê ne di berjewendên tendurustiya te de be , lê berevajî wê ,wê bibe alîkar ji Coronavirus re erê wisa ye û yê ku ne bi vê duruşmê nêzîk bûne ta aniha rewşa wan ewle û misoger nebûye û ketine bin biv û tehlûkê de lê mixabin. Me got ev virus çiqas hêsan û pêkane , wisa jî kujerekî lezgîn e û melkemotekî bê wijdane û rihstêne
3- Kesê tûşî Coronavirus bûye û wê bibe pêwîste xwedî moralekî bilind be û derûneke ji pola bê , yan na ,wê xwe radestî vî virusî bêdilovan bike û stuyê xwe bide ber kêra wî.
Îro bes e , tiştên ku ez negiham destnîşanbikim sebaret çareserkirin , xweparastin di xeleka duduyan de be
Bi hêviya jiyaneke bê Korona….