Kurd; zarokên cinan, nevîyên Kawayê Hesinkar û Rustemê Zal, berhema efsane û destanan, dêwên çîyayan, dengbêjên şeran, siwarên mehînên boz û çîrokbêjên şevbuhêrkan in.
Ji ber ku Kurdan di pêvajoya dîrokê de her dem guh nedaye nivîsê, anku derfeta bipêşvebirina nivîsan bi rengekî rewa bi destên wan neketiye, dîrok û wêjeya wan bi rengekî devkî hatiye ravekirin, ji lew re bi sedan çîrokên lehengî û evînê di rêya dengbêj û çîrokbêjan re gihaştine me.
Çîrokên Yûnanan ên mîna Iliad û Odyssey karîbûn dîrok û wêjeyê bi rengekî devkî li şûn xwe bihêlin da ku paşê bêne nivîsîn û nifşek radestî nifşê din bike.
Çendî Yûnanan karîbû helbestên xwe yên çîrokî di rêya nivîsînê re biparêzin, li hember vê yekê miletekî wekî miletê Kurd çîrokên bi vî rengî di rêya vegotinê re parastin û ji nifşekî gihandin nifşê din.
Ev yek heta radeyekê baş û bikêrhatî be, çi ku Kurdan karîbû mîratekî têrtijî û dagirtî li şûn xwe bihêle ku hîn jî dengbêj wan çîrok û destanan vedbêjin û em dikarin bibêjin ku Kurdî ji mêj ve wekî kaseteke bêsekin dengê xwe diherikîne guhên me.
Helbest û Çîrok Di Mem û Zînê De
Çîroka Mem û Zînê ya ku helbestnivîs Ehmedê Xanî di çerxa heftan de nivîsiye, bi rengekî helbestî hatiye nivîsîn lê ew bi xwe çîrokeke bedew, hevgirtî û xweşikhûnandî ye. Xanî di vê berhemê de destana Memê Alan bi helbestê vehûnandiye û jixwe sedema xebata wî ya di wî warî de ew bû ku Kurd bibin xwedan berhem û pirtûk.
Tevlî ku kirasê çîrok û destanên Kurdan bi xemla helbestê hatiye arastin, lê dîyar e ku bikaranîna helbestê ji bo hêsankirin û zûjiberkirinê ye. Ne tenê wisa, lê dibe ku ev rengê helbestî nêzî rihê civatên odeyan e, anku civatên Kurdan bi giştî.
Kurteçîroka Kurdî ya Nûjen
Wekî hemû tiştên nûjen, kurteçîroka nûjen jî hêdî hêdî derbasî jîyana wêjeyî ya Kurdan bûye, lê vê carê bi rengekî din ku ew çîroka Kurdî ya klasîk -heger em vî navî bibijêrin- ji cotkar û karkeran re dihat gotin û her weha ji mîr û paşayan re, lê çîroka nûjen û bi taybet a kurt ji nav civata qatjêrîn derdikeve, lê jê re nayê xwendin.
Di pêvajoya dîrokê de, zimanê Kurdî bi giranî wekî zimanekî devkî li ser pêyan maye û gava derfeta nivîsînê dît jî, ji hêla dijberên hebûna neteweyî û çandî ya gelê Kurd ve hate dorpêçkirin.
Bi domana demê re, zimanê Kurdî di sedsala 21’ê de ji nû ve vejiya, xwînerên xwe ji paş peredeyê derxistin û li ber ronîya rokê civandin û pê re divê were gotin ku ew tiştên ku berî nuha hatibûn nivîsîn, ji hêla derûdoreke teng a rewşenbîr û nivîskarên Kurdnivîs ve hatibûn xwendin.
Li vir jî, bêyî ku em pirsgirêka ziman -nemaze nivîsîna nûjen- derxin holê, em ê nikarîbin li nivîsîna Kurdî rawestin, ji ber ku nivîsîna nûjen li ser risteke bilind a ziman dilîze û her wisa ji ber ku ev celebê nivîsînê ji boyî xwînerên zimanê Kurdî yên ku roj bi roj pir dibin, gaveke pêşeng e.
Kurtçîroka Nûjen û Jîyana Kurdî
Em dikarin bibêjin ku kurteçîroka nûjen wekî kirasekî hevrîşimî ye; hostayekî/nivîskarekî zana dihûne û zengînek/xwînerek li xwe dike/dixwîne. Ev nivîsîn dikare jîyana Kurdî ya psîkolojîk û sosyolojîk bi hûrbînî bişopîne û şikestinên nedîyar bi rengekî zîrek bide xuyandin.
Ji ber ku jîyana Kurdî tim di çîroka klasîk de bi pehlewanan û mêrên nemir pînekirî bû, ew şikestin di kesayetîya Kurdî de di paşgotinan de ma.
Carcaran hin tişt di dengbêjî, stran û çîrokan de dîyar dibûn û gelek caran veşartî diman.
Heger kurteçîroka Kurdî ya nûjen tiştekî mezin ji wêjeya Kurdî ya devkî ya zengîn biribe jî; reng û kirasê xwe ji nivîsîna welatên Rojava aniye.
Ne tenê tîpên wê, lê belê guhdana wê bi hûrbînîyên jîyana psîkolojîk û sosyolojîk, bedewîya nivîsînê û hûnandina kurteçîrokê bi giştî.
Kurteçîroka Kurdî û Girêka Kor
Di navbera kurteçîroka nûjen a ku mercine wê yên taybet hene -da ku karîbe bigihêje rêza kurteçîroka cîhanî- û çîroka klasîk de gelek girêkên kor hatine girêdan û hin nivîskar ketine nav girêkên di navbera her duyan de.
Pê re ew nedikarin çîrokeke rengeklasîk binivîsin da ku bi rengekî devkî were gotin û ne jî dikarin kurteçîrokeke nûjen binivîsin ku karîbin jîyana Kurdî bişopînin û bi rengekî nivîskî bidin destên cîhanê.
Jîyana Kurdî li ser destên çîrokan rabûye û hatiye ravekirin, ji lew re çîrok dîwana Kurdan e; di hundirê wê de wêje, dîrok, kesayetî û hebûna Kurdî bi temamî nivîstî ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 65′an de hatiye weşandin 15.7.2017