Tu
Stran û şevistan î
Kelha di nav rewrewka asîman î
Diho bû
Min ê ji te re
Gotin bi gotin
Ber bi helbesta te ve
Straneke bicoş bigota
Min serguhên xwe re nebavêje
Di devê min de
Henase
Girêkên xirboqî ne ji qeşayê
Nexweziya bi par
Û ne heft xwezî bi nuha
Xweziya bi kurtekenekî
Taştêya her roja teng
Binxet
De were tu wisa bi dengê min ve
Girêdayî yî
Ji hemî keseran re kanî
Nivîn î ji hemî xewnereşan re
Di xew de Binxet
Xwe zer dikim xunava dêman
Di bin rûyê xwe de
Xwe ji girî
Dikujim
Berxikê te yê birçî
Ez im
Welat
Ji mijankên çavan jî
Nêzîktir î
Binxet
Gunehê sitranê çi bû
Min navûnîşana xeman dihêlî
Bi bez di refên hacîreşkan de
Li te digerim
Di cirnikên çavan de
Ji hemî laveyan re çavkanî
Baweriyê bi girnijînê neyê
Ji tiliyan
Baranên germ
Li cênîkên te
Dibarînim
Li dilê xwe bipêçe
Razên xwe
Bi xwêsiyeke zuha
Di guhê şevekê de
Bibêje
Û çavên xwe bigre Binxet
Havîn
Û xwêdana ji eniya rojê
Dilop-dilop dibariya
Sere cotmemikên te
Zarokên min yên bêpizanin
Ji comerdiya awirên te
Yên sar
Yên jar
Yên har
Ne nankor im
Baweşên
Destê rastê ye
Dikim ku bimirim
Tasa meyê
Bi ser xwe de
Xwe ser av dixim
Cirnikên çavan tijî xwê
Li te digerînim
De were
De were Binxet
Û bikuje henaseyên mayî
Şêro Dalînî, di sala 1983’an de li bajarê Qamişloyê ji dayîk bûye.
Li dibistanên bajarê Qamişlo xwendina xwe qedandiye.
Ji sala 2014’an ve li Almanyayê dimîne.
HÊVÎ
Digote min:
Careke din jî
Wê roj derkeve
Min jî digot:
Ji xwe ez jî
Li wê hêviyê me.
BÎNA HAVÎNÊ Û XWÊDANA ENIYA TE
Di şevbuhêrekê de
Dengê keç û lawan
Coşeke mezin didane çepikan,
Dema ku tu hatî bîra sitranê
Laveyên bêşens
Bi tena xwe liviyan
Hemî deng
Û hemî reng hatin birîn
Û min
Minnnn
Nikarîbû li wêneyê te
Xwe bar bikim
Min nikarîbû xwe,
Zarokek bûm
Li awirên te diterpilîm.
ARMANCÊN ASÊ
Û bi ser de jî
Perdeyên te hesinî ne!
Li henaseyên min barkirî bûyî
Di çavên min de jî
Min sed carî got:
Min têra te helbest ji şevê re
Amade nekirine
Û stran jî nebijartine
Ne kopal im
Û nabim qelûna tu kesî
Gotibûn! Ku navê min li te kiribûn
Tu hewqasî dûr
Ez bê liv û bêdeng
Bîna te ji kolanê dihat
Ji odeya min jî
Ji min re
Weke ku qey sal gerek bûn
Da ku nivînekê,
Maseyekê
Yan stranekê vedim
Ji xwe min nikarîbû xwe bişom
Stran jî kin bû
Wek şewta gezekê bû
Navekî din li te nakin
Ez ê jî
Di kolaneke din de
Di odeyeke din de razim
Bi saya sitrana Kurdî ew nêzî helbsta Kurdî bûye, û tenê bi zimanê Kurdî dinivîse.
Ji bilî helbestê ew li tenbûrê dide, û bi awayekî modern sitranan jî dibêje.
BAVÊ MIN
Di bexçeyê berberoyan de
Yê herî bilind
Tu yî
Xîza-xîza dilê te
Yê ku ji bêrîkirinê sincirî
Dengê te yê barkirî girî
Bi çarlepkan
Dilê min dibije
Hemî zirt û gefên te
Yên ji qijik û roviyan re
Ditirsim ku bêriya te nekim
Gulgenimên min neseridin
Dilê te şîn e yabo
Û xwîna te kesk e.
BÎR
Ew ne çîrokên min in
Nivîsandî hatin
Rêyên ku min dajotin
Ew peyamên ku dihatin nivîsandin
Û xwendin ne yên min bûn
Û ew cil û bergên di bîroyê de jî
Ne yên min bûn
Min hîn penîr bi şebeş re
Nexwariye
Çermê ji taverojê terikî
Di bin girseya dara tûyê de
Yê min e
Belalûkên ku digotin
Ji mîza beqan in
Yên min in
Pora ku bi girî re
Dihate hunandin jî
Ne ya min bû.
Şêro kirasekî sipehî li helbesta xwe bar kiriye, bi gotinine nerm û hêsan malikên helbesta xwe bi teşeyekî nûjen hûnandiye.
Pirs…û bersiv
Pirsa min ev bû:
Tu çi ji min re dibêjî piştî
Qerimîna çav û hestan.
Gote min:
Bersiva min jî ev e,
Ez ê destmaleke sipî
Bidim destê te.
Min got:
Hewceya wê çi ye?
Gelo ez ê
Li sergovendiya xwe
Wê bihejînim
Yan jî
hêsirên bê dumahî
Li pey çûna te
pê zuha bikim.
Gote min:
Nizanim
Û ji hingavtina germahiya
Destên wê
Mame termekî
Li şûna xwe wêneyan didêre.
Li cem me…
Gera bi şev qedexe ye
Û dibe ku ya diza be,
Di dilê min de heye
Ku xwe qedexe bikim
Û bême diziya
Du lêvên te.
Li ber deriyê mala we
Di dema razana çavbirçiyan de,
Rûyê xwe
Bi boyaxa lêvên te bişom,
Destên xwe bi newqa te ve
Dîl bikim.
Hest bikim
Çendî tu
Ciwan û nazik î
Mest bibin û bibin peykerek.
Bayekî nû
Bayekî nû
Bi gotina evîndar bûme
Ji nav her du lêvên te
Pelên dara min
Li ber ba kirin,
Bablîsokên dîn
Li kolanên gundê
min yên teng çandin,
Û buharek bi lehiya sosinan
Herikand .
Destên xwe hêlan dikim
Bi ser zozanên bejna te ve
û,
Di wê demê de
Nêrgizên bejna te
Bîna wan min
Serxweş kirin.
Gotinên min yên tazî
Li çavên te yên şil
Diterpilin ,
Zimanê xwe
Di şikefta devê te de
Winda dikim.
Mija pora te
Tiliyên min dorpêç dike
Û min davêje
Zindana hembêza xwe.
Di sala 2011’an de pirtûka wî ya yekemîn a bi navê “Parastgeha ji kefê ya te ye” hatiye çapkirin.Di sala 2016’an de dîwana wî ya bi navê “Û hêdîka hun ê ji kirasê xwe derkevin” derket.
Ez ji te me
Bi vî zimanê jêkirî
Û di şeveke ku stêrik bi hev re
Di zindana şevê de
Hiştine ,
Çîrokên kevin
Ji hev re dibêjin
Di guhê te de dibêjim:
Te ji xwe bêtir hez dikim
Derewa nakim
Li pereyên nanê xwe
Nema sergerdan dimînim,
Tenê xwesteka min ya sereke
Çinîna gezoya bi lêvên te ve ye
Taybetmendiyên xwe
Nuha ez ê bidim hev
Û vegerim
Ser kavlên bav û kalên xwe
Yên dilşikestî
Yên ku jiyaneke bi poşmanî
Ji çavên te xeritandin,
Ez li vir li wan nehatime
Ne ez û ne hevalên min jî
Naxwazin jiyanê
Ji mîrê dezgehan
Parse bikin
Tu ji min pê ve ti kesî nabînî
Her wiha
Çavên min rê nedane hêsiran
Ku bibarin li ser ti kesî
Ji bilî te pê ve,
Bi te hêz tê min
Wêneyên te
Ji mêjiyê min nakevin,
Gemiyek şikestî û
Bi kerwanê rêwiyan re
Newq nabim
Bêyî te
Buhiştê jî navim.
Rûyê te
Dixwazim wêneyên di helbestan de
Wergerînim zimanekî din
Ji gotinên te
Helbestan li ezmanan
Belav bikim,
Ji rûyê te
Gulavê biçinim
Ji kenê te
Awazan bihûnim
Ji lêvên te
Tîna rojê bidim hev,
Bi agirê genimê memikên te
Bênderên keseran bişewitînim
Di himbêza xwe de
Min di tora qîrîna xwe de
Tarûmar bike
Bigrî,
Bikene,
Serxweş bikeve û raze
Siwarê xewnên te yên şêrîn ez im
Dilsojiya te ez im
Gozelê firişta xwe ez im.
Kesên ku çavdura min bibînin
Dibe ku bipirsin nameya te çi ye?
Dilniya bibin
Û bejnên xwe xwar bikin.
Min sûcdar nekin û nedin girtin
Di zindanan de
Ji rewa çavên wê
Min sêwî nehêlin
Ez ji wê hez dikim
Ji vê hez dikim
Ji te hez dikim
Roj baş
Dengê te bû…
Di hinavên xewê de
Bi nermikên guhên min ve
Ken û gazin
Kenekî nerim dikir,
Wêneyên te bûn
Di kûrahiya
Çavên min de
Sitêrik dineqişandin
Seyran û tinaziyên xwe dikirin.
Hilma te bû…
Mina beytikekî reviyayî
Di tengbûna dilê min de
Xwe digevizand,
Dil dibijiya kenê lêvan
Ber bi wan ve diçûm
Li balgiyên veçirî terpilîm
Şiyar bûm
Ooh .. xewn e
Min tu
Çixareyek û vêxist.
Xatireke dereng
Di beşdariya te de
Dipûnijim…
Û bi besta gotinan dikevim
Stewrbûna wan dimalim
Şihîna wan gur dikim,
Û li wan siwar dibim.
Kesereke ji qeşayê zayî
Ji sîngeke bijartî ji te re,
Tu tê de dihilweşî
Û dibî kavilekî bêreng û bîn.
Ji te bar dikim
Ji nû ve
Yeko-yeko
Xwe xweser dikim,
Dûrî hêcbûn û mestbûna
Gotinên te yên har,
Û nêzîkî tîna agirê nûrojeke nûhatî.
Careke din
Zingilê gotinên min
Yên ji şevên lal re mêvan in
Guhdar û şîrove neke;
Ew nema ji kenê te re
Qelen in.
Lêpirsîneke cuda
Bi lepên xwe
Yên ku ji diziyê pişikî bûn
Rûyê min
Divemirandin
Dimirandin ,
Volkana di paşila min de
Dest bi sirûda xwe dikir
Ez gur dibûm
Li baskên min digeriyan
Diketim
Diçilmisîm.
Ji xwedê natirsî?
Tu diçî
Bîstekê min dihêlî
Perengên di sînga min de
Dest bi nimêjên xwe dikin
Tiliyên tembûrhez…
Ji ebrûyên te xwînî bûne
Wêneyên te min kor dikin…
Bi ezman ve
Bi roj û axê ve ne
Li ser rûyê zarok û kalan in
Bîstekê min dihêlî
Ji xwedê natirsî,
Navê te
Xwe li zimanê min dipêçe
Ji her gotinekê re
Dûvik e,
Pora te ya kildizî
Nahêle ku
Roj ji xewê şiyar bibe
Bîstekê min dihêle
Ez ê çawa
Çavên birçiyên
Dîtina yarên xwe
Bigrim ?
Çawa
Bi zimanê girêdayî bibêjim:
Tu ya min î
Ez ê çawa
Bi tiliyên birîndar
Te hembêz bikim?
Dîdar
Bi kenê ku min ji meyxaneyan
pars kiriye
Buxçikên dîdarên nediyar
tije dikim.
Ditirsim hunandina
Hevokên me
Ne lihevhatî bin,
Lê…
Zimanê xwe min nimandiye
Ji bo çandina damrê hêviyên te
Çira korbûna te ez im
Dilsojiya te
Ya min e.
Pora te…
Ez ê bikim gulîk
Û bi rojê re em ê bikenin.
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 65′an de hatine weşandin 15.7.2017