Fîlîzof, Helbestvan û Esmannas Ehmedê Xanî di dîroka Kurd û Kurdistanê de bi nav û deng e, lê belê em dikarin bînin Ziman ku li tevahî cîhanê, cihê wî cuda û pir girîng e.
Pêwîst e ku em jîyana wî hîn bibin, û hîn bikin, lewra der barê pêşveçûna çand, huner, wêje û zimanê Kurdî de ev hînbûn pir girîng e.
Ehmedê Xanî: Di Sala 1651″ê de li bajarê Colemêrgê li gundê Xanê hatiye dinyayê. Navê bavê wî İlyas e. Navê dayîka wî Gulnîgar e .Ji eşîra Xaniyan e. Li gor agahî, zanyar û lêkolîneran, Ehmedê Xanî di sala 1707’an de li bajarê Bazîdê…Kurdava di temenê xwe yî “57”salî de jiyana xwe ji dest da.
Gelek berhemên Ehmedê Xanî hene… Yek ji wan berhemên Ehmedê Xanî ew e, Destana bi nav û deng, “MEM Û ZÎN” e ku vê çîrokê yan vê destanê cihê xwe di nav gelê kurd de, girtiye.
Her wiha berhemên Ehmedê Xanî hemî girîng in em dikarin di vê nivîsê de hemiyan bînin Ziman.
Ehmedê Xanî û berhemên wî:
-Berhemên wêjeyê:
1-Mem û Zîn
2-Nûbihara Piçûkan
3-Dîwana Helbestan
–Berhemên zanistê :
4-Erdê Xweda
–Berhemên Îslamî
5-Eqîda Îmanê
6-Eqîdeya Îslamê
7-Fî Beyanî Erkanî Îslam
-Berhemên felsefeyê
8-Şêrên Fîlozofî
Ehmedê Xanî gelek astengî û zordarî di jiyana xwe de dîtibû ji alîyê dagirkerê Kurdistanê Tirk û Faris, Mixabin heta berhemên wî jî bindest bûn, lawera gelek ji berhemên wî nehatine çapkirin û parvekirin di nav gel de.. Her çendî em ser jiyan û berhemên, Ehmedê Xanî biaxavin û binivisînin hêj hindik e.
Li bajarê (Bazîdê, bi kurdî, Kurdava) ji aliyê şaredariya “BDP” ve berî çend salan, paykerekî Ehmedê Xanî hatibû çêkirin, lê Mixabin heta ew paykera jî bindest bû, xistin di bin lingan û ji alîyê dewleta Turkyê ve hate Xirakirin, û hilweşandin, her wiha berî demekê di weşanxaneyekî de li bakurê Kurdistanê gelek pirtûkên Ehmedê Xanî, hatibûn Şewitandin.
Ev jî nîşanek e ku hemû kes bi taybetî rêjîma Turkyê li dijî tevahîya Kurdan e. Li dij mafê kurd û Kurdistanê ye, ta ku kurd negihêjin heq û mafê xwe.
-Kurtehelbesta Ehmedê Xanî
Her Dinalim
Her dinalim şev û rojan, meger ez Eyyûb im ez
Hêstiran her vedimalim, meger ez Ye’qûb im ez
Bigirin dest ji me bêrûn, kul û derdan ku yek in
Wer bipêçin bi cefayê xwe, ku ez mektûb im ez
Hindekî xem hene daîm li min ew vêk dikevin
Ez nizanim ku bi çav wan çi qewî mehbûb im ez
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 64′an de hatiye weşandin 1.7.2017