Dibêjin gurekî pîr hebû nema karîbû seyd û nêçîrê bike.
Hat li ber kendalekî pal da.
Dît gurek hat cemê jê pirsî: Apo tu li ber vê kendalê çi dikî?. Gurê pîr lê vegerand û got: Lawê min ez pîr bûme nema nêçîr ji min tê, ji birçîna min li ber vê kendalê paldaye.
Gurê ciwan jê re got: Ez çavên te me anha ez ê herim mîhekî tev li dawa wî ji te re bînim.
Gurê pîr got: Ma tu ji kîjan malbatê ye.
Gurê ciwan got: Ez ji piştreşa me.
Gurê pîr got: Bi xwedê piştreşa tu namûs nekirine ka ez te bibînim.
Gurê ciwan dada kerîk pez, kûçikê şivanan lê vehewiyan û ser wî danîn. Gurê ciwan reviya û di ber gurê pîr re derbas bû. Kûçika devj wî berdan û berê xwe dan gurê pîr dev lê kirin, laşê wî tev kirin birîn.
Deh rojan birînên xwe alastin heya rehet bû.
Paşê gurekî dî hat cem û jê pirsî: Apo tu li vir çi dikî?.
Gurê pîr çîroka xwe û gurê dî jê re got. Gur got: Apo xema mexwe ez çavên te me anha ne dereng ez ê te têr goşt bikim.
Gurê pîr jê pirsî ma tu ji kîjan malbatê yî. Gur jê re got ez ji malbata piştşîna me.
Gurê pîr got: Bi xwedê lawo hûn yên namûs û xîretê ne.
Gur çû dada kerîk pez mîhek qelew girt û ji gurê pîr re anî. Gurê pîr ket ser goşt.
Çend rojan têr xwar, quweta wî hate ber wî û rabû serxwe.
Herwekî Tîrêj gotiye:
Xwedî fort û pesin jê mek tu hêvî
Dema bêje ez im gernas û şevger
Tu car ew nabe xwedyê gotina xwe
Tu bawer be çiqil nagre cihê şêr.
Ev Serpêhatî di rojnameya Bûyerpress, hejmara 64′an de hatiye weşandin 1.7.2017