Bûyerpress
_ Gelek nivîskarên Kurd ji ber rexneyê ji min xeyidîne û hew bi min re diaxivin
_ Wêjevanê ku bêje şaşîtiyên min tune ne, ew wêjevanekî lawaz e
_Rexnevan pêwîstiya xwe bi hemî zanistan heye
_ Dema ku helbestvanên me dikevin di wêneyên helbestî de jî, wêneyekî kirêt didin
Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan
_Wekî têrm an têgîn, di kûrahiya xwe de rexne tê çi wateyê?
Rexne wekî parzûnê ye, tiştên baş û nebaş ji hev vediqetîne, ev e rexne.
Anku çawa? Helbesteke lawaz û yeke xurt hebe, divê ku tu derxî kîjan lawz e û kîjan xurt e, û ji ber çi?Bi giştî ev e rola rexneyê.
Pêwîstiya nivîskar gelekî bi rexneyê heye, nemaze nivîskarên Kurd, ji ber em hîn di helbestê de nû ne.Rast e helbestvanên me hene û hin ji wan asta wan baş e, lê bi rengekî giştî negihaye asta ku em dixwazin.
Rexnevanên me yên Kurdan jî kêm in, û hêvî jî ew e ku nivîskar rexneyên rexnevanan bipejirîne, ji ber rexnevan ne dijminê nivîskaran e. Rexnevan dostê her kesî ye, li rastî û başiyê digere.
Kesê ku bibêje pêwîstiya min bi rexnevanan nîn e, tu di cî de dikarî bibêjî ew nivîskar bi pêş nakeve.
Rexne roleke xwe ya gelekî giring di warê wêjeyî de heye.
_Her çi qas rexne ji hemî aliyên xwe ve şax û şopeke zor û asteng e, lê te rêya rexneyê bijart, sedema bijartina te jê re çi ye?
Rexne hunereke gelekî xweş e.Ji ber ku kar û ezmûneke kesayetî ye.Dema tu têkistekî didanî ber xwe û tu lê dinihêrî ka çi tê de heye, li vir tu afirandinekê dikî û karekî dikî ku tu kesî nekiriye.
Her kes nikare rexneyê bike, kesê ku behreya wî tune be, qet nikare rexneyê bike. Ez dikarim bêjim nêvî xwendin e û nîvê din jî behre ye.
Kêfa min ji rexneyê re hat, ji ber ku rexne pîvanek e ji karînên mirov re.Tu li helbestekî dinihêrî û tu dadihûrînî, tiştekî gelekî xweş e.
Çawa mirovê birojî bi banga Mexrebê şa dibe, wiha rexnevan jî, dema nivîsa xwe ya rexneyî bi dawî dike, çêja serkeftinê hest dike.
_Divê ku çi li rex mirov peyda bibe ta ku bibe rexnevan?
Bi rastî pirseke pir girîng e. Rexnevan pêwîstiya xwe bi hemî zanistan heye.Rexnevanê ku ji hemî zanistan ne têgihiştî be, ew ne rexnevan e.
Divê ku rexnevan mîtyolocya, dîrok, efsane, destane, kîmya, û fîzyayê zanibe, û eger nizanibe ez dikarim bibêjim ew ne rexnevan e.
Ji ber çi ez wilê dibêjim? Ji ber mînaka herî nêzîk biwêjên Kurdan e, eger tu tê de ne li pêş bî, tu yê ji wateyê tênegihêjî. Rexnevan ta di bîrkarî de jî divê ku zana be.Her tiştî bixwîne , di her tiştî de xwe li pêx bixe û paşê rexneyê bike.
_Tu çawa û kengê bi ser şopa rexneyê ve bûyî?
Min gelek guhdan bi zimanê Erebî dikir, ji refa 6’an ve kêfa min ji zimanê Erebî re dihat. Min ji xwe re rojname ji Qamişlo tanîn û dixwendin.
Paşê min elfabeyeke Kurdî jî peyda kir û bi awayekî jixweber hînî Kurdî bûm.
Ez dikarim bibêjim ku sala yekê ji zanîngehê min dest bi rexneyê kir, ez bawer im di sala 1977’an de bû.
Min gelek rexne nivîsîn, lê tu der nebû ku ez lê biweşînim.
Ta vê gavê jî li rex min in.
Min wê demê hemî pirtûk û gotarên rexneyî dixwendin.
Hingê bernameyea Şa’ir Elereb li ser kenala Elmusteqila der diket, tu kes li berê nedima ji ber ku bernameyeke zuha bû, lê ez bi kêfxweşî li bendê dimam û min jî ji cem xwe ve helbestvan dinirxand û pile didayê.
Vê dawiyê min rexneyek li ser berhema Ebdulwehab Elbeyatî weşand, Sena Elşi’ilan heye dosta Kurdan e, 50 xelatên rexneyî û wêjeyî wer girtine û doktora di rexneya wêjeyî de sitandiye, ji min re peyam avêt û sond da ber min ku ez berhemên wê rexne bikim. Sena Elşi’ilan berhemên xwe ji Urdinê ji min re bi rê kirin û min nivîsek bi qasî 12 pelan rexneyek li ser berhemên wê çê kir. Ji min re got ku 100 nivîskarên Ereban nivîsên min rexne kirine, lê ne bi zanebûna te. Gava ev yek bi min re çêbû, ez gelek kêfxweş bûm û baweriya min bi min mezin bû.
_Her çi qas rexne navgîna lipêşxistina nivîs û nivîskar e jî,lê li gorî ku diyar e, nivîskarê Kurd rexneyan napejirîne û jê ditengije, hûn çawa ji vê yekê nizîk dibin?
Ev astengiyek e, yan jî nexweşiyek e û hîn dermanê wê tune ye.
Ev yek jî dihêle ku wêjevanê Kurd lawaz bimîne. Nivîskarê Kurd rexneyê napejirîne û dibîne ku kesayeta wî dişike, ez jî her timî dibêjim kesayeta te naşike, eger helbestek bişike nabe sedem ku nivîskarek têk biçe.
Nivîskarê me nû ye û baweriya wî bi kesayeta wî nayê.Ibrahîm Elxirêt heye ji Dêra Zorê ye min rexneyek jê re çê kir, hat Qamişlo û sipasiya min kir.
Rexnevan rêberekî wêjeyî ye.
Gelek nivîskarên Kurd ji ber rexneyê ji min xeyidîne û hew bi min re diaxivin. Hinan telefona min jî kiriye û xwe gelekî hêrs kirine.
Wêjevanê ku bêje şaşîtiyên min tune ne, ew wêjevanekî lawaz e.
Dijminên rexnevan gelekî çê dibin.
_Rexne li nêv Kurdan ji dayîk bûye yan na?
Rexne di nav Kurdan de heye, lê gelekî lawaz e. Li bakurê Kurdistanê jî lawaz e, lê li başûrê Kurdistanê ta astekî baş e.
Ji ber çi li rex me lawaz e, ji ber nepejirandinek ji hêla nivîskaran ve heye.
Kesê rexneyan bike jî divê ku mirovekî hunerbaz û zana be, ji ber eger tu di rexneya xwe de şaşîtiyekê bikî, te nivîskar kuşt!
Aniha ez rexneya li ser rexneyê çê dikim.
Lê helbestvanê me Kurdan helbestên wan ne zehmet in, ji ber helbestên wan ji cureyê raporî û rasterast in.Anku gotinên normal in û dûr ji nîgaşê ne.
_Hûn di rexneya xwe de, bi tenê giraniyê didin hevoksazî û şaşiyên watenasî yan jî ji hemî aliyên rêzimanî ve hûn dadihûrînin?
Em li ser her tiştî radiwestin, lê ya yekemîn em li ser şêwazê nivîsê bi giştî radiwestin, her wiha nîgaş, lipaşxistin û lipêşxistina bêjeyê.
Em li ser wan xalan jî radiwestin ku nivîskar di nivîsên xwe de ji rastbîniyê piçekî dûr dikeve, bi zanebûn ji asta zimanê qalibî derdikeve û zimanekî nû diafirîne( Jê re Mîtalga dibêjin).
Hevokên wekî: Ez ji te hez dikim û lêvşekirê; her kesî gotiye.Xwe ji vê astê derxe.
Em li ser şaşîtiyên zimanî jî radiwestin, lê ne bi zêdebûn.
Mijarên nûjenî û bikarnîna efsaneyê jî em xweş li serê disekinin, lê nivîskarên me efsaneyê bi kar nayînin.
Min digot ez ê rojekê der barê “Efsaneyê di helbestê” de semînerekê ji nivîskaran re çêkim, lê dibe hin li xwe daneînin.
Bedir Şakir Elseyab di malikeke xwe de dibêje: Mirina min serkeftin e.
Çawa mirin serkeftin e?
Mebesta Elseyab ji vê malikê Xwedawendê Temûz ê Iraqiyan e.Ji ber ew Xwedawend zivistanê dimire û di buharê de car dî radibe.
Kurdan hîn ev tişt bi kar neaniye.
_Tu xudanê serbihurî û hêçaneke dirêj î, di nivîsên Kurdî de, herî zêde tu li çi şaşîtiyê rast tê, anku şaşîtiyeke beloq ku her kes dikeviyê?
Şaşîtiya ku herî zêde ez lê rast têm, bikaranîna peyvê ne di cihê xwe de, ev şaşîtiya herî belav e.Anku peywira peyvê nadinê, û carinan ev yek jî dibe pêkenok, ji ber wateyeke nexweş dide risteyê.
Şaşîtiya din jî dema ku helbestvan wêneyên helbestî didin.Helbest tev de wêne ye.Lê dema ku helbestvanên me dikevin di wêneyên helbestî de jî, wêneyekî kirêt didin. Anku mafê wê nadinê.
Şaşîtiyên zimanî jî li helbestên wan pir in.
Jixwe ji milê nûjenî û nîgaşê ve jî helbestên wan zuha ne.
Der barê nûjeniyê, carekê min rexne li Seydayê Cegerxwîn jî kir.
Ji ber malikên xwe malik bi malik li bin hev rêz kiribûn, anku ev nûjenî ye.
Lê naveroka helbestên Cegerxwîn klasîk û romansiyet tê de hene.
Helbestvanê îro ji wê romansiyetê bêhay in.
Ez dikarim bibêjim bila nivîskarên me sê qatê bixwînin û qatekê binivîsin.
Gelek nivîskarên Ereban ên gewre ji min doz dikin ku ez berhemên wan rexne bikim, lê ez dibêjim wan ez hew ji Ereban re rexne dikim, ez ê ji Kurdan re rexne bikim; lê car dî ez newêrim, ji ber Kurdên me dilê xwe digirin.
_Te helbestên nivîskarên hevdemên xwe, û yên kevin jî xwendine, helbesta herî zêde kêfa te jê re hat û şaşîtî lê nebû, ya kê ye?
Helbestvanên me yên kevin, bi rastî Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî,Feqehê Teyran û Elî Elherîrî şaşîtî li nik wan tune ne.Ev giregirê helbestê ne.
Lê gelek caran min şaşîtî li helbestên Hamid Bedirxan didît.Tiştên kevin di helbestên xwe de bi kar tanî.
Jixwe helbestvanên me yên nû, bê fihêtî biaxive! Şaşîtiyên wan gelek in.
_Li gorî te, helbesta Kurdî ya pexşan(Nûjen) gihaye çi astê?
Helbesta Kurdî ya nûjen, hîn bi çarlepikan dimeşe.Helbestavnên me helbestên nûjen çê dikin, lê gelo ev nûjeniya ku çê dikin nûjenî ye?
Ez ne ji tevan re dibêjim, hin bejnên bilind hene, lê mixabin bi giştî lawaz in.
Em di civînekê de bûn, ciwanmêrek axivî û di çavên min de gelekî mezin bû.
_Wî got gelî hevalan!
_Heta aniha min derew li we dikirin. Min helbesta nûjen nenivîsiye.
Got ez ê li helbesta klasîk vegerim.
Helbestvanên me gotinên biyan û hevokên ecêb bi kar tînin, da ku xwendevan winda bibe.
Carekê Deham Ferso ji Ibrahîm Mehmûd re got:
_Mamoste ez ji helbestên te fêm nakim.
Ibrahîm gotiyê ez ji nuxbê re dinivîsim, ne ji yên wekî te re.
Hêla ku nema jê bipirse.
_Dema Rizoyê Osê romana Bîra Qederê ya Mehmed Ozon rexne dikir, xuya dibû ku rexneya Rizo ji hinav û malzaroka çanda Kurdî ye, gelo rexneyeke xwerû ya Kurdî heye, yan me rexneya xwe ji gelên din girtiye?
Rexneya Kurdî ya em dixwazin, hîn tune ye. Tu dikarî bibêjî heye lê hîn rexnevanên me xwe li pêş nexisitne.
Dê rexneyeke Kurdî ya xwerû çê bibe.
Dilovaniya Xwedê li Rizo be. Wî xwe gelekî xwe li pêş xistibû, sinc û exlaqên wî bilind bûn.
Min jî rexneyek li ser Bîra Qederê çêkir, û şaşîtiyên ku Rizo destnîşan kiribûn, di cihê xwe de bûn.
Ozon dikeve di şaşîtiyan de, lê di nav Kurdan de kesekî li pêş bû.
Wekî me berê got, pirî nivîskarên Kurd rexneyê napejirînin, carinan ji acizî te biryar daye ku tu hew rexneyê binivîsî?
Na. Ez tu caran dest ji rexneyê bernadim.Rexne ketiye di xwîna min de, lê min gotiye ez rexneyê li nivîskarên qels û kêmbawer nakim.
Ez xwe danaxim wê astê ku rexneyê li yekî bikim û nepejirîne.
Em werin li ser mijarên kîn, wijdan û hevsengiyê, gelo pîvaneke yekser ji rexneyê re heye ku rexnevan jê neçe der?
Belê, divê ku pîvan hebin.Divê ku rexnevan dadmend be.
Aniha li ser asta cîhanê, şêwazekî nû yê rexnekirinê heye. Berhemekî ji yê rexnevan re tînin, ji bêyî ku navê nivîskarê berhemê bizane, dê berhema wî rexne bike.Da ku xwe ji mijarên kîn û nakokiyên kesayetî rizgar bike.
Yek ji pîvanan divê ku rexnevan ji nivîskar ne aciz be, û bi hûrgilî li ser têkistê raweste.
Divê ku rexnevan çend caran li rexneya xwe vegere.
Tu hewldanên te hene ku tu zargotin û wêjeya devkî ya Kurdî bidî ber awira rexneyên xwe?
Heta aniha ew neketiye ber rexneyê ye. Li gorî min, şaşîtî di zargotina me de nîn in, ji ber tiştekî jixweber û efewî ye.Rexneya kûr jê re navê, bi tenê mirov dikare nerînên xwe li serê bide.
Em werin li ser berhemên te, çi berhemên te ta niha hene, tiştekî berdest heye vê gavê?
Berhemeke min a rexneyî çap bûye bi navê”Elayîd Min Eltîh”. Gelekan xwend û pesnê wê dan, ji ber tiştekî zanistî û xweş tê de heye.
Piştî du rojan ez ê berhemeke lêkolînerî çap bikim, û dê 10 hejmar jê bikevin di pêşangeheke mezin de.
Berhemeka min a Kurdî heye bi navê ” Nerîneke Rexnesazî ” li ser helbestvanên Kurdan e. Ev berhem derdora 10 helbestavnan vedihewîne, ji Cegerxwîn bigire ta bi Konê Reş.
Li gorî te, paşeroja rexneyê li devera me çi ye?
Paşeroja rexneyê li nik me dê li pêş bikeve.Eger nivîskar û çîroknivîs razî bin an na, dê rexne li pêş bikeve ji ber behremend li nêv me hene. Ez geşbîn im ji vî aliyî ve.
Gotina dawî…
Sipasiya we dikim û serkeftinê dixwazim. Ez her amade me û hêvîdar im hevdîtinên me her berdewam bin.
Ev hevpeyvîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara 64′an de hatiye weşandin 1.7.2017