Çi welatê heyî, nikare bi tenê li ser çand û zinista xwe bijî; da ku xwe bi pêş bixe, pêdiviya wî bi çand, zanist, wêje, hizir, dîrok û ramanên gel û welatên din heye; li vir rola wergerandinê der dikeve pêş, ji ber wergerandin çand, hizir û ramanên gel û şarestaniyan hevhêz dike.
Di vê serdemê de, bi pêşketina zanistî û bi lezbûna pêşveçûn, vedîtin û dahênanan re, wergerandin xwe wekî pêwîstiyeke serdemî ferz dike ku piraniya welatan girîngî û enerjiyeke mezin didinê, û karînên pir giran jê re peyda dikin, da ku xwe bigihînin pêşketinên zanistî, lê divê pê re jî nasnameya xwe ya çandî û hizirî biparêzin; tu kes nikare rola wergerandinê di vejînkirina jiyana zanistî, civakî û çandî de li gel neteweyên din înkar bike, ew diyardeya ku rê ji şarestaniyê re vedike bo ku derbasî her welatekî bibe.
Lewre jî rola wergêr ji rola nîvîskar ne kêmtir e, hema di heman astê de ye, ew heman peywirê dilîze ku hizir û ramanan bigihîne xwendevan, lê bi kirasekî nû ku ji çand û civaka xwe re guncav be. Bo vê yekê jî gelek kes dibînin ku wergerandin huner e, hunereke xwe dispêre ser afrandin, hestên zimanî û karîna nêzîkirina çandên cuda.
Wergerandin pêvajoyeke hizirî, hişmendî û zimanî ya pir aloz e, ku afirandin û xebateke duqat jê re divê.
Divê wergêr berhema ku dixwaze wergerîne bi kûrbûn bixwîne, dirûv û şêweyea wê derbas bike û ji wate û naveroka wê têbighêje, da ku karibe bi şêweyekî hêsan û zelal wergerîne zimanê din; ev yek jî jêhatiyeke hizirî û zimanî ya pir mezin dixwaze, lewre jî afrandin li vir tê xwestin. Wergêr, ê ku berhemê werdigerîne zimanekî ku hevoksazî û watenasiya wê cuda ne, jê tê xwestin ku berhem bi hemû wate û nîşaneyên xwe ve were têgihiştin, û bi çarçoveya dîrokî û çandî ya zimanê din re jî guncav be; ev yek jî dîsa afrandinê dixwaze. Di vî barî de, di prosesa wergerandinê de, divê gelek xal li ber çavan bên girtin wek:
Guhestina wateyê: Her wekî biwêj û gotinên pêşiyan; li vir, wergerandina peyv bi peyv nayê xwestin, ji ber ew dûrî wateya resen dikeve yan jî carinan dijwateya wê dide; her wekî di zimanê Kurdî de yê ku bi dewlemendiya biwêjên xwe tê naskirin, heke em bixwazin wan biwêjan wergerînin zimanên din divê em dûrî wergera peyv bi peyv bikevin, di destpêkê de wateya wan nas bikin û biwêja wekhevê wê di zimanê din de derxin; mînak heke em bibêjin: “ Zînê agir diavêje devê xwe lê Ehmed jê bawer nake”, ev biwêj heke peyv bi peyv bê wergerandin ku “zînê agir xiste devê xwe”, di zimanên din de tu wateyê nade, lê heke li gorî wateya xwe bê wergerandin wê çaxê dê wateya “sondxwarina li hember tawanbariyekê” bide.
Mînakeke din, heke em vê hevokê: “Ev keçik weke heyvê ye” peyv bi peyv wergerînin bo zimanê Ferensî dê vê wateyê bide “Ev keçik ne jîr e/ Cette fille est comme la lune”, lê heke em li gorî wateya wê biçin dê hevok li gorî zimanê Ferensî weha be “Ev keçkik bedew e/ Cette fille est très belle”. Mînakek ji zimanê Ingilîzî jî, biwêjek bi ingilîzî heye dibêje:“It is raining cats and dogs” yanî heke dîsa em peyv bi peyv wergerînin Kurdî em ê bibêjin: “kûçik û bisik dibarin”, ev wergerandin tu wateya wê tune ye, lê heke em gotinên wê derbas bikin û wateya wê wergerînin dê hevok bi vî rengî be:“Baran pir xurt dibare”.
Dêmek, divê wergêr binesaiyeke wî ya çandî û zanyarî hebe, tenê zanîna zimanekî biyanî ne têrê ye, divê di çanda zimanê ku jê werdigerînene kûr û têghiştî be û termên wê baş nas kiribe, da karibe hizrên nivîskar biguhezîne zimanê xwe bêyî ku tu wateyeke cuda bide wê; em dikarin vê mijarê bi mînkeke din ji zimanê Erebî zelal bikin, dema ku bi Erebî dibêjin : “عاد بخُفيَ حُنين”, ev metafor di çanda Erebî de pir tê bikaranîn û çîrokek li peyî wê heye, heke me xwest em wê peyv bi peyv wergerînin, em ê bibêjin: “Ew bi pêlavên Hûneyen vegeriya ”, dîsa jî ev hevok tu wateyê nade, lê heke me çanda Erebî baş xwendibe em ê nas bikin ku wateya vê hevokê ev e: “Ew dest vala vegeriya”.
Xala duyem ku divê li ber çavan bê girtin guhestina şêwaza nivîsandinê (şêwaza ku nivîskar pê dinivîse, biwêj, metaformînak, gotinên pêşiyan, bedewiya ziman û …hwd bi awayekî ku wekhevê wê di çanda zimanê din de bê dayîn). Bi pêkanîna van xalan em ê karibin wergereke baş û bêşaîtî bi dest bixin.
Wergerandin ne tenê çand û hizra gel dewlemend dike, lê ziman jî pê re dewlemend û vejîn dibe, ji ber wergêr neçar dibe lêgerînê bike, peyv û termên kevn vejîne yan jî hineke nû saz bike, bi vê yekê bêjesazî û watenasiya zimên jî bi pêş dikeve, lewre jî tê xwestin ku wergêr di bikaranîna ferhengan de pispor û hosta be.
Li kêleka vê yekê jî, jê tê xwestin ku bêalî be û xwe neke nava nivîsê, tiştekî tê de neguherîne û zêde neke, yan jî bandora xwe bernede nava nivîsê, bi wateyeke din divê xwedî helwest û exlaq be.
Lê pirsa ku divê bê kirin, gelo wergerên ku gihaştine destên me heyanî kîjan astê bêalî ne? Gelo wergêr karîbû mebest û hizrên nivîskar ji sedî sed bigihîne me? Her wergêrek li gorî rêbaz û pîvanên wergerandinê dimeşe yan na? Lê pirsa herî girîngtir, gelo wergerandin zanist e yan jî huner e ….??!!
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 64′an de hatiye weşandin 1.7.2017