Di van çend mehên bûrî de gelek guhertin li rojavayê Kurdistanê û Sûryê çê bûne, hem di warê siyasî de, û hem jî di warê leşkerî de; bi taybet piştî têkçûna plana rahênana hêzên opozisyona Sûryê bi mebesta rûbirûkirina rêxistina DA’İŞê, û diyarbûna hêzên YPG’ê weke hêzên bi tenê yên çalak li deverê. Lewra Emerîka biryar da ku bi mebesta jinavbirna rêxistina tundrew ya DA’İŞê piştgirya YPG’ê bike , ev piştgirî bû sedema diyarbûna Emerîkayê mîna hevpeymana Kurdan li rojavayê kurdistanê û li Sûryê , lê pirsên ku di hizrê welatiyên kurd de digerin ev in :
Gele dê ev hevpeyamaî ta çi demê berdewam be ?
Gelo dê Emerîka piştgîriya mafê kurdan û duristbûna herêmeke federal bo Kurdan bike ?
Bê gûman hevpeymaniya Emerîkayê û Rêvebiriya Xweseriya Dîmuqrat li rojavayê Kurdistanê hevpeymaniyeke tektîkî û demkî ye, bidawîbûna vê hevpeymaniyê jî girêdayî rizgarkirina Reqayê û jinavbirina DA’İŞê ye…
Ev yek di gelek xalan de diyar dibe – fişar û hewldanên Turkyê bo têkbirina desthelata PYD’ê ku bi baskê PKK’ê li Sûryê bi nav dike- ta niha Emerîka û dewletên din derfetê nadin Kurdan ku bi lîsteyeke taybet beşdarî kongreyên navdewletî bibin, ev yek têkçûna diplomasî ya Kurdan diyar dike .
ji hêla leşkerî ve sînorkirina piştgîriya leşkerî û bi tenê pêşkeşkirina çekên sivik.
Tevlî dûbarebûna êrîşên Turkyê li ser Rojava, ta niha Emerîkayê tu bersiveke tund nedaye Turkyê û rê li pêşya êrîşên wan negirtiye.
Hin kes dibêjin ku Emerîka dixwaze devera kurdî bixe bin destên xwe û berevaniyê li kurdan bike, ji ber ku gelek berjewendiyên Emerîkayê bi Kurdan re hene, mîna berjewendiyên Rûsyayê bi desthelata Esed re , lewra dibêjin ku tevlî nerazîbûna Turkan ku dibêjin an em an desthelata PYD’ê dê hevpeymaniya Emerîkayê û Kurdan berdewam û bihêztir bibe. Lê bi dîtina min gelek cudahî di navbera berjewendiyên Rûsya û Emerîkayê de li Sûryê hene, ji ber gelek sedeman:
1- Bingehên serbazî yên Rûsyayê ku mezin û girîng in, li seranserî Rojhelata Navîn bi tenê li Sûryê hene, û di rêya van bingehên serbazî re Rûsya dikare rolekê li deverê bilîze ; berovajî vê yekê bingehên Emerîkayê bi miştî û giranî li cîhan û deverê belav dibin, bi taybet piştî belavkirina sîstema mûşekî ya Emerîkî li rojhelatê Ewrupayê û rola Emerîka di kirîza Okranya de, lewra Rûsya dixwaze ku cureyek ji hevsengiya hêzan di navbera xwe û Emerîkayê de durist bike.
2- Berjewendiyên abûrî yên Rûsyayê li Sûryê, bi taybet piştî vedîtina yek ji mezintirîn kêlgehên(Bîr) xazê li ser cîhanê ku li perava Sûryê ye , û tê texmînkirin ku Sûrî bibe welatê sêyemîn di hinartina xazê de piştî ku ev kirîz bi dawî bibe , lê li ojavayê Kurdistanê pisporên ciyolocî dibêjin ku di sala 2022’an de, wê kêlgehên neftê li Rojava zuha bibin
3 -Mana desthelata Esed dê rê li pêşya cîbicîkirina pirojeya derbaskirina boriya xaza Qeterê li ser xaka Sûryê bigre, ji bo bighêje bazara Ewrupa û wê bazarê bi Rûsya re dabeş bike, cîbecîkirina vê pirojeyê wê ziyaneke gelek mezin li abûriya Rûsyayê bikira. Lê li rojavayê kurdistanê Emerîka tu qezencên mezin ên abûrî bi dest naxe, lewra Emerîka têkiliyên xwe bi Turkyê re li hemberî têkiliya bi Kurdan re hêsanî bi nabire, ji ber ku Turk hevparê Emerîkayê yê aborî ye, û li Natoyê ye jî.
Turkî welatekî xwedan bandor e li deverê, û dikare helwesta Emerîkayê li hember rojavayê Kurdistanê biguhere.
Li vê derê pêwîstiya Kurdan li rojavayê Kurdistanê bi gelek guhertinan heye, ta ku gemiya Kurdî bi aramî bigihînin berava azadiyê:
1- Yekrêziya mala Kurdî li Rojava, avakirina desthelateke hevbeş di navbera ENKS û TEV-DEM’ê de û avakirina artêşeke niştîmanî
2 -Başkirina têkeliyên rojava û başûrê kurdistanê û girêdana abûrî di navbera wan de
3 – Danûstandin li gel Turkyê û qutkirina têkeliyên eşkere û zindî bi PKK’ê re.
4- Sûdgirtina ji guhertina helwesta Erebistana Si’ûdî der barê Kurdan piştî kirîza Qeterê, û pêşketina milîsên bi ser Îranê ve li Sûryê û deverê bi giştî.
5 – Bi mebesta parastina giyan û karînên hêzên Kurdî, divê ku rê li pêşiya şerê di navbera Kurdan, hêzên Rêjîmê û milîsên din de wer girtin, çimkî pirkirina dijminan ne ji berjewndiya Kurdan e.
Lewra ji hemû partî û tevgerên Kurdî tê xwestin ku li vê qonaxa hestiyar hemû karînên xwe ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd bi kar bînin , berî ku em vê derfetê jî (Derfeta sed salî) ji dest xwe bidin .
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 64′an de hatiye weşandin 1.7.2017