Bûyerpress
Beşê Teknîkî li Şaredariya Gel a Bajarê Amûdê, dest bi çakirin û pînekirina hemî rêyên sereke yên li Amûdê dike.
Piştî venerîneke giştî û sitandina hemî pîvanên gerek, Şaredariya Amûdê dest bi raxistina zivtê û pînekirina cihên kort û qelaştî kir.
Projeya Şaredariyê, rêbenda Asayîşan a li rojhilatê bajêr, ta bi gundê Buhêra ku li ser rêya Dirbêsiyê ye dide ber xwe.












































