Jixwe em tev dizanin ku taxa Zor Ava li Şamê ye, lê dibe ku em tev nizanin çawa û kengê ev tax bi zorê hate avakirin, û kî bûn ew kesên pêşî ku ava kir…
Beriya çend salan min di malpera Welatê Me de sê-çar xelek li ser taxa Zor Ava nivîsandin, lê di wê demê de mebesta min, û mijara ku hişt ez binvîsim tişteke din bû.
Li gorî ku kesên pêşî çûne û ew tax di quntara wî çiyayî de ava kirine çi dibêjin?
Yekem kes ku çûye li taxa Zor Ava bi cî bûye, jê re Nezîr Hemê Bavê Heval dibêjin. Ji gundê Rikava bû, lê çawa û çima çûye li wê çolê bi cî bûye?
Jixwe ez Nezîr nas nakim û ne jî min ew dîtiye, lê min hevalê wî Haşim Bavê Danîş dît.
Wî agahî dane min, ji ber ew duyem kes bû ku çûye li taxa Zor Ava bi cî bûye û wisa ji min re axivî
“Beriya ku em herin Zor Ava, me ji xwe re li taxa Qabûn xanî kirê kirbû, lê xwediyê xaniyan pir tengahî ji me re çê dikir.Xanî giran dida me û dema ku mêvanine me dihatin, xwediyên xaniyan bi me de dixeyidîn.Carinan bi dizî dihatin, solên li ber deriyê odeyên me dijimartin, da nas bikin ka çend kes di odeyê de ne, jixwe dema ku sol zêdebana, derbasî odeyan dibûn û bi yê ku odê jê kirê kirî de, dixeyidî. Carinan digot hûn ê ji odeyê derkevin, min ode daye we sêyan an çaran, va hûn bûne garanek di odeyê de. Em diketin bin şermiyê me ji xwe şerim dikir çima ev wisa tînin serê me.
Me pir êş û qehir ji destê wan didît. Gelek caran em li pêşiya mêvanên xwe fedîkar dibûn.
Nezîrê Hemê di Iskan Eskerî de kar dikir. Hin hevalên wî yên Elewî hebûn, ew jî karmendên dezgeha Iskan Eskerî bûn. Wan xanî ji xwe re li Riz çêkiribûn jê re dibêjin çima tu jî nayî li vî qelaçî ji xwe re xaniyekî ava nakî, û ji kiriya xanî tewa nabî?
Di buhara sala 1983’an de Nezîrê Hemê yekem kesê bû ku çû li taxa Zor Ava xaniyek ji xwe re çêkir û ji min re got: Çima tu jî nayî vir?
Haşim dibêje ez jî çûm, me dest pê kir, xaniyek ji xwe re ava kir, lê polîsan hat xaniyê me xira kir. Carek- du car- sê car, ta ku me xanî ava kir.
Lê tişteke dî di wê nave re ji me re derket ew jî şêniyên Dumer bûn. Ji me re gotin ev erd ê me ye û çûn giliyê me li dadgehê kir?
Haşim dibêje em çend carî çûne dadgehê, lê li dadgehê ji şêniyên Dumer re gotin: Ev erdê hikûmetê ye, û hikûmetê ji we mitro bi pênc wereqan kiriye, tiştekî we bi tu kesan re nine…
Şêniyên Dumerê gotin ” Rast e, lê me nepejirandiye, em erdê xwe nafiroşin, em ji xwe re birincê tê de diçênin”
Haşim dibêje piştî ku çend caran em çûne dadgehê û hatin, dawî dadgehê bela xwe ji me vekir û nema şande pey me. Şîniyên Dumerê jî nema xuya kirin, bela wan ji me vebû, lê hikûmetê nedihişt em bi aramî xaniyan ji xwe re ava bikin.
Haşim bavê Danîş dibêje” Ez û Nezîrê Hemê li taxa Zor Ava bûne xwedî xanî û ji me pê ve kesê Kurd li wir nebû, lê li Riz gelek Elewî hebûn.
Di pey me re xelkên gundê Kengelo hatin, em bûne pênc şeş mal û her yekî ji me ji dostên xwe re got werin ji kirêya xaniyan xilas bibin.
Haşim dibêje av û enterîk nebû, me enterîk ji dûriya hezar mitrî ji xwe re anî, û av jî wisa. Lê me bi zorê ava ji xwe re dadigirt.Em serê sibehan diçûn kar, me nedizanî gelo dema êvarî em vegerin, wê xaniyên me hatibin xirakirin an wê tu kes bi ser zarokê me de neçûbûn û xanî xira nekirbin.
Lê dema ku kesekî nû dihat, bê ku em wî nas bikin, em tev diçûn alîkariya wî, me xaniyê wî di yek şevê de ava dikir. Hinan ji me xanî lê dikir, di ber re hinan diseyand, hinên dî xanî sipî dikir. Beriya ku roj hilê, me hin cilik li xênî datanîn, perde li pencereyan dida û zarok dixistin xênî da kû şaredarî xênî xira nekin.
Lê tevlî wisa jî, gelek caran şaredariyê polîs bi xwe re tannin, jin û zarok ji xênî derdixistin û xaniyê kû bi şev hatibû ava kirin xira dikirin.
Gelek caran jinan li polîsan dida, û hin cara jin ji xaniyan dernediketin û polîsan ew bi zorê derdixistin û xanî xira dikirin.
Lê wê êvarê yan êvara dî, car dî me ew xanî ava dikir carinan me hin pere didan şaredariyê da çavên xwe ji me bigirin.
Di wan salên pêşî de, çi Kurdê berê xwe bida taxa Zor Ava, bê kû em wî nas bikin, zilamên taxê tev pê ve diçûn alîkariya wî dikirin, ta kû xaniyê wî ava dikirin û zarokê wî dixistin xênî.
Di wê demê de, xelkên taxê pir bi tifaq bûn, wek malekê bûn û li ser hev nedidan.
Jixwe piraniya xelkên taxê karker bûn, û hostayê her karî bûn, ji lewma te hostayê çi bixwesta li taxê hebû û tevan alî hev belaş dikirin.
Ji lêkirinê ta bi enterîkê, ji avê, ji boyaxê.
Di wan salan de taxa Zor Ava wek malekê bû, ji her hêlê ve bi kêrî hev dihatin. Her yekî ji dostên xwe re şand ku werin, hêdî hêdî tax zêde bû û me bi zora xwe ew tax ava kir ji lewma jî me navê wê kir taxa Zor Ava.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 63′yan de hatiye weşandin