Mirov û civaka Rojavayê Kurdistanê nimûne ye, civaka Sûrî taybet:
Dema hêza civaka sivîl lawaz be, gelek pirsgirêk û alozî derdikevin, li rûyê jîngeh û cîwarê welat, welat tûşî bobelat û kambaxiyê dibe.
Lawazbûna hêza civaka sivîl dihêle ku, mirovên civaka sivîl ji hev dubeş û sêbeş bibin.
Nerîn û boçûnên civaka sivîl parçe dibin, bîr û baweriyên mirovên civakê şaş dimînin.
Derd û nexweşî pir û berçav dibin, dawiya dawî her kesên civaka sivîl hest bi nearamî û nêmnahiyê dikin. Û her demî gazind û giliyan ji ne dadweriya civakî dikin. Her kesên civaka sivîl xwe bêçare dibînin, kes li kesî nabin xwedî, her kes dibe xweperest.
Diyardeya ezîtî û nercisîyê diyar dibe. Pirsgirêk û nexweşî belav dibin. Piraniya mirovên civaka hêzlawaz, nizanin berê wan bi kû ve ye, çarenûsa wan ne diyar û tarî ye. Ji Giyanîtiyê ve jî lawaz dibin, hêvîbûna wan jî bi aliyê Xweda ve lawaz dibe….
Civaka Rojavayê Kurdistanê, taybet û civaka mirovên bajarê Qamişlo nimûne ye: Ez dibînim hêza civaka sivîl li bajarê Qamişlo gelekê lawaz e.
Piraniya mirovên wê xweperest, dilteng û gazindbêj xuya dikin, her demî ji rewşa xwe ya heyî bi zivêr in, ne qayil in. Her kes kar dike û hewil dide da ku xwe di aliyê şênberî û pereyan de, xwe bi hêz bike.
Ji xwarin û vexwarinê hez dikin bêhtirî sînorê xwe xurde dikin, dimezêxin xwarin û vexwarinê bi rapirî dixwin û qelew dibin.
Giringîpêdana tenduristiya xwe gelekê lawaz e,lê giringîpêda temtêl û dîmenên ji der ve yên leş, bûye diyardeya rojane. Anku mezinbûna zik, di her tiştî de çavlêker in, didin li dû modêla xwarin û vexwarinê, jixwe modêla cil û bergan çavlêkirin û diyardeya her kesî ye….
Lê mixabin, çavlêkirin û diyardeya zanîn û xwendinê, zanînheziyê winda û ne diyar e. Paşketin û nezanîn li ser rûyê civaka mirovên Qamişlo diyar û xuya ye. Bêhêvîtî, reşbînî, nenazikî, wekî çemê Ceqceqê diyar in û bi kîn diherikin….
Civaka Sûrî, civaka mirovên bajarê Helebê nimûne ye: Dema bêhtirî du salan şer û ceng lê gur dibû, di navbera hêza leşkerên rijêmê û guropên çekdar ên rikberiyê de, taxên bûyîn qada şer di nava her dû aliyên dijberî hev de, malwêranî bi hezaran mal û avahî hilweşiyan.
Hezaran kes birîndar û kuştî bûn, mirovên wan taxan birçî, penaber û derbeder bûn. Taxên Kurdan jî di nava vî şerî de, hatin topbarankirin, lê hêza Kurdî li ber xwe dide û xwe ragirt….
Piştî şer li Helebê bi dawî dihat, di vê navê de bajar wêran dibû, taxên Rojhilat bi tevahî. Lê Sûriyeke rasteqîn û welatparêz ku xwe bide nasîn, ji tu aliyan ve nebû.
Di nava alîgirên Rijêmê û alîgirên Rikberiyê de winda dibû. Ew bobelat û kambaxîya ku rû dida encama wê civaka hêzlawaz de, her dû alî jî tewanbar û gunehkar bûn…
Piraniya mezin ji gelê Sûrî yên Sunî, koçberî Tirkiyê bûn. Tevahiya wan ên Ereb, dibûn alîgir û hezkerên Erdogan û partiya wî ya desthilat.
Sala bûrî (2016), meha Sibatê heta dawiya her dû mehên biharê, leşkerên Tirkî, bi serokatiya Erdogan, bi hemî çekên giran bajarên Kurdan Topbaran dikirin. Mirovên bêguneh hatin kuştin û birîndarkirin, malên wan wêran dibûn, koçber û penaber dibûn. Lê penaberên Sûrî yên li Tirkiyê bi tevahî xwe bêdeng û nebihîstî dikirin, çavên xwe li ser kiryarên sitemkarîya Erdogan û leşkerên Tirkî digirtin.
Di wê demê de şer, malwêranî û kuştin li Sûriyê berdewam bûn. Koçber û penaberên Sûrî, xwe bêguneh û sitembar didîtin, lê xwe nedîtin dost û hevalên Kurdên bêguneh û sitembar ên wekî xwe… Xwe dîtin dijberî rijêma Sûrî, lê xwe dîtin heval û dilsozên Erdogan û sitemkariya wî ya dijminî Kurdan.
Gerek e, bêguneh û sitembar bibin dost û alîkarên hev, lê ne wisa ye, berûvajî. Heta hêza civaka sivîl lawaz be, dê bêhêvîtî diyar be, çareseriyê windayî be…..
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 63′yan de hatiye weşandin