SALA PAR
Li sala par
PAYÎZ bi te dagirtî bû
Dewla ewran tim ji deryaçeyên dêmê te mişt bû
Çilo di kutikên rezan de peqî bû
Bêlê PAYÎZ bû
Dilooooo……!
PAYÎZ bû
Mêw bi mêw…..
Awirên te li şûn goşiyan dalqî bûn
Peyala MIJDARÊ ranediwestî
Bi şanikên peldaran şa dibûm
Bi tiliya te ya hilavêjkê kenê bajarekî
Li koka darekê dinivîsand
PAYÎZ bû….
Di korta dil de
Îsal li sala par digere
Weşekên çîrokên dûrewariyê
Dike gurz di guldana berbangê wer dike
Neçar e îsal…
Bê te…
Min û PAYÎZÊ bi kîjan rengî bixemlîne
Merwa
2016.10.1
Merwa Birîm di sala 1969’an de li gundewarê bajarokê Reco yê devera Efrînê, ji dayîk bûye.
Xwendina xwe ya seretayî li Reco qedand û paşê malbata wê koçî bajarê Helebê kir.
KELRIJANDINEK
Hîn hefsarê dîrokê li singên konê EVDÊ ŞERQÊ digerî
Bi nepirçekan bi dêmê sibehê ketibû
Gola WANÊ…..
Ax.
Gola WANÊ….
Kongeha kulkovanan
Şihîna HEDBÊN ji pêlên avrabûnê te şeh dike
Li şûn simên zêrîn çavlirêbûna EDÛLÊ av dida
Dikir hawar digot :
Bila kulên me şil bin…..
Gurpînên me har bin
Birîna qaliq bigre dê zû ji bîr bibe
Welato….!
Hîn qada QULEMIŞKAN çavberjêr e
Her ku kurtanê şevê bi ronya heyvê kurt dibe
lîlava ZAGROS di tamarên min de birûskan diçîne
Bi ser xwe de dibarim
Digirîm…
Li benda gerikê….
Şikandina şûşeyên şebnemê
Belkî hîn keçîn be BUHAR….
Merwa
2017.2.10
RIYA HÊ SIN
Gava Homanê jorî
Li deşta BALYA hizrê çawîrê tevda
Bû qîjeqîja birûskan
Di navbera memikên tîbûnê de
Qelşên aramiyê tajan vedan
Û di movikên Bê de kuvarkan
Serî hildan…
Şirav di navika
Kulîlkên aşan de tîr bû
Payîz li baskên firfirkan banî
Şûr di ber navê de zer çirûsî…
Riya hêsin…….
Keriyê zingêr berve BAKUR dajot
Li wir…..
Di nav lêvên tûnêlê de
Fîtefîta ku di enîşkên çiyan de teviziye
Ji xwe şiyar dikir…
Giloka deziyê dû……
Ku li koka mijangên EMANUS aliye
Vedirşand….
Ax riya hêsin…
Li biçûkiya rawestgehekê
Digerî…
Kenê hêkinên gênim
Di Rodankên tirênê de
Diçand…
Li kalbûna golên baranê
Di koşa aşekî de dida girî
Bîra êgir î tu…
Tenê ez bi zimanê te dizanim
Ax riya hêsin…!
Qufa te jî qul e mîna tûrikê min
Li Helebê xwendina xwe berdewam kir, û bû xwendevana beşê Wêjeya Ingilîzî, lê xwendina xwe bi dawî nekir.
Di ciwaniya xwe de dest bi nivîsa Kurdî kiriye, û bi hostayî berhevokên wêjeyî dirêse.
Li gelek rojname, kovar û malperan dinivîse, û bi sedan ji helbest û çîrokên wê belav bûne.
WELATÊ SIHAN
Tev kolanên bêdengiyê
Di quncikên romana biyaniyê de
Lavêjên lal fêrî xwendinê dikim
Sê heyvan ji tûrikê demê didizim
Dibim parseka çîvçîva meqesokên çavan
Hêlûnan didim ber tivika hestan
Seranserî firehbûna delîvê …
Aşên bê bîranînan dihêre ..
Çendî genimê dil diweşînim taximan
Dîsa…
Nikarim stiwê rêwîtiyê badim
Salê carekê…
Banga min pişta aliyan qiloç dike
Pêl di hev wer dibin
Li pey gavên lezok direyin
Guharên xoyê ji guhên bajarê sipî dikevin
Û….
Rojê carekê…
Xwedê giyanê min bi nexşeya sihên
te ve didirû…
Her ku min bi piyê siyekê girt
Ku bi kaniya roniyê bişom…
Xêtir ji tiliyan dixweze
Di cobelên giyên de winda dibe
Bi dilopek xunav ku ji eniya siha dawî ketiye
Hêviyên hevdîtinê şil dikim
Li ser şaxên qeşayê dibe solîna
Sihan…
Temenê hêviyan kin e
Û wek min gunehê darên tiwê nîne
Ku sî li ber êvaran bi têkçûnê dişwitîne..
Bi kû de herim…
Welatê sihên te me
Çenteyê koçkirina te me
Penabera sawên şevtariyên te me
Siha ku ji bêrika sihên te ketî me
Helbestvan û nivîskar Merwa Birîm, gelek xelat wergirtine,
ji wan: Xelata Kemal Henan a Pesendkirina Zimanê Kurdî û Xelata Roja Rojnamevanîya Kurdî li Efrînê…
LI BER DERIYÊ SIBÊ
Mîna dilopek baran
Ku di bin çermê zemînê de
Goreke bê kêl vedikole
Çavan dadimirîne
Jiyanê bi mirinê vedijîne
Di nav tiliyên çawîrê re
Li ramûsanên zîvî digere
Quncikên te jî pir in…
Nizanim di kîjanî de bimirim
Û ji kîjanî vegerim daristanan
Da ku spîndar di payîza te de
Bi henran ducanî bibe..
Ma ji kîjan heriyê Xwedê tu afirandî…
Dînooooo…!
Çiqasî te hûrik dihêrim
Li sirt û tepelan Berba dikim
Di bin çengê sibehên min de
Dîsa şîn dibî…
Ma mirin bi te
Rûçikekî jiyanê ye…?
Divê tim mîna kaniyan jê biherikim
Yan di kûrahiyê de xwe li riçan bigerînim
Weku bê te jiyan mirin e
Mirin bo te jiyan e
Aniha ber bi nivîsandina romanê ve diçe, û li nêv destên wê romanek heye û dê di demeke nêz de bide çapê..
MEÇE
Di dêmê te de
Li hêviyên bajarekî vêketî digerim
Kolan bi kolan şeh dikim
Meçe….
Looooooo…!
Ta firkên riyan bi te tijî dikim
Buharê dihevojim avgula te
Ta pêjnên ku di paş deriyan de
Dinalin serberdayî dikim
Meçe….
Ta şev li şeva tê vedigere
Di peyala qehweyê de dimeye…
Û çîrokan guf dike…
Da ku heyv kenê te bişopîne
Û dawî di nav tiliyên destpêkê de can bide
Meçe…..
Bila li ser girên berbangê
Lezewerd bi çêlikên xwe şa bibe
Meçe
SÊKOŞEYA BERMODA
Ez ê royê vemirînim..
Heyvê kûûûrik bikim
Çavên şevê damirînim
Stêran di eniya te de birjînim
Ewrên bi ficikên bê pînekirî
Li zozanên dêmê te biçêrînim
Ez ê royê vemirînim…
Ji çîkdana çavan di bin pêyên te de
Volqanên damiryayî vêxînim
Lêêêê…
Ez ketime bextê te û Xwedê
Tevî ku dikarim
Gerdûnê biceliqînim
Hesareyan di quncikên
helbestê de bipeqînim
Çîvçîva tivîrkan….
Ji navika bêdengiyê biafrînim..
Dizanim Sêkoşeya BERMODA yî tu
Rêya vegerê kor e..
Nihêrînên te pêdariya min dirizînin
Çima tu nizanî…?
Bi dilopek baran jî birîn dibim
Bi bihna sicê bi darve dibim
TEJEKE KEVZÊ
Axtirmeyên temwnekî çi bûn
Bi te re çi bûn…?
Êdî bes e loooooo…!
Ji hilçûna bîranînan
Tevdana mîl û heriyê
Ji reng û çîrokên BUHARê westî me
Bes e……….
Bes e..
Ji qijilandina baskên HAVÎNê
Avkirina rewrewkan
Ji vemirandina birûskan
Û vêxistina baranê
Rojane vedipekim
Sedasalan diguvişim peyala kêlîkekê
Ku pal daye bihna te
Çima ew girêka eniyê sist nabe…?
Hawîkên çavên te mîna pêjînkan
Li movikên deryaya min gerîne
Mîna dargerînkan ku li bejna darekê xwe pêçandine..
Te kirim tejekî kevzî ji çogvedanê çirmîş dibe
Tenê ba dizane qulbe bi kû de ye
Ez ê temenekî din ji kê bidizim
Da ku dûvê royê li koka hêviyekê bialînim
Û te bi roj kedî bikim
Kilîtên şevê di berîka Xwedê de kayîkê dikin
Tiliyên min gez dikin
Ji ber ku min ji te re
Tarî jî bost bi bost qul kir
TÛRIKÊ SIBEHEKÊ
Ji bilî te re şorax im
Hemû tov di naxên min de dihelin
Çirsûk dibin rêçên newêrek
Bi dînokiya çemê Ferêt re berve te diherikim
Bendavan hildiweşînim
Di hezar golên çavên te de dimeyim
Xumxuma min dibe tejê nimêja henaseyên çolavî
Ji bilî rêkoka di eniya te de ku berçep enîşkên baranê radimûse…
Kavilkirî ne hemû rê….
De
Vemirîne malçireyan
Dizanim ez
Riya keştîgehan dizanim
Korkî kerwanê keştiyan dajom peravan
Ji mêêêj
Min sibeh ji xew şiyar nekirine
Ne jî sitû bi gerdenê qûmî nepeçiniye
Kefkopik ji pişta pêlan bi çoş neguvaştiye
DILSOZIYA ÊVARÊ
Êvar bi êvar
Gava bi te dagirtî…
Vedigere êvar.
Mîna hingeke bi şîlavê avis
Mêşdankê hildiweşînim
Di korteçenga te de.
Li ser zendên bihna sicê
Xulmaş dibim..
Êvar bi êvar
Diloooooo….!
Êvar bi êvar
Dibim zeviyekî bejî
Şikestinên barana te
Di hinavên min de dimeyin.
Û.
Tewşankî ji hungulka êvarê.
Tu diweşî.
Di qulikên çermê min re.
Ta bi ta tu şîn dibî
Ta qirika hingûrê mor dibe.
Gewriya xwe didirînim
Dengê min dibe bilûra te.
Awaza di guhan de har dibin
Da ku êvar soza xwe nexwe.
Û vegere…..
Êvar bi êvar…..
XEWNEROJEK
Çopalê heyvê êrfok bû
Li kêleka xewnekê ji hev ket
Di hinavên qûmê de hûr hûr bû
Tiliyên şevê heliyan
Berbangê çêlikên roniyê qundaq kirin
Bi dûvê bê re xuşirtî bi kelman ket
Kum ji serê palûtan firî…
Serqot e ev sibeh
Tazî ne zendên dûriyê
Gizre ye çermê bêjeyan
Û helbestek di kevzê de avjeniyê dike
Berî birîna eniya te qaliq bigre
Were…
Kêliyên çoşê hene
Benîştokê bîrêkirinê jî derman e
Ey şîrmijê çemên asê….!
Em pelên daran bikin nivîna dehsalan
Êdî bes e PAYÎZÊ nemale bi çavan
Ne li têkçûna temen…
Li minareya mizgeftekê digeriyam
Rastî birîna eniyê hatim
Zengilê kulan dagirî
Aaaaax dilooo..!
Çavekî min dest ji xewnê bernade
Yê din jî pêjna te di nav pêlan dipê
Belkî….
Stiwê rojê liyan nebe
Li ber dergehê êvarê poşman bibe
Û agir diwê xwe daqurtîne
WELATÊ SIHAN
Tev kolanên bêdengiyê
Di quncikên romana biyaniyê de
Lavêjên lal fêrî xwendinê dikim
Sê heyvan ji tûrikê demê didizim
Dibim parseka çîvçîva meqesokên çavan
Hêlûnan didim ber tivika hestan
Seranserî firehbûna delîvê …
Aşên bê bîranînan dihêre ..
Çendî genimê dil diweşînim taximan
Dîsa…
Nikarim stiwê rêwîtiyê badim
Salê carekê…
Banga min pişta aliyan qiloç dike
Pêl di hev wer dibin
Li pey gavên lezok direyin
Guharên xoyê ji guhên bajarê sipî dikevin
Û….
Rojê carekê…
Xwedê giyanê min bi nexşeya sihên
te ve didirû…
Her ku min bi piyê siyekê girt
Ku bi kaniya roniyê bişom…
Xêtir ji tiliyan dixwaze
Di cobelên giyên de winda dibe
Bi dilopek xunav ku ji eniya siha dawî ketiye
Hêviyên hevdîtinê şil dikim
Li ser şaxên qeşayê dibe solîna
Sihan…
Temenê hêviyan kin e
Û wek min gunehê darên tiwê nîne
Ku sî li ber êvaran bi têkçûnê dişwitîne..
Bi kû de herim…
Welatê sihên te me
Çenteyê koçkirina te me
Penabera sawên şevtariyên te me
Siha ku ji berîka sihên te ketî me
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 63′yan de hatine weşandin