Ji beriya ku “Buhara Ereban” di sala 2010’de li Tunisê dest pê bike, ger hinekan rewşa Rojava û Kurdên li wê derê ji min bipirsiya; bi tenê gotineke êrênî/pozîtîf li ser siberoja sîyasî ya Rojava min nedigot!
Li her çar goşeyên Rojava, li ser her misteke axa wê, cihê sima zordarên pêxwas (Anku Be’esî) xuya dikir û gelên Rojava ji hemû hêlan ve dihatin guvaştin!
Destpêka “BUHARA EREBAN” li Sûryê, piştî paşhatên li Tunis û Misrê, êdî di sala 2011’an de agir (Buhar) gihişt nava xaka Sûrî jî.
Ji bo fetisandina şoreşê, Rejîma Başar Elesed, hemû derfetên xwe û cûreyên çekan bi kar anî (çekên kîmawî)!
Hemî dewletên zilhêz ên sermayedar û hemî dewletên derdor, tevan daxwazkarên bicihanîna berjewendîyên xwe di nava xaka Sûrî de bûn.
Loma, pêdivîya bi hevpeymanên çekdar li Sûryê zêdetir bûn, her dewletekê vebêrhênana xwe li ser komekê dikir.
Rêxistina DA’İŞ’ê jî ku çengek bû ji hêza Al QAIDA (Ku Emerîka li dijî Artêşa Sor a Sovyetê di salên 80’î de li Efganistanê demezirandibû) piştre Al NUSRA bû, ji nava vê xirecirê pişkivî bû.
DESTPÊKA RÊXISTINA HOVANE (DA’IŞ)
Piştî gurbûna şer li SURÎ û nekirkêrîya rêjîmê; ku ne pêkan bû çareseriyeke siyasî ji bo kêşeyan bibîne, hemû derfet û hişmendiya xwe ji bo berdewamîya desthilatdarîya xwe xerc dikir, vê yekê rê li ber rêxistinên tûndrew vedikir û gel jî bi ser van rêxistinên selefî û faşîzane de ço dibûn! Rêxistina DA’IŞê jî ji van arîşeyên herêmê xûliqî, mezin û gelhêz bû!
Di navbera çend hefteyan de, pirî xaka dewletên Îraq û Sûryê dagir kirin! Mezintirîn bajarên van dewletan mîna bajarên: Felûca, Tikrît, Mûsil, Reqa, Heleb, Dêra Zor, Til Afer û Şengal di nava demekî kûrt de dihatin desteserkirin.
Êdî DA’İŞ bûbû meqnetîza hemû Musilmanên tûndrew li seranserî cîhanê.
Lê, li dijî hemû texmînên strateciyan ê leşkerî ku DA’İŞ dê berê xwe bide Bexdayê û dagir bike, naxêr! DA’İŞê berê xwe dabû Kurdan û Kurd dijminê xwe yî herî sereke îlan kiribû!
Di demekî kin de gelek bajarên Kurdan li Başûr û Rojava digir kir. Lê ev ne besî DA’İŞ bû! Piştî hovîtî û komkûjîya li ser Êzdîyan li Şengalê, êdî berê xwe dabû Kobanê.
DA’İŞ! KOBANÊ
Ne şaş e ger em bibêjin: Destdirêjîya DA’İŞê li ser xaka KOBANÊ û li ser xaka Kurdan bi gelemperî, bû destpêka dawîya wê!
Bi ceng û mêrxasîya keç û xortên Kurdan, bi pêşîvanîya YPG û YPJ, êdî dunya gihiştibû vê baweriyê ku têkçûna DA’İŞê pêkan e!
Şerê Kurdan ê Kobanê bûbû sedema bixwebawerbûna Kurdan û pêbaweriya tevahîya cîhanê.
Di serdema desthilatdarîya Obama de, her çi qas Alîkarî dabe Rojava jî; lê ji dudilîtîyê xelas nebûbû..
Bi ezmûnên desthilatdarîya Obama û hevkarîya bi Turkyê re, gelek caran Emerîka hatibû “xapandin” û êdî ji Emerikîyan re hişkire bûbû, Turkye/Erdogan ne hevkarekî rasteqîn e û “Bawerîya wan” ji Tirkan re lawaz bûbû.
Veberhênana Emerîka û ezmûnên wê bi çekirin û perwerdeya leşkerî ya “Artêşa Azad” li ser şêwirmendîya Erdogan, tev de fihêtî û rûreşî bû ji Emerîka re.
Bi zîvronek, hemû desteka Emerîka ji bo “Artêşa Azad” (Ku Turkîyê damezirandibû) dibû alîkarî ji bo DA’İŞê û dibû bela serê Emerîka, Kurdan û hemû dunyayê!
Daxwazeka Turkan/Erdogan hebû; ew jî ku Kurdan bê statûyeka rewa bihêle û Kurdan têk bibe.
Jixwe haya Emerîka ji pêwendîyên Turkan bi rêxistina hoveber a DA’İŞ re hebû. Lê ji ber gelek sedeman Obama daxwazkarê sîyaseteka “nerm/xav” bû li gel Turkyê.
SERDEMA TRUMP
Di nava van galemşe û kêşeyên herêmê de, stêrka Kurdan nû geş dibû. Bi şerê li dijî rêxistina hoveber a DA’İŞê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, êdî Kurd jî bûbûn vebijêrkek/hêzek li Rojhilata Naverast. Di kampanya hilbijartinan de rêzdar D. J. TRUMP, hişkire politîka Obama û desthilatdarîya wî der barê Kurdan de rexne dikir û tekez dikir ku ew ê Kurdan bêtir destek bike.
Bê şek birêz Serokê Emerîka Trump, sozên xwe bi cih anîn û bi lez dest bi pirçekirina hêzên HSD’ê kir. Ev pêngava giranbuha, tevlî hemû helwestên Turkyê ku hemî cûre û fersendên xwe yên dewletî (aborî, leşkerî, dîplomasî û hwd) li ber Emerîka raxistin, lê tu sûd wernegirt.
Ev pêngaveke zêrîn, bêhempa û dîrokî ye ji bo siberoja Kurdan!
Tu yarmetî, hevpeymanî û dostanî li Rojhilata Navîn ne ebedî ye… Pirsgirêka herî mezin a Kurdan; ewrê tarî li ser asoya ramyarî ya xwemalîya Kurdan e, hêvîdar im vê paradîgmayê biguherînin û van fersendên dîrokî beravêtî nekin…
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 63′yan de hatiye weşandin