(Xwedê em bi du guhan û zimanekî afirandin, da em guhdar bikin bêhtir ji ku biaxivin). Suqrat.
Guhdarkirin awayekî navgîniyê sereke ye, alava wê jî ziman e, bêyî wê em nikarin nameyên kesên derdora xwe werbigrin, ew nameyên radijin hest û ramanên wan,lê tiştê girîng ew e ku tu nikarî rêzgirtinê ji derdora xwe bistînî bêyî ku tu guhdêrekî baş be, dibêjin: guhdêrê baş axêverekî baş e.
Mixabin pir kes di civaka me de hene rahiştine çandeke çewt, ew di wê baweriyê de ne ku tu çiqas biaxivî û kesê din yê pêşberî xwe ji axêver bike guhdêr ji xwe re, tu ewqas zane diyar dibî. wilo em di civatên xwe de dibînin deh bi hev re dipeyivin, yek jî dengê yê din nake.
Lê Can Cak Roso (feylesûfekî Swêsrî ye) dibêje: Xelkên hindik zanin pir diaxivin û yên pir dizanin hindik diaxivin. Bêtir ji vê jî carna kesê din dixwaze li ser nerîna axêverekî tekez bike, lê mixabin diktatorê payebilind rê nade ku ev gotûbêj bigihe lihevhatinekê yan armanca xwe (navgînî û nêzîkirin) pêk bînî, ev jî janeke xirab e.
Ji bo em bi vê janê nekevin, divê em zanibin ku mebesta her axaftinekê girêdana têkiliyê ye, ev têkilî jî du alî jê re divin, gava tu li aliyê din guhdar bikî bi rêzgirtin û guhdan, tevî hin alavên xurtkirina têkiliyê wek (berken, hejandina serî û erêkirin bi çavan) bikar bînî, tê encamine bi sûde wergirî, ji ber tê baweriyê ji hevpeyvê xwe bistînî, tê wî amade bikî ku ew jî ji te re guhdêrekî baş bî, ya herî giring jî ku wê encam yan çare ji mijara axaftinê re hebe, di riya bandor û pejirandina nerînan ji her du aliyan.
Li dawiyê, tu nikarî pendyar û zanyarekî bê guh bî, ji ber zarokek jî bi balkêşî û bi rastî li te guhdar nakî, eger tu lê guhdar nekî.
Hekîm Ehmed