Gelo nakokî û pirsgirêk di mala te de çêdibin? Ma ev nakokî te dêşînin û reşbîn dikin? Ne xemgîn be, ji ber ev rewşa piraniya malbatan e, di vê mijarê de pispora pirsên malbatî Rênê Balkom 5 şîretan dide me ji bo çareseriyê:
1₋ Bibihîze û ne nerxîne: Bi malbatê re bi aramî bipeyive, eger mijara hevpeyvînê li ser te be û tiştê tê gotin li te nexweş hatin, gotina xwe kurt bike û li her gotinekê nevegerîne, ji ber tê li vir pir hestiyar bî, tê bêhnteng bibî ji gotineke biçûk çimkî mijara hevpeyvînê tu ye.
2₋ Têgihiştî be: Hewl bide ku tu kesayetiyên malbata xwe nasbikî, da tu karibe tast têbighêjî li ber nerîn û kiryarên wan, ev dihêle tu wan bipejirînî û win dijberî hev ne sekinin.
3₋ Razên wan belav neke: Gava yek ji malbatê tiştekî xwe yê taybet ji te re got, neçe ji kesekî din re ne bêje, ji ber vedana razan di nav endamên malbatê de, wê bihêle ku nakokî pir bibin û bawerî kêm bibe.
4₋ Pirsgirêkan hembêz neke: Bi gelemperî nekeve nav nakokiyên di navbera kesên malbatê de, ji ber tu tu sûdeyê ji vê nagirî, lê belkî carna tu xwe bavêjî nav nakokiyekê û encam neyînî be, li dawiyê wê loman ji te bikin û te sûcdar bikin.
5₋ Malperwer be: Ji bo tu dûrî nakokiyan bikeve, divê tu bê merc û pêşbînî ji malbata xwe hesbikî, ji wan hes bike ji ber ew nêzîktirîn kes ji te re ne, lê pir geşbîniyan bi wan ve girênede, da hêviyên te bi wan re têk neçin, bese ku li nik te bin û bi tenduristiyeke baş bin.