Merwan Berekat
Dema ku…
pirtûkekê dixwînim
li pêş çavên min
xêz dibin mijangên te yên têrkila
û xewna şevên sêwî
bi wan mijûl dibin.
Tîp dibin..
wêneya kenê te
bêzariya dil koçber dikin.
Bêje dibin…
awirên çavên belek
rewanê min serxweş dikin.
Xal dibin….
şana li dêma te ya rastê
tajanên ramûsanan
ew li ser lêvên bîrveçûyî siwar dibin.
Hevok dibin keziyên te
yên bi hêviyan hatine hûnandin
ew min dikin..
wek nêrîneke serxweş
û bêşop…
di rûpelê de didelim
hemû xal,
bêje,
hevok û xêzan
bi coşa ramûsanan..
ez mor dikim.