Dibêjin carekê mîrê Milan û şêwirdarê xwe li bajarê Mêrdînê digeriyan, rastî avahiyekê hatin, dîtin ku pîrekek li ser qesrê rûniştî ye. Meriv ne bixwe û ne jî vexwe, hema ji xwe re lê binêre, hingî spehî û bedew e .
Mîr pirsî, gelo ev avahiya kê ye ?
Jê re gotin: Avanhiya yekî necar e .
Mîr vegeriya dîwanê, şand dû yê necar û jê re got: Ji niha û sê rojên dî ez sê ferd kapeka dara ji te dixwazim, ji ber ku dinya zivistan e û erd herî ye, em ê wê kapekê li ber lingên hespên leşkeran bireşînin ji bo hîndariyê, û eger tu neynî wê serê te bê jêkirin .
Necar got: Mîrê min, bi Xwedê ji niha û heya du salên din ez bişuxulim, sê ferd kapek çê nabin .
Mîr got: Ez nizanim divê tu bînî .
Necar bi dilekî şikestî hate mal rûnişt, jina wî hate teniştê rûnişt. Nerî ku mêrê wê bêmade .
Jina wî gotê: Çima tu bêmad î?
-Necar;çi tiştê di nav wî û mîr de çêbû, jê re got .
– Jina wî jê re got: Hoste necar, rakev weke her car, Xwedê yek e, dergeh hezar. Ma tu ji kû zanî, ku serê sibehê qiyasa tabûta mîr ji te re bê. Ji ber ku pêşiyan gotine: ( Meriv tevdîra dike û Xwedê teqdîra dike ) .
Sibehê zû, dîtin hinek li derî dixin. Necar rabû û qefist û lerizî û got:
– Va hatin min .
Jina wî rabû derî vekir, dît ku sê leşker li ber derî ne û nexek di destên wan de ye, ji jinikê re gotin: Mîr îşev mir ,û divê necar tabûtekê jê re çê bike .
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 62’yan de hatiye weşandin. 1.6.2017