Rojekê civata mîrê Botan geriya bû, ji wezîrê xwe re got:Rabe tasek av bide min.Wezîr rabû tasek av jê re anî, berî ku tasê bigihîne destên wezîr , ji fediyan tas ji destên wezîr ket.Çingîn jê hat.Ava tê de li dîwanê bela bû.Mîr gelekî qehirî, ji wezîr re got: Dema çingîn ji tasê hat çi got.?؟.ma çingîn ji tasê hat çi gotî.ezîr , ji fediya tas ji destan ket!
Wezîr got: Mîrê min ma ez ji kû zanim çi got.
Mîr got: Ez bi eniya bavê xwe kim ji niha heya sibehê ku tu ji min re nebêjî vê tasê çi got, ez ê serê te jê bikim.
Wezîr dilbixem hat malê, keça wî dît ku bavê wê gelek diponije.Li cemê rûnişt û got: Bavo ma te xêr e, çima diponijî?
Wezîr mesela xwe û mîr û tasê jê re got.
Keçikê got: Yabo, ez ê çingîna tasê ji tw rw bêjim.
Wezîr got:Ka bêje keça min.
Keça wî got: Dema çingîn ji tasê hat got: Ez berê kulmek ax bûm, hoste ez anîm kirim nav avê û di firnê de ez kelandim, heya bûm wek qeymaxê li ser avê baş dam hev, ez li ber bayê cemidandim, heya ku sar bûm. Ez kirim wek gİlok.Ez kirim deve matê û ez kirim kûra agir, heya sor bûm. Ez danîm ser sindanê û ez çep û rast qulipandim, hin bi hinik ez tenik kirim, heya ez kirim vî qalibî.
Paşê ez bi ava zîv û zêr kil dam, ta ku ez ketim vî rengê xweşik.
Ji ber vê yekê tu dibînî nuh ez ketim ser destê hakim û wezîran û ez ketim ser dev û lêvan wan.
Sibehê wezîr hat dîwanê û wisa ji mîr re got. Mîr got:Rast e, lê kê ji te re got.Wezîr got: Mîrê min keça min gotiye.
Mîr rabû ew keçik ji kurê xwe re xwest û anî.
Her wekî Tîrêj gotiye:
Heya tu pir newestî der xebatê
Tu nagihêjî tu daxwaza birader
Bi te,bê tu dibî zana û xwenda
Xwe digihînî civata şah û qeyser
Serpêhatiyên Kurdan..Seydayê Tîrêj
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 62’yan de hatiye weşandin. 1.6.2017