“Pistepist û gumana kesên derdorê ez kuştime. Jin bi çavekî kêm û mêr bi keysbazî li min meyze dikin. Ez her melûl û pûç im, ez her tawanbar û gumanbar im.”
“Pêxember nimûneya misilmanan e, wî 13 jin li xwe mehir kirin, jineke tenê keç bû dema anî, yên din her 12 bî û berdayî bûn.”
Lêpirsîn: Ferîd Mîtan
Jina berdayî! Di civakê de çawa navê wê tê bihîstin, nîgaş û nêrîna mirovan di cî de ber bi wêneyên xerab ve diçe.Dibe ku ew wêneya jineke nebaş û rêzder be, yan jî jineke serhişk û xwefiroş be.
Lê berevajî wê, tu kes pêşbîn nake ku vê jinê xwe ji zordarî û sitemkariyeke herdemî rizgar kiribe û tu mirov rêzê ji vê helwestê re raber nake.
Mêr bi hêsanî jinê diguhere û nû dike, bêyî ku mesqalek ji buhayê wî bikeve.
Lê jin, çawa hat berdan, di çavên derdorê de nirx û giraniya wê têk diçe.
Jixwe di van çend salên dawî de, asta berdanê li heremên me ber bi zêdebûbê ve çûye, û li gorî amarên fermî yên Rêxistina Sara a Dijî Tundiya Ser Jinê, li sala 2016’an 778 rewşên berdanê li herêmên Rojava rû dane.
Ji bo nirxandina mijarê, Endama Encumena Rêvebir A Rêxistina Sara Esmehan Mihemed wiha dibêje “Di dema dawî de rewşên berdanê gelek zêde bûne, amara me ji bo sala 2016’an, 778 rewşên berdanê li seranserî Rojava ye.
Der barê nerîna li ser jina berdayî, helwest û nerînên cûrbicûr ji civakê der tên.
Çîna rewşenbîr û xwendayan vê yekê bi tu rengan nabînin kêmasî.
Çîneke din li civakê heye, tu dikarî bêjî yên gundewaran an jî kesên olperest, em nabêjin nerîneke herî tund li jina berdayî dimeyzînin, lê car dî gelek pê dilgiran in û bi çavekî dadmend mijarê nanirxînin.”
Nimûneyeke berçav ku vê bobelat û zoriyê dijî, xanimeke nediviya eşkere navê xwe bide (M.D). Temen 38 salî ye.Ev heye 10 sal berdayî ye û dêya 2 zarokan e(Law 16 salî ye. Keç 14 salî ye). Derçûya beşê Zanistên Xwezayî ye.
Serbihorî û astengiyên ku dijî wisa vegot:
“Ji ber ku hevjînê min tu guhdan bi zarokên xwe nedikir, ez hem dê, hem jî bav bûm di yek demê de.
Piştî alozbûna têkiliyê di navbera me de, bi tenê rêya berdanê li ber me vekirî ma, me hev du berda.
“Pistepist û gumana kesên derdorê ez kuştime.Jin bi çavekî kêm û mêr bi keysbazî li min meyze dikin.Ez her melûl û pûç im, ez her tawanbar û gumanbar im.”
Ez bi dêya xwe ya pîr re dijîm.Tu kes nandarê me nîn e, ji vê yekê ez her li kar digeriyam, lê dema ez ber bi kîjan karî ve biçûma, yên rêvebir pirsa jêhat û karînên min nedikir, bi tenê dema nas dikir ez berdayî me, çavên xwe li têkilî û elaqeteke nerewa digerandin, ji vê yekê min dest ji gelek karan berda. Ez waneyên taybet didim û bi tenê mûçeyê min 13 hezar e”.
Xanim M.D dibêje ku ta, ji bilî kesên derdor, ta mirovên herî nêzîk ji wê, ew êşand, û wiha dewam kir
“Hevalên min ên herî nêzîk di pişt berdana min re, xwe ji min dûr kirin, ji ber ku ji xwe re dibêjin ku ez ê hevjînê wan ji wan bidizim!!
Eger min bivê ez ji nû ve bizewicim jî, du bijartek li ber min in: An ez ê bi mirovekî ku 20 salan ji min mezintir re bizewcim, an jî ez ê dest ji zarokên xwe berdim ku kesî wan nîn e ji min pê ve.”
Zanyarên civakê, sedemên vê nerîna qels a li ser jinê, bi hişmendiya civak û olê ve didin girêdan, ji lew re Civaknas û Rêvebira Rêxistina CCSD li Qamişlo Dunya Fewaz wiha got
“Gelek sedem hene, bêhtirî xwe sedemên civakî ku girêdayî kevneşopî û norman e, hişmendiya êlîtî(Eşîrtî) û civakê, û malbata ku tê de rabûye jî.
Bav, dibîne ku şermiyek e ku keça wî hatiye berdan.
Di ola Mislimantiyê de jî bi sûcekî mezin li berdanê tê nihartin, ji ber ayetek heye dibêje(Helaliya Herî Nebaş Li Rex Xweda, Berdan e), tê xuyakirin ku tiştekî gelek zor e, êdî jina berdayî dê li jêr serdestiya bav û birayên xwe bijî.”
Civaknas Dunya Fewaz, her wiha dibêje ku divê hin zagon ji aliyê rêveberiyê ve werin destnîşankirin,ji bo bidestxistina mafên jina berdayî, û wisa dewam kir
“Pêwîstî pê heye ku mûçeyek ji aliyê rêveberiyê ve ji zarokên wê re were terxankirin, eger zarok hebin. Ez bawer im Desteya Jinê di vî barî de kar dike, tevlî vê yekê jî divê ku hin zagon werin danîn ku mafê jinê ji van aliyan ve were parastin.”
Olzanên misilman jî vê yekê red dikin, û dibêjin tu ol û rêbazan wekî misilmantiyê mafê jina berdayî neparstiye. Mele Egîdê Mihemed Se’îdê Emîn Ku Bêjerê Migevta Ibrahîm Elxelîl e û diblom di Şerî’a de wergirtiye, wiha dibêje
” Tekez ez dibêjim çi têkiliya vê yekê bi Misilmantiyê re nîne, û ev ji nîr û kevneşopiyên civakê ye. Ji hemî aliyan ve jin parastî ye û nirxekî xwe yê buha heye, ta ku Yezdan buheşta mêran êxistiye di bin lingên jinê de.
Em ê werin ser xala sereke, heçî civaka Islamî ye, ne civaka aniha; lê civaka Islamî ya resen, qet bi nerîna kêmatiyê li jina berdayî nameyzîne, eger em vegerin dîrokê, di dema pêxember de û ta demeke nêzîk jî, jina berdayî dihate mehirkirin bêyî ku çi pirsgirêk hebe, di pişt berdanê re jî çêlên jina berdayî hebû, dema ew çêl diqediya di cî de mêrekî xwe dikir.
Ola Islamî ta bi hetsên mirovan jî di ber çavan re ragirtiye û ji vê yekê eger dilê jinê li mêrê wê ne xweş be, yan dilê wê nebije mêrê wê, mafekî rewa ye ji bo wê ku xwe bide berdan.”
Di nava axaftina xwe de, Mele Egîd mînakek ji nimûneya Misilmanan Pêxember Muhemed(Silavên Xwedê li serê) da û wiha angaşta xwe xurt kir
“Pêxember nimûneya misilmanan e, wî 13 jin li xwe mehir kirin, jineke tenê keç bû dema anî, yên din her 12 bî û berdayî bûn. Jixwe dêya me Xedîce, ji beriya Pêxember du zilam kiribûn.Gelo kîjan xortê me yê vê demê, qîma xwe tîne ku jineke du mêr berê kiribin bîne û li xwe mehir bike?”
Hemî alîyên heyî, vê gunehbariyê ji stûyê xwe derdixin, bêyî ku çi rêyên gucaw ji bo rizgarkirina vê jinê bidin peydakirin.
Hişmendiya mêrîtî, ji aliyekî ve bend û rêzikên civak, ol û eşîran li gel nezaniya kor , li ser serê vê jinê dibin yek û wê diçewisînin. Rast e wekî nav lê tê kirin,jê re “berdan” dibêjin, lê di rastbîniya me de girêdan e.Ev diyarde bi xwe jî, wekî pîvenekê ye ji bo naskirina wekheviya di navbera jin û mêr de ,her wiha neynikek e ji bo vedîtina asta pêşketin û peydabûna hestên dilovanî û mirovahî li her civakê.
Ev lêpirsîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara 62’yan de hatiye weşandin. 1.6.2017