Wêneyê Salihê Heydo wî dide nasîn ku ew kî ye, û tim ew bi vî rengê kurdewarî û filoklorî tê xwiyanî kirin ,û di festîvalan de û di civatên kurdewarî de ew wisa hazir dibe û tim cemawer li benda wî ne, ta ku
ew raje maykê, û helbestan bi xwîne.
Îro em li civata wî ne, ji bo em û hûn baş wî nas bikin.
Helbestevan Salihê Heydo kî ye?
Navê min Salihê Heydo ye di 1957 an de, li gundê Hisê Oso yê liser şarûçkê bajarê amûdê hatime dinê , di malbateke kurdewarî de û sirûştekî kurdînî de perwerde bûme .
malbateke guhvedêrê kultûr û hunera kurdî bû , û bavê min timî di wê demê de helbestên Melayê Cizîrî û Ehmedê xanî û Feqhê Teyran ji me re dixwendin , yê bi tenê bû ku radyoya wî hebû di wê hêlê de.
Di wê radyoyê de me guhdariya weşana izgiha Êrîvanê dikir .
Û min xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe bi dumahî kir û qunaxa amadekarî li bajarê Hisiça xwend .
Bavê min yekemîn kes bû ku wêrîn dane min ji bo fêrbûna zimanê xwe yê zikmakî û hezkirina Helbest û stirana kurdî û gelek gotin di stiranên Êrîvanê de hebûn wî ji me re şîrove dikirin.
We kengî dest bi helbestê kir?
Di sala 1968an de min yekemîn Helbest nivîsî û di sala 1976an de yekemîn helbesta min hate weşandin di govara Gulistanê de , û ta îro.
Berhemên we yê çapkirî çi ne?
Berhemê min a yekê dîwana
kêferat 1985. Helbest
Serpêhatiya perîşan û memê Şivan 1985.
Dastana helbestî.
Birîna kûr 1988.
Serpêhatiya Tûmazê kildanî û Axayê Şêrwanî 1996.
Evîna welêt 1998.
û gurûpek ji çîrok û pêkenînên gelêrî ne.
Û hink karên helbestî bendewarî çapê ne.
Ji kengî ve Salihê Heydo bal kişand ser kultûr û hunera kurdî?
Di sala 1970yî de.
Ka tûrê xwe vala bike, te çi daye hev ji kultûr û huner kurdî?
Berhevkirina 2000 stiran ji kevnetorê kurdî bi şîroveya wan ve (dîrok,aheng,herêm).
Nimûne: dankut, cotkarî pûş û qirşa, bêlûte, hûrzê
digel 98 CDyî bi deng û reng di erşîvê min de ne .
wêne, girtina 7000 wêneyên cil û bergên kurdî ji (keç ,pîrek, zilam, xort) ji hemî herêmên kurdan.
Herweha 4000 pendên kurdî.
Û 500 çîrokên foliklorî .
300mamikên kurdî
100 stiranên kurdî yên zarokan .
100 zûbêjî.
Û hejmareke mezin ji cil û bergên kurdî ,li alî sazkirina gelek pêşengehên cil û bergên li gelek bajarên kurdan.
Gelo helbesstên Salihê Heydo bûne stiran.
Bi rastî pir in û bibûrin ku ez hin navên wan ji bîr bikim. Ji wan:
Adilê Hiznî, Se’îd Gabarî, Welat, Bengîn, Selah Osê û gelek ji komên kurdî.
Salihê Heydo di jiyana xwe de pêrgî kî ji nivîskar û helbestvanên kurd hatiye?
Bi piraniya wan re mîna: Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Eskerê Poyîk, Tosinê Reşîd Ev yên Rûsa bûn. Şêrgo Bêkes, Hesen Silîvanî, D.arif çeto, Kejal Ehmed, Bilind Ibrahîm Li Iraqê. Mezher Xaliqî û Tîrêj Ormiyê li Êran . Cegerxwîn, Tîrêj, Osman Sebrî, Keleş, Bêbuhar, Rêwî, Emerê la’lê, Ehmedê Şêx salih li Sûrî
di geriyana xwe de ji bo kevnetorê kurdî ku vêce pêrgî kesina têm ne alîkarin û vî erkê giring paşguh dikin tevlî ku bi tiştekî xwe na xisirin.
Ev Peyvên teka teka çi wateyê di din te?.
Helbest: Afrandin û hestekî nazik e.
jin: Hemî tişt e (spehîbûn û afrandin û jiyana xweş).
Mûzîk: Xwarina giyan e.
Pêkenîn: Arazûyeke dastanî ye.
Jiyan: Êşkence û derd e.
Mirin: Jê bi kîn im, lê feryad jê nabe.
Tîrêj: Deynasorê helbesta kurdî.
Cegerxwîn: Şoreş e.
M, şêxo: Dildarê xemgîn.
Sipas li ser vê derfeta han.
We sipas dikim li ser vê hevpeyvînê, hêvîdar im di karê xwe de serkeftî bin, hêviya min pêşerojeke berze ji we re û serkeftin ji karê we re jî.
Hevpeyvîn:Ehmed bavê alan
Ev hevpeyvîn di rojnameya Nûdemê de weşiyayî ye.