BÛYERPRESS
Hevpeyvîn: Berzanî Ferman
Hunermendê kurd Dilo Doxan,1’ê Kanûna 1984’an li navçeya Tirbespiya Qamişloyê ji dayik bû..
Dilo Doxan xwendina xwe ya seretayî û navîn li wir qedandî….Doxan di malbateke mûzîkjen de xwedî bû di destpêka 1995’an dest bi stranbêjiyê kir.
Heman salê Dilo Doxan beşdarî Festîvala Mûzîkê ya Gêncên Sûriyê bû û xelata baştirîn mûzîkvanê wê dem bi dest xist….Sala 2004’an yekem Elbûm bi navê (Rebenê) berhem anî..
Strana (Bo Çî) ku Dilo Doxan Straye û Birayê wî Ronî Doxan bi awaz kiriye deng veda.
Dilo Doxan Albûma xwe ya 2’emîn (Dildaro) sala 2008’an parve kir..
Sala 2009’an ji ber sedemên siyasî koçî Elmanyayê bû.
2013’an vegeriya karê hunerî û piştî salekê ji kar û xebatê Albûma Hestên Dûriyê derxist..
Di heyama salên borî de Dilo Doxan stran ser Şoreşa Rojava û berxwedana serdemê ya Efrînê gotiye..
Her wiha Stran ser destanên YPG,YPJ li Rojava û Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê bi awaz kirî û gotî..
Di vê çarçoveyê de Dilo Doxan hindek Kerneval û çalakiyên kurdên Diyasporayê bi rêve birine..Dilo Doxan herî dawî berhema (Mîna Ba) ya ji gotin û awaza Nûh Silêman straye..
Dilo Doxan niha li şarê Hanover ê Elmanyayê dijî û li seranserî Ewrûpayê ahengan lidar dixe…
- Elmanan zêde ji Mûzîk û Çanda kurdan hez dikin
- Li Rojava Hunera Min bi Sînor Dibû, li Ewrûpayê derfet têne dayîn
- Bê layenbûna min di stranan de,dema ku min ser Leşkerên çar aliyên welêt stra diyar bû
- Ez bi Hunera Ciwan Haco û Şehîd Hozan Serhed bandor bûm
- Ez ê di vê demê de hin stranên Sîngil û Filklorî bibêjim
- Bi xêr bî Dilo Doxan can, tu nû ji Elmanyayê ve hatiye Rojavayê Kurdistanê hêviya seredaneke xweş bo te dixwazim
Gelekî spas her hebî..
- Hemanê destpêkê ji te bipirsim li welatê ku tu lê bûyî, xelkê wê derê çawa hunera Kurdî didîtin ?
Li welatê ku min lê jiyan dikirî meqseda min Elmanyayê,Elman bi taybet ji Mûzîk û Çanda Kurdan hez dikin.
Ev yek jî diyar bû ku dema gencên Kurd ku nû dest bi karê hunerî dikirin dihatin Elmanyayê dêna xwe didan wan û alîkariya wan dikirin.
Her wiha dihiştin ku li gel wan gencan ruhekî afrîneriyê li gel wan çê bibe..
- Tu ji bo çi çû Ewrûpayê ?
2009’ê ez koçî derveyî welat bûm,Ez wekî Xortekî Kurd mûzîka min,hunera min li Rojava bi sînor dibû,Berê min kete Koçberiyê de,xewna min e ku ez bikaribim gavên mezin di aliyê hunerê de bavêjim,lewra min biryar da ku biçim Ewrûpayê û hunera xwe pêşbixim,çimku şert û mercên welêt astengî-bûn li pêşiya serkeftina min di warê hunerî de..
- Kurdên Diyasporayê ango yên derveyî welêt ji stranên te hez dikirin ?
Car Caran Ew hezkirin ji aliyê hestî ve dighê min,ez pê dihesim ku kurdên Diyasporayê hez hunera min dikin.
- Te stran ser Şervanên YPG û YPJ’ê ,berxwedana serdemê ya Efrînê û şoreşa Rojava jî gotine,her wiha stranên ser Pêşmergeyan jî hene,tu di stranên xwe de şoreşa 19’ê Tîrmehê û destanên Pêşmerge li Başûrê Kurdisanê çawa dinirxînî ?
Bi destpêbûna Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2011’an û heta roj îro jî,çi bûyerên ku çêbûn serkeftin bin yan jî binkeftin û îşî bin me anî ziman,her wiha qehremaniya şervanên me jî kirin li her çar aliyên Kurdistanê,YPG/YPJ ,Pêşmerge û Gerîla cihê rêzgirtinê ne û min stran ser wan jî vegotin û ez her dem jî bibêjim,ev e erkek ser milê min e..
Strana Efrînê jî kete Rojeva min de,Yanî min xwest ez peyamekê bighînim gelê Efrînê (Em bi were ne,dilê me bi we re ye,êşa me êşa we ye )
Lewra Erkê min her êşek yan jî serkeftin be ez bi lêv bikim û ji gelê xwe re pêşkêş bikim.
- Heta çiqasî te karî bû di stranên xwe de bê-layen be ?
Ez bawerim bê layen bûna min ji hunera min diyar e,ger we şopandibe û guhdar kiribe,helbet gava ez cûdahiyê nexin navbera ti hêzeke eskerî Kurdî de bê-layenbûna min nîşan dide
- Te li Rojava çi dît çi bihîst, nirxandinên we çi ne?
Ji 2011’an ve ez nehatime Warê xwe hestekî nayê ziman,dîrokeke din didim 2015’an tenê ez heft rojan li Kobanê mam piştî rizgar kirin , lê ev e 7 sal nehatime warê xwe Cizîrê,Guhertinên ku çêbûne û hebûna me ya îro li vê derê cihê şanaziyê ye,serkeftineke berbiçav çê bûye,em îro dibînin ku xuşik û birayên te diparêzin,bi xwedê hestekî nayê ziman..
Yanî tevî bûyerên ku li Sûriyê çêbûn,îro tu li Rojava dinêrî ti hêz digre ji şervanên xwe,kurd dibêje ez heme ez karim welatê xwe biparêzim.
- Kengî mûzîk û hunerê bala Dilo Doxan kişandî û yekem strana te gotî çi bû ?
Ez ê behsa xwe bikim,Dilo xwe di malbateke hunerî de dîtiye,Birayên min Ronî,Sabir û Deysim ez dikarim wan bînim ber çavên xwe yanî bandora wê malbatê li min heta radeyekê bûyî,Ez di temenekî biçûk de bûm, ez fêrî entrosmentan dibûm malbatê dît ku ez gav bi gav nêzî warê hunerî dibim,her dem malbat palpiştê min bûyîn
Tê bîra min di navbêna salên 1995-1996’an de bû starneke bi sazê min lê dabû navê wê ( Ala Azadiyê) bû,xebatkarên MED’TV wê çaxê ev stran ji min re kişan-dibûn.
Di heman demê de sala 1995’an Mîhrecaneke Şebab Sûrî hebû,min xelata Yekem ser asta Sûriyê wergirt di sazbendiyê de..
- Elbûmên te bi navên Rebenê-Dildaro û Hestên Dûriyê hene,tu hazirtiya ti Elbûmên din dikî ?
Na niha hazirtiya Elbûman nakim,lê hazirtiya stranên sîngil (yên bi tenê) dikim..
- Li kurdistanê her hunermendekî nûjen pêşengekî wî heye,tu wekî Hunermendekî gênc te hunera xwe ji kê girt ?
Bandoriya Ciwan Haco li min bû hunermendekî mezin e û bi nav deng e , Mihemed Şêxo,Aram Tîgran,her wiha Ş.Hozan Serhed bi awaz û dengê xwe bandoreke mezin li min kirin.
- Piraniya Stranên te helbestên kê ne?
Em bêjin helbestvanek bi rengekî tenê tine,ez dixwazim di stranên xwe de ciyawaziyek hebe,lê Helbestvan Xelîl Kalo,Ferhad Içmo,Hekîm Sefqan ,Elendê Ûsiv,Nûh Silêman min hin helbestên wan wergirtine û kirine stran..
- Ta niha Dilo Doxan Çend stran berhem anîne û şêweyê vegotin û staylê wan bi çi awayî bû ?
Elbûmên min ku çêkirin min ne dixwest bi rengekî wisa komprîs (Muaaqed) bêne dest girtin û guhdar kirin,Lê wisa min xwest ku nêzî dilê guhdaran be,di vê dema dawiyê min çend stranê sîngil vegotin,di wan stranan de min hewil da ku guhertinek ciyawaziyek di rengê Mîlodî yanî jî di rengê stran-vegotinê de be,hindekî ku hişmendiya guhdaran firehtir bikim,lê dixwazim bibêjim ev staylê ku min li ser karkirî hatiye hez kirin û ez tê de berdewam im.
- Di bala we de heye ku hun strana duyoto çê bikin, û kîjan hunermenda Kurd di bala we de ye?
Tişta ku dilê guhdaran hezkeriyan xweş bike,ez ji bo wê amade me,lê halê hazir tiştekî wisa di bala min de tine ye,Ger têkeve bala min de jî navê ku ez ê hilbijêrim ne diyar e,tekez ew kes jî wê hunermendek nûjen be.
- Gelo di projeya Dilo Doxan de heye ku ew bi zimanê biyanî strana çê bike?
Sedî Sed çawa be bi çi rengî be wekî hunermendekî kurd ,divê agahiyên min ser Edebiyatên çend miletên dinê hebin mirov bikaribe wan jî fam bike,ger bixwazim nameyekê bi zimanê xwe bidim û ne gihşt,wê çaxê helbet ez ê bifikirim bi zimanekî biyanî nameya xwe bighînim.
- Kî ji Awazekerên Kurd Stranên te awazkirine ?
Di wan her 3’ê Elbûmên min de piraniya stranan awazê min in ,hindek jî yê birayê min Ronî ne.
Herî dawî jî di wan stranên sîngil (Mîna Ba,Reş û Spî,Bo Çi) xortekî hevalê Min Elendê Ûsiv ku niha li Elmanyayê jiyan dike ev stran ji bo min bi awaz kirine,ew xortê zanan niha li Univirstya Koln ya Elmanyayê beşê Mûzîkê dixwîne,lewra serkeftinek bû ku ji min re ew stran bi awaz kirin.
- Bêhtirî Stranên te Evînî ne,Dilo Doxan rengê xwe di vir de dît gelo ?
Dilo Doxan ne tenê ji bo Evînê gotiye,lê Evîn jî hêja ye,lê belê Dilo Doxan ji bo azadiyê,dijî Zulmê,ji bo Şehîdan,xaka xwe û dayika xwe stran vegotin e..
Ez xwe bi wî rengî nabînim,lê gelê min bi wan stranên Evînî ez baş naskirime..
- Ti hewildanên te hene ku tu stranên filklorî bibêjî û hindekî dûrî stayilê xwe bikevî ?
Belê,Rengê Filklor em her dem bikar tînin û wekî lêvegerekê bo me hemî hunermendan e,hazirtiyên min hene û wekî erekî ser min vê yekê pêş bixînim,niha çend stran sîngil hene ber destin ez ê bi dawî bikim,paşê çend stranên ‘Radyoya Erîvanê’ me destnîşan kirine û ez bibêjim,dîsanê bi hevkariya hevalê min Elendê Ûsiv de.
- Asta Hunera Kurdî gihiştiye çi radeyê li welêt û di heman demê de li derveyî welêt li gorî nerîna te ?
Ti dizanî hunera Kurdî hunereke pîroz e,çi ji aliyê helbestê ve , ji aliyê awaz ve û ji aliyê dengên xweş ve,lê mixabin di aliyê ragîhandinê de qelsiyeke pir-pir mezin heye di gihandina wan stranan û helbestan ji temaşevan û guhdaran re,em nikarin hunera xwe bikin cîhanî sedem jî Ragîhandin e,Hunera Kurdî Hêjaye bighêje her deverê.
- Hûn dixin projeya xwe de ku eger hûn hatin xwestin bo fîlmên Sînema, gelo hunê erê bikin?
Ez ne dijî wê me,ez ê bikarim tevlî bibim,Sînema jî dikeve warê xizmeta çand û hunerê de,dikare civakê ber bi rêyeke pêşketinê ve bibe,ez ê jî cihê xwe tê de bigrim çima na..
- Wê Dilo Doxan çi peyamê ji Rojava bixwe re bibe Alamaniya yê?
Peyama min germahiya berxwedêriya milet,bêhina azadiyê,belkî ji wisa bêhtir li wir bêjim,lewra peyama min wê zelal be ji gelê Elman û Ewrûpayê re.
- Beriya ku dest ji vê hevdîtina xweş berdim dixwazim nas bikim projeyên te yên sibe-rojê çine,yan jî stranên te di rêzê de hene ku tê demlidest bibêjî ?
Ez nikarim wan diyar bikim,lê hazirtiyên vegotina çend stranên Sîngil û Filklorî dikim û ez ê strana (MÎNA BA) ger derfet çêbûn bikime kilîp,lê ji ber guhertina Atmosfêrê û hatin zivistanê re,fikreya ku me dixwest,dîmenên ku me dixwest werin kişandin ji bo vê stranê wê ne nihabin,her wiha ji ber ku Strana Efrînê jî kete Rojeva min de ez zêde di fikreya wê stranê de mijûl nebûm.
Ev Hevpeyvîn Di Rojnameya Bûyerpress’ê De Hatiye Weşandin