Ger ez nebûbama hunermend ez ê zanyarek bama..!
Me ew ji binê tûrê kultûr û filiklora kurdî derxistiye, Xwedê temenê wî bihêle ku karibe tiştên mayî drexîne.
Di dîroka hunermend bavê Re’ed de bi hezaran stiran, çîrok, pend û mamikên kurdî hene, ji ber ku ew ne tenê di warê mozîkê de jêhatî bû, ew bi xwe di mamik û pêkenokan de pir navdar bû, em dikarin bibêjin ku ew pispor bû di vê mijarê de û wisa hatiye naskirin.
Bavê Re’ed hîn jî bejna wî sipîndareke di çemê kultûr û filiklora kurdî de şîn û kesk e û bayê wê yê hênik e.
Em dixwazin ku ti ji xwendevanan re kurtejiyana xwe bide nasîn.
Jiyana min, ez Şefîq im bi navê bavê Re’ed têm naskirin, ez bi xwe xortekî kurd im, ji Kurdistana Bakur im. me xwe li vê derê dît û em li vê derê mezin bûn, ez di sala 1948an de jidayik bûm, xwendina min ta pola 4ê ye, bavê 8 zaroka me, tembûrvanê heremê me, wilo hatime naskirin.
Mamoste ti çawa hînî kultûr û filiklora kurdî bûye, çawa ewqas kultûr û filiklor ezber kiriye?
Ez zaro bûm temenê min 8 sal bûn xalekî bavê min hebû jê re digotin Ûnisê Çelebî, tembûrvanekî ser asta kurdistanê tev de bû, tembûrvanekî bi nav û deng bû, ez bi zarokî bi bavê xwe re diçûm cem dawetê, dawet sekinand û hat pêşiya bavê min, çend fîşek berdan, kêfa xwe jê re anî û hevdû maç kirin, got ev kurê te ye xwarzê, bavê min got: erê, bi ser min de daqûl hat, ez maç kirim, got kêfa te ji tembûrê re tê? Min got: erê, destê xwe li pişta min xist û got: tê bibe tembûrvan, ez bi gotina wî germ bûm, hema biçûkanî jî min destê xwe wilo dikir, wek ez li tembûrê bidim.
Wextê min rahişt tembûrê di roja pêşî de min 3 awaz lêxistin, xwediyê tembûrê matmayî ma, got: bera ji te re be, tê zû fêr bibî.
Di 3 mehan de ez bûm tembûrvan, di warê hunera şahî û govendên kurdî de, milet nema rê da min ku ez jê derkevim. Min xwe di helbestên dîrokî de gelekî nedît, ji ber ku xelkê rê neda min, hema min xistin warê şahiya de û bi vî hawî min berdewam kir.
We karê xwe yê şahî û ahengên kurdî çawa dişopand, ew şahî çawa bûn?
Şahiyên me yên berê gelekî xweş bûn, ez wan di ser yê niha re digrim, ana 2-3 saetan dîlan dikin û hew, berê her ahengek 7 şev û 7 rojan min bi tenê lêdixist, berê ev nazikî û paqijî tunebû jî, em pê kêfxweş bûn û me bi vî rengî jiyana xwe derbas dikir.
Amûrên we yên mozîkê çibûn û we çawa ew di afirandin?
Tembûr bûn, ez bi xwe ne ji bav û kalan de sazbend im, malbata me bi xwe saz qebûl nedikir, tembûr tenê kêfa min jê re hat û ket nav lepên min de û min xwe fêrî wê kir.
herweha kemançe, def û zirne jî hebûn, min têkilî bi van tiştan re nedikir.
Gelo dîdarên tilfizyonî ji hêla rojnamevan û kovarên kurdî bi te re bûne?
Berî 2 salan kovarek ji Kurdistana Iraqê di riya xortnan re hat hevdîtinek bi min re kir ji bo kovarekê, wêneyên min girtin, ser jiyana min axivîn, dûvre ji min re gotin kovar hate weşandin.
Gelo hîn tiştên filiklorî di tûrê bavê Re’ed de veşartî hene?
Tiştên filliklorî yên hilandî pir hene, ji wan ew tiştên ku ana nema kesek dibêje, me ji wan re digot meqamê Hêlanê, wextê keçik di rojên cejnê de diketin hêlanê û hevdû dihejandin, meqamê Destaran û Paleyê hebû. Di şahiyan de meqamê Koçerî jê re dibêjin Narincok, lê di vê demê de hatine pêçan û hilanîn, nema tên gotin.
Ku Bavê Re’ed nebana hunermend di dilê xwe de dixwest bibe çi?
Rewşê ez kirim hunermend ku ji wilo xweştir bana ez ê bibama alimek li gor ku ez teqyîm dikim, di meh û nîvekê de min Qurana Pîroz xitim kir û di sala ku ez ketim dibistanê de ez bûme pola çaran, yanî hişê min ji xwendinê re pir xurt bû, niha jî zarokên min hene, gelek ji wan re dibêjin win li bavê xwe nehatine, yek ji wan hunermend, nivîskar, xweşnûs, şêwekar û wênekêş e, bi destan wêneyan çêdike, 3 jî niha karê hunerê dikin, ji min fêrbûn û li min zêde kirine, ez dibêjim ku ez nebama hunermend belkî ez bûbama zanyarekî xurt xurt.
Gelo piştî çend sal ji kar û xebata hunerî hûn hatine xelatkirin?
Berî 2 salan mamoste Derwêşê Xalib di Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî de hevdîtinik li mala Konê Reş bi min re lidar xist û got nêzîk ne dûr, em ê te xelat bikin, hîn ciwanî bi te re heye em ê te xelat bikin.
Hunermend Bavê Re’ed helbestên kê ji helbestvanan te kirine sitran?
– Seydayê cegerxwîn rehma xwedê lêbe, ew û birê min ê mezin hevalê hev bûn, ji hîmdarên partî bûn di suryayê de û kêfa min gelekî jê re dihat û carina em bi hev re rûdiniştin lê mixabin ez vala nedibûm.
Heveyvîn: Şînda Biro.
Ev hevpeyvîn di rojnameya Nûdemê de weşiyayî ye.