Serpêhatî
Zirrekan, topraxeke fireh e. Di navbera parêzgeha (Hisîça) û bajarê (Serê kanîyê) de ye. Sê çemên avê tê re derbas dibin .
Berê ew toprax havîngeha êl û koçerên Zirrekan bû. Ji ber ku ew toprax hê bi navê e’şîra Zirrekan tête gotin, û çiyayê Ebdul-Ezîzê buhargeha wan bû. Ji ber ku heya aniha hin dever hene di çiyayê Ebdul-Ezîzê de hîn bi navê wan tête gotin, wek ( Fêde Sînekan û Bîrê Sîpkan ) .
Di wê çaxê de, yekî Zirrekî û yekî Êzîdî ( ji Çiyayê Şengalê ) destebirakê hev dû bûn. rojekê, yê Êzîdî li cem ê Zirrekî bû mêvan, rabû berxek jê re ser jê kir. Piştî firavîna xwe xwar, rabû hinek ( Qizwan ) kire sêniyê û li ber danî, ji ber ku êmîşê çiyayê Ebdul-Ezîzê Qizwan tenê bû .
Yê Êzîdî çend lib xwarin û rabû ser xwe ji yê Zirrekî re got: Bira, dixwazim tu rojekê bê mêvanê min. Piştî çend rojan, ê Zirrekî rabû çû cem destebirakê xwe li Çiyayê Şengalê .
Ê Êzîdî jî berxek ser jê kir, piştî yê Zirrekî firavîna xe xwar. Yê Êzîdî rabû ser xwe sênîyek ji Hejîrê Çiyayê Şengalê yê bi nav û deng li ber danî. Piştî yê Zirrekî hinek xwar, yê Êzîdî jê pirsî û got: Bira, Çiyayê Şengalê xweş e yan ê Ebdul-Ezîzê ?
Yê Zirrekî lê vegerand û got:
” Cihê bav û bapîra Qizwan xweştir in ji Hejîra ” .
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (61)ê de hatine weşandin.15.11.2016