Kurd her xwe dixapînin û ji aliyê dijmin û partiyên xwe ve tên xapandin.. ÇİMA?
Hewl didim bersiva vê pirsa kambax bibînim. Bo dîtina bersivan, min çend pirs ji xwe kirin:
– Kî bêhtir dixape di nav malbatekê de?
bersiv: Zarokên wê malbatê –
Çima zarok bêhtir dihatin xapandin?
bersiv: Pir sedemên wê hene lê yên tên hişê min; tecrûbeya wan di jiyanê de nebû, texmîn nedikirin malbatên wan ku xwediyên wan bûn wan bixapîne tew belkî ji baweriya bêsînor bi dê û bavan bû.. yan tew belkî hebûna kesekî wek ”serok/birêvebir”ê malbatê û pejirandina ku ew kes xwediyê her biryar û zanebûnê ye û divê neyê munaqeşekirin bûbe sedem ku zarok zûtir û hêsantir bên xapandin.
Helbet mijara me ne xapandina zarokan e, belê di baweriya min de kêşe û nexweşî ji wir destpê dike min wiha dest bi mijarê jî kir.
Piştî ez ji gund çûm Amûdê bo dibstana xwe berdewam bikim, li bajêr pir caran hatim xapandin tev ku ez xwendekarekî zîrek bûm. Lê tecrûbeya zarokên bajar û nasîna gelek cûreyên mirovan her dihişt ew ji min zîrektir bin. Belê vê rewşê dom nekir ji ber piştî demekê ez jî bûm xwedan wan tecrûbeyan û êdî min dikarîbû xwe biparêzim.
Ev rewş ne ji bo zarokan tenê rast bû, belê ji bo mezinan jî wisa bû. Çi gundî bihataya bajêr firoşker û esnafên bajêr hewl didan wan bixapînin û ji xwe pirê caran dixapandin. Ji vê mirov fam dike ku kêmtecrûbe û nezanî sedemek guncaw e bo xapandinê..
Dîsa vegerin ser rewşa bajêr û gund û bi hev bipîvin, dê bibînin ku gundî baweriya xwe bi axayê xwe yan muxtarê xwe hebû û bi êl û eşîra xwe ve girêdayî bû. Bi gotinek din, hinek hebûn ji dêvla wî bifikire û biryarê bide. Belê mirovên bajêr bêhtir azad bûn ji wan, tev ku ew jî bi şêweyek din girêdayî tiştin din bûn li herêmên me.
Ku em vê rewşê bi sedên salan bidin ber çavan li nav kurdan, belkî em bikaribin bibêjin ku em hînî hebûna şivanekî, rêberekî, axayekî bibûn û ev jî bi dewra xwe em hîn kiribûn ku bi şexsetiya xwe ne bawer bin û nizanibin biryar û qerarên xwe bistînin. Herwiha baweriya bi dînên wek îslamê û baweriya ku Xwedê heye û her tiştî dizane û dibîne û herwiha belavbûna mele û şêxên virker û derewçîn jî bû sebeb ku şexsiyet û kesayeta me li paş bimîne û em ji xwe nebawer bin û tirsonek bin jî.
Helbet sedemên dî jî hene bo vê nexweşiya me, lê bi min sedemên ku hebin jî ji cehalet û nexwendebûna me bû.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (61)ê de hatine weşandin.15.11.2016