Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê ye. Di roja 10.10.1950’î de li gundê Dekşûrîyê hatiye jiyanê. Xwendina xwe ya seretayî, li gundê Tenûriyê temam kiriye. A navendî û lîse jî li bajarê Qamişlo bi dest xistine. Bi navên: Aro; Rezo; Stêr; Azad; Pirs; Ebdulrezaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnameyan de nivîsiye . Wilo jî di malperan de nivîsiye, ji wan: Stêr; Armanc; Dugir; Pirs; Metîn; Dengê Azadî û Zanîn.
Ji havîna sala 1970’êyî ve dest bi nivîsandinê kiriye . Gelek gotar û lêkolîn belav kirine . Wilo jî, helbesta kevneşop û nûjen nivîsiye, şano di kovaran de belav kiriye, folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navên : Dîk-Dîko – Libhinarê – Bavê Hepûn – Şengê û Pengê – Finda Şemal çap kirine. Bi Kurdî nivîsîne û Dr.M.Nejarî wergeranine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêşkêşkirina her du navan hatine çapkirin.
Ji 1972’an ta 1974’an Endamê komîta berpirsiyariya kovara “Şoreşgêr” bû, ko li bajarê Berlîna Rojava derdiçû.
Di van salan de jî bûye endamê komîteya çapderîn, ku sê pirtûk li Berlîna Rojava çap kirin / Dîwana S. Hêzanî, bi Kurdî. Helperkên Kurdî, yên folklorî, bi zimanê Elemanî. Miletek berxwedanê di ber hebûna xwe de dike, bi zimanê Elemanî.
Di sala 1977’an de korsa fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Moskoyê, ji grûpeke xortên Kurd / yên zanîngehê / re vekiriye.
Her wiha di heman salê de bûye endamê komcivîna damezrandina “Hevbenda Kawa Bo Wêjeya Kurdî” damezrênerên vê hevbendê : Bavê Nazê; Dr.M.E.Najarî; Dr.S.Mulla û Rezo bûn ku li Moskoyê pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk bi zimanê Erebî, çi wergerandin, çi jî afirandin be dane weşandin.
Ji sala 1978 ta 1980yî bûye endamê “komîta amadekar” bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanên Kurd li Ewropa, ku di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.
Ji sala 1980’an ta 1981’ê Berpirsyariya belavoka ” Ronakbîr “, li Sûryayê, kiriye.Ji sala 1982’yan ta 1984’an bi Bilûrvan re serkêşiya fêrbûna “Kursên Zimanê Kurdî” li binekova Cizîrê kiriye.
Ji sala 1983’yan ta 1993’yan Berpirsiyariya kovara “Stêr”,bi Bilûrvan re weku damezrêner, paşê bi Dilovan û hin rewşenbîrên din re kiriye.Di sala 1993’yan de Endamê komîteya berpirsiyar bû di kovara “Pirs” de.
di sala 2002’yan de Endam û yek ji damezrênerên ” Komîteya Xelata Cegerxwîn” bû.
Di sala 2003’an de bûye endamê komîteya şêwirdarên kovara “Pêl” ko li Elmaniya der tê.Vê salê jî bûye endamê “PENa” Kurd. Her wiha di heman salê de vexwendî çalakiyên sedsaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê, bûye. Li wir” Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de” pêşkêş kiriye.
Di sala 2004’an de wek endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya “rojên wêjeyê li Amedê” bûye û beşdarî kiriye.
Di 2005an de bûye endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk, ku di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat. Her wiha di heman salê de vexwendiyê festîvala rewşenbîrî ya yekemîn li Duhokê bû , da lîkolînekê li ser ” Hevoksaziya Kurdî ” . pêşkêş bike . Lê ji ber sedemên rewşa navwelatî / di navbera Sûriya û Îraqê de/ nikarîbû amade bibe,bi tenê lêkolîna xwe rê kir.
Di 2006’an de endam û çalakdarê festîvala rewşenbîrî ya duyemîn li Duhokê bû.
Di sala 2008’an de bûye endam û çalakdarê festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê .Di sala 2008’an de wergêrê xelata yekemîn ya Fablê li Wanê bû
Di 4.3.2010’an de û piştî berxwedaneke mezin li ber nexweşiya Penceşêrê, endeziyar, nivîskar, û torevan Rezoyê Osê serê xwe danî, xatirê dawî ji jiyanê xwest û li gundê Dekşûriyê hat veşartin.
Ev Nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara (61)ê de hatiye weşandin.15.11.2016