Roja 21 ê vê mehê helkefta Roja Cîhanî a Zimanê Dayikê (zikmakî) ye, ev roja ku me ew paşguh kiribû ji berê de, lê ev bû çend sal bi rengekî qels em wê bibîr tênin, ne tenê em wek gelê Kurd, lê gelek miletên cîhanê jî ew bibîr nedianîn, çiqas xweş e ku em vê rojê vejînin û a herî jê xweştir ew e ku em serê xwe bi zimanê xwe bilind bikin, ev zimanê ku bi hezarên salan li ber xwe daye, û em serê xwe bi xwe bilind bikin wek gelê Kurd ku me karîbû vî zimanî biparêzin bi bihûrîna dem û serdeman re ji stemkarî, bindestî, dagîrkirin û diktatorên ku li ser me bi hemî rengan dixwestin me têk bibin, û vî zimanî ker bikin û hîn jî ev kiryar berdewam in ji erebkirin, turkirin û furiskirina ziman.
Zimanê me bi nazikbûn, xweşbûn û hêsanîbûnê ciyawaz e, bingeha xwe parastiye bi ser ku em wek gelê Kurd ji sedên salan ve belawela ne û hîn jî em bi rastî li ser babeta ziman ne rawestiyane, ku ne komeleyeke zimanî rast û durust heye da yekrêzî û wekheviyek tê de ji zarav, gotin, bêje, rave, rawe, wate û rêziman hebe û ne jî zanisteke zimanî (languistique), ji ber ku çand û şaristaniya her miletekî zimanê zikmakî ye, heger ew têk çû milet jî dê têk here, ev tişt dihêle ku em bi ziman û çanda xwe ve bên girêdan da ku ev têkilî di navbera ziman û kelepûrê jîngehî ê ku ev ziman tê de ava bûye çêbibe, parastina çandê parastina ziman tekez dike, û naskirina çi zimanî bê ew e naskirina şaristanî û çanda miletekî, xweş e ku em zimanine din nas bikin an ku fêr bibin, lê bi marcê xwegirêdana zimanê dayikê berî her tiştî û ne piştguhkirina wî weke ku gelek miletan weha kir û ew ji koka xwe de windabûn, bi têkçûna zimanê xwe ew jî têk çûn, ne milet, ne ziman û ne jî şaristanî, mixabin.
Li gorî raporteke Rêxistina Yûnisko, da xuyakirin ku di cîhanê de 6800 zimanên cuda hene, ewê rêxistinê metirsiya xwe ji têkçûna zimanên zikmakî diyar kir, ji ber ku têkçûna her zimanekî ew e têkçûna şaristaniyekê bi tevahî û ev tişt binketineke ji hemî mirovatiyê re, di heman demê de rêxistinê diyar kir ku piştî du sed salî, ji sê sed zimanî pê ve namêne ji wan 6800 zimanên heyî di dema niha de, lewma ev rêxistin giringiyê dide parastina ne tenê zimanê dayikê belê hemî zimanan jî.
Her zimanek bi van tiştan geş dibe û bi hêz dibe di nav zimanê cîhanê de; 1- jimara kesên ku pê daxivin. 2- cih û geşiya wî di malper û rûpelên internêtê de. 3- wergerandinên ku di vî zimanî de pêk hatine. 4-jimara welatên ku vî zimanî pêk tênin bi rengekî fermî. 5- fîlim, mozîk û pirtûkên ku bi vî zimanî hatine nivîsandin û belavkirin. 6- pirtûkên rêzimanî ên taybet bi vî zimanî.
Rastî gelek ji van li ba me hene û em karin li ser wan rawestin û bi rengekî rast û tekez van pêk bênin.
Zimanê me ketiye pileyeke bilind de ji rêza zimanên cîhanî, giring e em bihtir lê xwedî derkevin, û hewla avakirina komeleyek an jî navendek giştî vekin ji bo parastina wî û pêkanîna yekîtiyekê di navbera hemî zarav û raveyên Kurdî de di herçar parçên Kurdistanê de, belê di hemî deverên ku Kurd tê de hene weke Kurdistana sor û Ewropa ku niha gelek Kurd tê de dijîn, her rûpelek bi zimanê Kurdî cihê wê û bandora wê li cîhanê û li Kurdistanê bi tevahî heye, miletê ku zimanê xwe parastiye ji hezrê salan ve bi ser hemî astengiyan de, bi hêsanî karê cihê zimanê xwe di cîhanê de çêke û şanazî û rêzgirtina wî di nav zimanê cîhanê de ava bike, de em bi hev re hewla pêşketina vî zimanî bikin û vê rojê jibîr nekin.
ُEv gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (60) de hatiye weşandin.1.3.2017