Em li Odeya Operasyonên Hêrsa Feratê, berdewamiya qonaxa sêyem a helmeta rizgarkirina bajarê Reqayê û gundewarên Dêra Zorê radigihînin. Piştî rawestana neçar ji ber rewşa xerab a seqayê ku heftiyekê li herêmê dom kir.
Di helmeta ku me îro daye destpêkirin de, em veqetandina bajarê Reqayê ji Dêra Zorê armanc digirin, asêkirina kontrola li ser herêmên pêşberî çemê Feratê û karkirina ji bo pêçana temamî bajarê Reqayê û dorpêçkirina terorîstan tê de. Ew jî bi hevrêziya li gel Hêzên Hevpeymana Navdewletî ya li dij terorê, palpiştiyeke asîmanî û rawêjkariya rasterast li ser zemînê.
Di heftiya çûyî de me derfet dît ku em refên hêzên xwe car dî sazûman bikin, gihandina wan bo asteke bilind ku karibin bi şêweyekî baş ji rewşê û hestiyariya stûbariyê nêzîk bibin û amadekariyeke tekûz li gel moraline bilind bi dest bixin.
Her çi qas em bendewarên şer û pevçûna bi dijmin re ne û berxwedaniya wan in, lê dîsan em bawer in ku hêzên me dê stûbarîya xwe bi rengekî serkeftî bi dawî bike.
Ji ber vê yekê em mizgîniya rizgariyê ji xelkên xwe yên li deverê re radigihînin ku xwe li hêzên me bigirin, her bi wan re alîkar û têkildar bin.
Em soz didin ku em ê parastina welatiyan bikin, hemî karînên xwe bixin di xizmeta peydakirina ewlehiyê ji wan re û derxistina wan ji herêmên şer û pevçûnan.
Em ê hemî karînên xwe bikin ji bo vê yekê.
Rûreşî û binkeftin ji terorîstan re û serkeftin ji Helmeta Rizgarkina Reqa û Dêra Zorê re.
Bijî Sûryaya azad û demoqrat.
Bijî hemî hêzên şerker li dij terorê.
Fermandariya Odeya Operasyonên Hêrsa Feratê.
8’ê Avdarê 2017