Ziman weke hestiyên piştê (movikê) ye, rola sereke û bingehîn ya liv û tevgerî dilîze, mirov bê wî pûç, bê liv û tevger digere û dijî, di derûniyeke westiyayî ,kesayeteke kêmayî de bi keser dûrî civak û dîtina rengê jiyanê dijî.
Eynî ziman ewê ku netewan ji hev cûda dike û wan bi hev dide nasîn, çand di riya ziman re tên parastin û şaristaniya gelan pê tê nasîn.
Zimanê Kurdî û perwerdekirina zarokên kurdan bi zimanên beyanî çi kesayetiyê ava dike?
Zarokê kurdan piştî parçekinin û dagirkirina welatê wan ji mafê xwe yê yasayî, xwedewerî ew e ku bi zimanê ku xweda pê ew daye bê par û mehrûm mane ,bi zimanê beyanî hatine hînkirin û perwedekirin .
Vaye dagirkerên Kurdistan bi zanîst pêk anîne û zimanê wan weke zimanê cêwîlegî daye nasîn, li hember vê zimanê xwe kiriye zimanê fermî.
Di riya vê yekê re xwestine ku çand, netewa Kurda tezyîf û îmha bibe, kesayeteke Tirk, Ereb û Faris were avakirin.
Vê roleke pir mezin lîstiye, hiştiye ku zarokên Kurd bi dudilî mezin bibin hin caran gihiştiye asta ku ew xwe kêm û bibîne û dûrî rewşnbîriyê bijî.
tevahî lêkolînên ku hatine çêkirin û yasayên navnetewî, ragihandina parastina mafên zarokan vî mafî tekez dikin lê gelê kurd bi salan xwe bêdeng kiriye, dagirkerên wan jî bo tinekirina wî kar û xebatên mezin kirine, encam jî bi dest xistiye, gelekan ji kurdên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava dev ji kurdetiye xwe berdane û dagirkerên xwe pirtir diparêzin.
lêkolîna Emrîkî ya dawî li ser hînkirin û perwerdekirina zarokan bi zimanê beyanî wiha dibêje: Zarokên bi zimanê beyanî tê hînkirin û perwerdekirin kêm jîr in ,şîreta wan jî ewe ku divê zarok bi zimanê dayîkî bêne hînkirin ji ber ku ew bingeha avakirina kesayetiya rasteqîn e.
ne tenê ew wiha dibêjin gelek zanyarên din jî ev yek di teoriyên xwe de tekez kirine.
Jean Bioget: Di teoriya xwe de wiha diyar kiriye qonaxa yekemîn ya zanîstî rola sereke û pir girîng di avakirina kesayetî, mêjî de daye ziman .Tê wateya ku zarok bi çi zimanî bê hînkirin û perwedekirin bi wî zimanî mezin dibe.
Bruner jî vê yekê tekez dike û dibêje: Hizir û ramanê weke zimanekî hûndirîn nîşan dide, pêşveçûna fikrî û ramanî bi ziman ve girê dide.
Gelo divê gelê kurd bi çi karî rabe da ku ji kesayetiya zeîfkirî, hirfandî xilas bibin?
Divê em weke gelî kurd xwedî felsefe, çand, ziman xwe bidin nasîn û kesayeta resen ya kurdî ji nû ve bidin avakirin.
û tevahî gelê kurd divê xwedî vî barî be, li ser milê xwe bigre û dest bi hînkirin û perwedekirina zarokên xwe bi zimanêkurdî bike .
ev yek nayê wateya ku tu zarokên xwe fêrî tu zimanê beyanî nekî. lê divê zarok bi zimanê xwe hîn û mezin bibin .
da ku ji çanda tezyîfkirî rêzgar bibin, ji ber ku rêzgariya çandê rêzgariya welat e. heta ku em weke gel xwedî taybetî werin naskirin divê em xwe çanda beyanî xilas bikin .
ُEv gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (60) de hatiye weşandin.1.3.2017