Wek her carê ji nişkan ve kela bêrîkirina wê berxwedanê li bîra min ket û dest avêt qirika min, ku derneketama û xwe ji agirê vê bêrîkirinê xelas nekira ez ê di bin dûmana bîranînan de bifetisiyama, diviyabû ku min xwe radestî wê bêrîkirinê bikira û ji malê derkevetama. Ji bo wê berêvara wê rojê min boxçeya xwe ya tijî ken, girî, lilî û şehadet da ser milê xwe.
Ber bi taxên berxwedanê ve çûm, bayekî qebe dihat rûyê mirov dilerizand, lê di kolanên janê de rûyê min bi bayê Xwedê hîsnedikir, ji ber ku bayê êşa vî bajarî rûyê min bist bi bist diterikand.
Li her kolaneke rêzedîmen di ber çavên min re diçûn û dihatin, di her taxekê de sed şehîdî ez pêşwaz dikirim. Him bi wan re dikeniyam him digiriyam û him jî li wan temaşe dikir û diketim xeyalan ku çawa şervan li ber çavên min bang dikir û digotin: Bijî Berxwedana Kobanê.
Kêlî bi kêlî xwe li dilê min dipêçandin, heta ku bi suhbeta wan êşan re min xwe gihand taxa Sînae, li wir min tev bi dengê stranên şervanan re winda kir. Her tişt wek kurtefilmekê li ber çavên min re derbas bû, gava ku şervanan ew tax ji destê dijimin rizgar kirin û li dengê wan semaya Kobanê dengveda, lê zarokekî biçûk ez ji wan bîranînan derxistim, gava ku min dît ew li taxekek hilweşiyayî û li alî rêkê, di nav bermahiyên şer de maseyeke biçûk daniye û cixareyan difroşe. Hewil dide ku agir pêxe, ji bo ku xwe ji seqma sermayê biparêze, lê nedizanî bû ku agir pêxista beriya ez xwe bighînim wî, agir gur bû û bi şaşetî xwe li bedena wî hilperikand. Min bi lez xwe gihande wî ew dûrî agir xist û jê pirsî ka bedena te tiştek bû ye yan na, lê wî got: Na spas ez baş im. Pişt re ez hinekî bi wî re sekînim û min got navê te çî ye ?
Got: Navê min. Şoreş e.
Û min got baş e şoreş çima tu li vir cixareyan difiroşî û tu hîn biçûk ji bo kar, hîna ev der tijî bermahiyên şer in. Got: Ez yê mezin di malbatê de me mecbûrim ji bo malbatê kar bikim, ya din jî hemî deverên Kobanê bermahiyên şer in ma ez li kur bifiroşim.
Min gotê : Erê qurban bes ku tu tiştek bibî wê malbata te çibike xwe biparêze, ji bo xwe û ji bo wan û careke din bila bavê te yan kesekî din were ji te re agir pêx tu hîn nizanî pêxî tu yê xwe bişewitînî. Li min bi çavên tijî girî vegerand û got: Ji xwe ez hatim cem bavê xwe, bavê min li vir e, li vir jî şehîd ket, ez hatim cem wî ji bo ku ji min re agir pêxe, bibîne ez mezin dibime û malbatê li pişt wî xwedî dikim, lê va bû saleke ez li vir im bavê min ne agir ji min re pêxist û ne jî ji min got bijî kurê min tu mezin bûye.
Wê kêliyê min sed carî xwe kuşt, ji xwe nefret kir, min bêdengî kir para axaftinên bêsûd û bi heyecana lêborînê we hembêz kir û min got: Şehîd Namirin. Lê min jibîr kir ku beriya ez bi wî zarokî re biaxvim sed carî li çavên wî binêrim û fêm bikim ku êşa şehadetê di çavan de diçirûse..
Erê………….Bersiva hemî Pirsên şoreşê di çavên zarokên Kobanê de ye.
ُEv gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (60) de hatiye weşandin.1.3.2017