Bêgoman dibe ku Kurd di vê qonaxê de hindek mafan bi dest bixin, lê wek serxwebûn, bilindkirina alê bi navê dewletbûnê dê xewn be. Li ser ku merc û derfetên zêrîn hene di vê serdemê de û Kurd bi navê xwe beşdarî Civînên navnetewî bibin, lê berjwendiyên partîtî û neserxwebûna wan, vê qonaxa zêrîn ji destê miletê Kurd direvînin.
Ev rastiyeke; di dîroka miletê Kurd de ” çi berî zayînê, çi piştî zayînê) Kurdan tucarî di warê leşkerî de wenda nekiriye. Eger bi hûr û kûr û bi şêwazeke diyalektîk û di çarçoveya zanista siyasî de duh û îro bi hev ve bê girêdan û şîrovekirin, wê xuya bibe ku Kurdan berdewam di siyasetê de wenda kirine.
Îro ev rewş xwe dubare dike. Li Rojavayê Kurdistanê, artêşeke xwe bi hêz heye (YPG û YPJ) bi dehan destanên serkeftinê nivîsîne. Li Başurê Kurdistanê Pêşmergê Rojava hene ku di şerê li dijî rêxistina terorîst a Daîş’ê de bûne xwedî ezmûn, lê di warê siyasî de ku çarenûsa miletê Kurd bînin ziman di bin yek banî de, nînin.
Pir dengî heye, parastina kursiyan, parastina partiyan, ne li gorî berjwendiya Rojavayê Kurdistanê tevger heye, ev yek jî di riya pêkanîna çarenûsa miletê Kurd de xala herî lewaz e.Bi navekî din ev têkçûn e.
Bêgoman dibe ku Kurd di vê qonaxê de hindek mafan bi dest bixin, lê wek serxwebûn, bilindkirina alê bi navê dewletbûnê dê xewn be. Li ser ku merc û derfetên zêrîn hene di vê serdemê de û Kurd bi navê xwe beşdarî Civînên navnetewî bibin, lê berjwendiyên partîtî û neserxwebûna wan, vê qonaxa zêrîn ji destê miletê Kurd direvînin.
Divê were dîtin û were gotin, dewletên weke Amerîka, Rûsiya, Tirkiyê, Îran û rêjîma Suriyê biryara werdigirin ne ku partiyên Kurdan. Anko Kurd hêj nebûne xwedî siyaset ku nûnertiya xwe bikin. Ev dewletên navborî jî, mifayê ji neyekbûna partiyên Kurdan dibînin û li gorî berjwendiyên xwe, hespê xwe li Suriyê didin bezandin.
Lewma jî, dema Civînên navnetewî (civînên Cinêf hwd.) têne lidarxistin, Kurd weke Kurd nayêne vexwestin û beşdarkirin. Kesên beşdar jî dibin di bin baskên dewleta Tirk, Rûsiya, Sûriya û Amerîka de ne. Çima? Ji ber ku PYD û PDKS’ê, TEV-DEM û ENKES’ê ji bo çarenivîsa Kurdên Rojava ne yek helewêst û armanc in ji bo civînên navnetewî ji bilî tawanberkirina hev bi xiyanetê. Her partiyek xwe û berjwendiyên xwe diparêze. Mixabin, rastî tehl e, lê rewş ev e û heta ev yek berdewam bike, em tucarî nikarin behsa berjewendiyên miletê Kurd di civînên navnetewî de bikin.
Gelo çare çi ye û divê çi bêkirin ku êdî Civînên weke Qesra Şîrîn, Lozan, Cinêf û hwd, li şûna parçekirin û berjewendiya ji xelkê re, êdî bibin û bikevin di bin berjewndiya miletê Kurd de?
1- Hûrbûn û kûrbûn di dîroka miletê Kurd de û bi şêwazek felsefî û zanista siyasî bi destxistina encamên rast di warê têkçûnên siyasî de.
2- Yekbûna partiyan di bin yek armancê de, ew jî çarenûsa miletê Kurd e.
3- Raman û rêxistin û armancên partiyan çi dibe bila bibe, lê ji bo civînên navnetewî pêdiviya Kurdan weke nan û av bi yek dengiyê heye.
4- Di vê qonaxa zirav û hestyar de, divê ragihandina Kurdî bi neyînî hev du reş nekin li nava qada navnetewî de ku dibe astengek li pêşîgirtina wan di beşdarbûna civînên navnetewî de.
5- Bêgoman di rewşa îro ya Rojhilata Navîn û Sûriyê de, hêza leşkerî roleke xwe ya sereke heye. Lê, eger zimanê siyasî, zimanê dîplomasî yên yekgirtî nebin, dê weke her car kar û xebata Kurdan bikeve bin xizmeta dewletan de.
ُEv gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (60) de hatiye weşandin.1.3.2017