Çand hîmê sereke ye bo avakirina civakek têgihiştî, çunkû têgiha çandê alîkariya mirovatiyê kir ku gellek pêşketinên mezin di warê zansitî û ramanî de pêk anî. Çand wekû têgih bi xwezayiya xwe avakiriye li ser kombûnê û ew her tim berdewam e, ew ne girêdayî serdemek dîrokî ye, ji ber ew paşmayiyek civakî ye û ji hemî deskeftiyên mirovatiyê re ye.
Di rewşên şer û pevçûnan de tenê çand dikare civakê ji wêranbûnê biparêze, ji ber ku çand mîna mertalekî li hember hemî hewildanên jihevxistina civakê radiweste, û her tim dibe çiraya ku rêya pêşketinê ronî dike da ku mirov girêdayî êşa xwe be.
Divaye ku rola çandê di xurtikirina têgihên mîna jiyana hevbeş û aştiya navxweyî de geştir bibe, nexasim dema ku nakokî û pevçûn di civakekê de li dar be. Ezmûneke baş aniha li ber çavan heye, ew jî ezmûna Sûrî ye, ku aniha rewşa Sûrî ya ku tê de dijî avakirî ye li ser têgihên bereyî û bihevpevçûnên di warê gotin û ramanên tund de yên ku civaka Sûryayê tev de ji xwe re kir armanc û rê li pêşiya nehezkirin û kînê vekir çaxa ku jîngehek guncaw jê re peyda kir.
Civaka Rojavayê Kurdistanê ne dûrî bandora civaka Sûrî bû, ew jî bi awayekî nêzîkî rewşa nakokiyê bû, lê asta nakokiyê cuda bû, ew jî, ji ber ku civak ber bi rewşek aramiyê ve hate meşandin. Ji bilî nakokiya siyasî û bikaranîna hindek simbolên pîroz di civaka Kurdî de bo berjewendiyên kesayetî nakokî nebû çandek di nav civakê de, çi ku hebûna sazî û rêxistinên sivîl û yên rojnamegerî û yên çand û nivîskaran nehişt ku civak bikeve bin bandora nakokiya siyasî de, tev li ku hîn jî ev sazî û rêxistin bi erkê xwe –wekû ku tê xwestin- ranebûne, lê bi roleke erênî di vê qonaxa aloz de lîstin.
Parastina çandê parastina gel e, çi ku çand hizir û bîreweriya wî gelî ye. Çaxa ku çand jî mîna zindîwerekî tekûz di nav civakê de cihê xwe bibîne dê hişyariya wê civakê jî di astek pirr pêşketî de be. Ji ber vê yekê jî gerek em bighêjin wê baweriyê ku di civaka Rojavayê Kurdistanê de gellek netewe dijîn û divaye ku çand pira van neteweyan be da ku em bikaribin rûdêmine nû bo paşeroja vê civakê destnîşan bikin, di rêya peydakirina landikekê ku bibe bingeh bo pejirandina yê dîtir û geşkirina rola çandê bo avakirina civakekê ku hîmê wê rûmeta mirov be.
Îro roj pêdivî bêhtir dibe ku rewşeke nû bo hevgihandina ramanan peyda bibe, ramanên ku dikarîbin siberojekê çêtir ava bike, ku mirov tê de hîmê sereke be, di rêya tekezkirina rola çandê re da ku bibe zimanê gotûbêjê di navbera hemû pêkhateyên civakek westayî de ku ev bi dehê salan e di bin desthiladariya nijadperest û şofînistan de bû; çanda ku her dem dixwaze bibe pira di navbera sînorên ku hîn jî mirov parçewerçe dike û wî dûrî xwezayiya wî dibe. Çi qas rola rewşenbîran di geşkirina civakê de sereke be em nikarin barê vê geşkirin gişî jî biavêjin ser milê wan, çi ku hewildanên pêşketinê bareke komî ye hemî kes divye ku tê de beşdar bin, rewşebîr, siyasetmedar, bazrigan, û karker jî.
Ev gotar di hejmara 58 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 2.2.2017