Feratê
Ey Ferata şox û şeng
dixwazim wekî te,
keç
pak
kubar bijîm
strana jiyanê bixwînîm
bibim helbest
xewikim nav,
ax û pêlên te
bêkes nemînim
bibim têleke dilopê
bikevim bin,
piyê gihayê giyana
bikevim ser,
bihara şevekê
wekî bejna te,
bê ewir
bireqisim
tenê
firîn bibe
çemê herikîna min
Ger
Ger cîhan bi meznahiya xwe
bi pehnî û dirêjahiya xwe
bi lawir, dar, çol û şînahiya xwe
bi av..
Çem, û deryayên xwe
bi lehî, dehil û rezên xwe
bi xweşiya xwe
bi nexweşya xwe
bi xweşikî, bedewî û delaliya xwe
bi pirtûk, lênûs û pênûsên xwe
bi peyv, çîrok û hevokên xwe
têra cîhana helbesta min nekiriye
gelo wê qemçên destê te ên biçûk
têra çend peyvên azad yên helbesta min bike?
pêlên Îmralî
Dawiya şevê
digerîm li peyvan
belkî bêrîkirinê heydar bike
Lewra min nezanî ku şev jî,
li nav pêlan hedana giravekê dike
Gava dengê te
Ji wê giravê hat
Mîna herikîna çemekî,
peyv û şev bi xwe re herikand
Nava giyana helbesta min
Pêlên deryayê bi hêrs in
Xewa peyvan naynê
tenê xezeba kenê me
nifiran li wê giravê dike
Sibatê
Êrîş kirin wek guran
Hawareke wêran buyî ey felek
Karwanên mêrxas û leheng çûn ey felek
Li ber qontarên jana keldumana welat
Xwestin bi bazirganiyê lehengiya me bin ax bikin ey felek
Xwestin Rojê bikin rewrewk
Ronahiyê vegerînin wek xweliya goristanan
Îro roja kêferat û berxwedanê ye
Roja cengê û serhildanê ye
Ne roja binketin û sernoşanê ye
Ev ne mirina meyî gelemperî ye
Ev xweşikbûna yek dilî ye
Ji çar dîwaran me aso anî der
Xayîz mane çiya diponijin
ka çawa sibat teqî ?
Dilên pêhlewan perestin li vejîna te
Sîtavên ronahiya te, me dorpêç dike
Her ku dipijiqe kîn, lanet dike roja tarî
Dilerizin peyv, bûne ewirên girnijînê
Derbeder kirin gelê me
Huçikên dilên me tijî nifir bûne
Weke sêwlekên şevan, digerin li mala me
Rojhilat e, birîndar e, tevzinoka axeke sor e
Cudî, kulîlkên xwe sipartiye bextê Adarê
Wê were ew roj sibat xwe berzûrî ronahiya te bike
Şerm bike ji panzdehê canê xwe
Ev roj qolinc e, û dîrok dinale
Ma qey tê çi bibêje sibatê ?
Di gewdê cîhaneke rûreş de,
werîsên bêbextiyê digerîne li me
Helbest
Helbesta ku mirovan nede kenîn
Nede girîn ..nede hizirandin
ma ew çi helbest e?
Helbesta nebêje:
Tu kî yî? ez kî me?
nebêje:
ev av e ..ev ax e …ev jiyan e …ev azadî ye.
ma ew helbest, çi ye?
Helbest , ne peyvên xemilandî ne
ne peyvên hilbijartî ne
ne jî dirêjahî û kûrtahî ne
Helbest wate ne
Helbest jiyan e
tişta wendayî vedigerîne
Ê dîlgirtî, serbest dike û tîne.
Axa Çavên Min
“Dayîka Eyşê şehîda zindî, mîna zindîbûna axa Qendîlê”
Li kîjan waran tu li min digerî?
Li nav kolanên sar û reng derewîn?
Li dora bejna avahiyên bê ax?
ne dûr im…
nêzktirîn ji awirên axê me
Pirsa min dikî?
Pirsa jineke nav xeyalên rût dikî?
Li vî warê…
Li nav mêbûna çinarên bedew…
bêhin beybûn im
Zinar û latên şewat, mitêla min in
Ji te re behsa destanê rondikan nakim
Rondik bûne ax
Axeke sor…
Avbûyîna xwe jibîr kirine
janên evîna welat
Ji wê axê dibarin
Niha.. li van van bîstikên dijwar
Nobedariya hinaseya mirin û jiyanê dikim
Li ber dengên tank û topan
Li nav bêhna bartûta mirinê
barana axa çavên xwe rêz dikim
Xwenên zarokan neqiş dikim
Zarokên pêxwas
Yên ku şûna bêhna sînga germ…
hilma napalmê vexwarin…
vexwarin.
Li nava hesretan çavên xwe nuxumandin
Hîna ez jî ew zarok im
Pîxwas im, li pêlava xwe ya wendayî digerim
digerim…digerim
Tenê jibo bîstikekê jî
axa bin piyên min
nebêje: ax… ax… ax…
Rêwî be …
Li bin barana axa çavên min
dilê xwe bişo
bila têr vexwe eşqa evîna azadiyê
Tû hîna digerî…?!
Li nav avahiyan megere
Li jora bilindahiyên xezalan me
Hîna rêving im
Warê aramiya barana axa çavên xwe bibînim
Ger tu hîna digerî…
Li solên zarokên Helebçayê digerî…
Li qêrînên kulîlkên agirê sînema Amûdê…
Li hêviyên zarokên Amedê digerî…
Li Qendîla berxwedanê…
Li Lewcê û Zergelê a birîndar digerî…
Li wan çar sêwiyên bê dê mane…
Qîr kirin.. gava firok, giyanê dayika wa bir
Eyşê jinekî can bû
Dayikeke dilovan bû
Bêrîvana kûwêstana bû
Ne şerker bû
Di şeveke bêbext…
Li nav xwînê de xatir xwest
Û şehîd çû
Ew şehîd ket, û dilên çar zarokan
Li pey xwe şehîd hêlişt
Li qîr û hawarên buhara dûwazdê adarê digerî…
Bigere ….rêwî be…
Li xwe bigere
Li axê
Li jiyanê
Li helbestê
Tê tenê nav mêbûna axa çavê min de
bibînî
Xezal
Hîna li wê derê
berî roj biçe ava
berdewama êşên dizîn
mîna xunavka rû bedew
temenê minî mayî
tu dibînî çawa?
diçe bîskê bin dara çinarka hejar
hîna jî bêhna şimamok û ember
bizrika rêwika şevê
de…were xezal
dê… were…
were û neçe paxila biyaniya
rake kavilê dilê tînî
bi xwe re rake biharekê
tê bîra te?
gava digevizin,
kenê me
ser tenûrê.
û ji destê me,
dirijî bendikê rêvînekê
tê bîra te?
libka tûwa mirî
bin awirekî zarokatî
û hîna xewa xwe
ser qelşê beşûş kolaye
de…were xezal
dê…were..
De were, û bihêle kewa hesûd
biqeşite wir
tê bîra te?
bilûra Zozanê
“HİSÊN” ê şivan
karikek li wir
yek li vir
Bilûra mirûza,
bayê sehara hênik
de… were xezal..
dê… were
Were bo nemelisim
bin rehma girêza çeqela
bo nebim goriya,
hilma celadê çavreş
bitenêbûn, dawiya evînê ye
hîna dengê te,
pey destê min e
dest jî bi xwe dakiriye
kirasê şeva dawiyê
ya dawî bû gelo?
nezanim…na…
nezanim
êhh…
de… were xezal
ê…dee … weree…
Ger tu neyî
wê werin
û bidarvekin dil
dilketiyê dîtna te me
dilsar me be,
de … were xezal
ê … de … were … were…
Ser riya gurbetê
roviya qîçkirin diran
dûcanê yek rêkê,
ketin xofa bekoyan
de … were … xezal
dê … were…
Were, bila evîn
mizginiya diyarê min be
Xweziya Min
Her dixwazim marek bim…
Xwe têr li darê welat bialînim
Her dixwazim darek bim..
Marê welat, xwe têr lê bialînin.
Penaber
Di şeveke tarî de
pekî destê min
herdû dilop
hilweşîm bi ser,
em bûn gul
Di şeveke tarî
ji ezman bezî
bû kulîlka,
xweliya min
bûme ava wî
em bûn bihar
Di şeveke tarî
bû çend çirûskê,
bingehê derya xizaniyê
bûm navê wî,
û birêketin dest pêkir
Sirûda Gunehê
Ji zemîna tevahî sirûdan
Û şewata xençeke axîn
Ji nav nûpelkê germebayê
bîrên ser rûkê mişextbûyî
Mayîn û nemana nêrgizan
xaka razayî û bêberge
Çend bi çend tarîkên
kevizgirtî man di êvarên
avisî pîç de
Ez û tu yê ku bûne
her tabloyên awarebûnê kolanan
Gundê me jî me jibîr dikin
û em bêriya xwe dikin
Her ku xerîbî ji me jêdike
Perçeyê zemîna sirûdan
em bendewarê sirûdeke dîn in
bo bide jibîrkirin
Nasnameya gunêhên me..
ُEv nivis di rojnameya Bûyerpress, hejmara (58)an de hatine weşandin.1.2.2017