Agahdarî
Hevgirtina Rewşenbirên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)ê, piştî ku bi awayekî serkeftî pêncemîn kongireya xwe li ser xaka Rojava lidarxist û bi temamî navenda xwe veguhezt hundirê welêt, niha jî roja şemiyê 25.02.2017 li Elmanyayê, li bajarê Wuppertalê, dê konferansa xwe ya şaxê Ewrupayê lidarxîne.
Bi vê daxuyaniyê em hemû rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê ku berê endamên HRRKê ne, yan jî mercên endametiyê li cem wan peyda dibin, daxwaza wan a tevlêbûnê heye û li welatên Ewrupayê dijîn agahdar dikin, ku ew dikarin bi komîta amadekar re di riya vê emailê re têkevin têkiliyê:
Bi tevlêbûna we ya yekemîn konferansa şaxê Ewrupayê ya HRRKê, ku wê di bin sernavê ” Ji bo çesipandina nasnameya rewşenbîrî” de lidarkeve, em ê kêfxweş bibin.
Komîteya Birêveber ya Şaxê Ewrupayê ya HRRKê
05.02.2017