” Jin nîvê civakê ye ” gotinek gelekî belav e û her kes dike silogan ji xwe re dema ku bi mafên jinan bang dike.
lê di hundirê her malbatekê de, di civaka me ya kurdî de tundî li dijî wî nîvê civakê tê bikaranîn, dema ku tundî tê gotin ew bi tenê lêdan tê hişê merov û ne bi tenê ew lêdana normal, lê divê ku lêdanek dijwar be û nîşana wê li ser laş hebe, lê ew tundiya ku dijî jinan tê bikaranîn gelek rengên we hene, lê mixabin di civaka me de dibe karekî normal ji mêran re û ew tundiya civakî,polîtîkîyan jî abûrî naxe di bin navê tundiyê de, ew dike mafek ji mafên mêran di jiyana rojane de çi bav û bira yan jî hevjîn beû ew tundiya ku bikar tîne dike bêhinvedaneke ji mêr re, ji ber strêsa karê wê yê ji derve ta ku hewcedariya malbata xwe bi cî bike.
gelek caran jin bi xwe dihêle ku ew tundiyê Li ser xwe bikar bîne, dema ku neaxive yan neraghîne ew tundiya li ser wê dibe, bi devgirtina wê ew dihêle ku zêdetir bibe, li ser wê herwiha li ser jinên derdora wê,lê dîsan jin dibe sedem dema ku ji biçûkaniya zarokan di hundirê Malbatê de ew cudahiyê di mêjiyên wan biçîne û gotinên civakê bi wan re rake ku gotina mêr divê ya yekem û dawî be û jin her dem bin destî wî be û di her malbatekê de divê ku serdestî di destê Mêran de be û jin ji kar û barê malê û xizmeta mêr bi tenê be û çiqas gotinên ne xweş bêje ew ji mafê wî ye û erkê jinê ye ku venegerîne ta ku tu pirsgirêkan çêneke di hundirê Malbata xwe de.
ev çand ji nifşekî derbasî nifşekî nû dibe bilî ku cîhan bi tevahî pêş dikeve ro bi ro û her roj piryarên cîhanî û peyman derdikevin derbarî vê pirsgirêkê lê jinên me ta niha bi tu peymanan nebihîstinin yê ku welatên cîhanê bi tevayî li ser her xalekî ji xalên wan peymanan bi salan dirawesti ta ku mafên van jinan biparêze.
lê mixabin ta niha belkî jinên devera me yên kurdî tuştekî nizanin li ser peymana Sîdaw ya ku ji sala 1981ê de hatiye bikaranîn û bêhtirî 186 welatî li ser îmze kirine, û di nav wan de Sûrî, ya ku li ser hin xalan îmze nekir ji ber ku dijî rawiştên ku di civakê de tê bikaranîn yan ji dijî gotinên yasayên Sûrî bûn weke xala ku digot ji mafê Jinê ye ku malekê ji xwe re hilbijêre ku tê de jiyana xwe bi tenê berdewam bike dema ku bixwaze, herwiha xala ku ji mafê Jinê ya ku regeznameya xwe bide zarokên xwe û gelek xalin dî yê ku mafên wê biparêze di her warê jiyanê de, lê jinên me çavên xwe digrin li ser van xalanû mafan û gotinên civakê dikin bengeha avakirina malbatan û bi taybet şîretên daykan ji keç û xortan re yên ku di destpêka zewacê de ne, ta ku ew gotin û çand bighêje nifşê nû û tu car winda nebe.
Tu çareserî ji pirsgirêka diyardeya tundiyê tune ji bilî zêdekirina asta têghiştiya giştî û ku jin mafên xwe bi tevayî nas bike û fêrî pemanên cîhanî bibe û kesayeta xwe ya bi tena xwe lêke ta ku miroveke rewşenbîr û serbixwe be ji ber ew civak bi tevayî ye,
dema ku ew alîkar be bi xwe re wê demê bi tenê tundî li dijî wê bê rawestin û bi dawî bibe lê ta ku ew cudahiyê dixe navbera keçan û lawan de di hundirê heman malbatê de ew tund tu car bi dawî nabe çiqas netewên yekbûyî civetê biryar û peymanan ji jinan re derxîne.
Ev gotar di hejmara 56 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 1-1-2017