Ev agahî ji devê Ebas kurê Mihemedê Mirad, ku di sala 1933an de, li gundê Şêtika jidayik bûye, û hin jêderên din di gund de hatine girtin.
Evî gundî navê xwe ji girikê Şêtika yê di gund de biriye, herweha girik jî ji giyayê (Çîtikê) ya bilind ku di çemê ku di rojhiltî gund re diherikî wergirtiye, roj bi roj nav ji (Çîtka), sivik bû ta niha bi (Şêtika) tê binavkirin.
Gundê Şêtika di navbera (1900-1903)an de ji hêla hoza “Hemka” bavekê “Hesenka” ve ava bûye û ji cîwarbûnê re amade bûye.
Di sala hezara 1960î de, ji encama Xeta Dehan, ango pirojeya “Zinara Erebî” ya nijadperist û bi mebesta Erebikrina herêma Kurdî navê gundê (Şêtika) kirine “Elyememe”.
Ji aliyê rêvebiriyê û li gor dabeşkirina hikûmetê, bi qeza Çilaxe ve girêdayî ye, lê li gor dabeşkirina Rêvebiriya Xweser bi Qeza Tirbespiyê ve hatiye girêdan, gundê Şêtika (24)km ji Çilaxe û Tirbespiyê dûr e, herweha (3)km ji sînorê Turkyê dûr e.
Sînorên wê yên xaknîgarî: Ji Rojava ve gundê Dêrûna Qulonga ye, ji Başûr ve gundê Elî Bedran û Babasî ye, ji Bakur ve gundê Etbê û sînorê Turkyê ye, ji Rojhilat ve gundê Xirabê Reş, Dêrûna Axê û gundê Qaşto ye.
Dema ku gundê Şêtika hate damezrandin, (20) malbat di damzrandinê de pişkdar bûn, lê hozên ku di gund de hene ” Basiqla, Hemeka û Seyid” in, tevî hin hozên din jî lê cîwar bûne, ji hêla niştecîbûnê ve, di heyameke aram de dijiya, berî şoreşa Sûriyê ya 2011an jimara xaniyan (43-44) xanî bû, (jimara şêniyên wê niha dora 400 kesî ye), tevî ku hin malbatan ji gund bar kir, lê malbatine din ciyê wan girtin, gundî tev de mislman in.
Gundê Şêtika bi gelek sernavên xwe navdar e, û ji hemî aliyan ve, li hêla Rojhilat gelek kanî hene ji wan” Kaniya Kera” weha hatiye binavikirin ji ber ku çêriya keran li dora wê bû, û “Kaniya Mewîjan” ew jî gundiyan mewîj li qiraxa kaniyê çêdikirin ji bo vê yekê ev nav lê haitiye kirin, û “Kaniya Hesen” li ser navê Hesen ku kanî kolaye, û yek ji damezrênerê gund e, hatiye binavkirin, li Başûrê gund û bi aliyê gundê “Elî Bedranê” de, “Kaniya Hêştir” heye, li Bakurî Rojavayî gund kevirekî kolayî heye bi (Şeharê bi Hewd) tê binavkirin, av tê de kom dibû, ji kevn de şênî û şivanan jî ji bo avdana sewalên xwe sûde jê werdigirtin, lê niha ew kevir nema ye, ev senavên xuristî ku ji serdema bav û kalan e, bihna mirov bi wan derdikeve û fireh dibe.
Ji hêla xizmetguzariyên hikûmetê ve, dibistaneke sertayî û tora bihîstokê li gund heye, lê ji hemî xizmetguzariyên din mîna riyên qîkirî…….. bê par e.
Rûbera xaka çandiniyê li gundê Şêtika (700)donim e, bi sedema serastikirna sînorê di navbera Turkyê û Sûryê de, (250)î donim jê hate parçekirin û li Erebên Mexmûrî hate belavkirin, li gorî agahiyên ku navbûrî anîne zimên, ku xaka çandiniyê bi şêweyekî dadmend têra hemî malbatan nake, ew jî ji encama ku zagona çaksaziya çandiniyê ji belavkirina pêşîn re ji sala 1960î ve ta niha weke xwe maye, lê xaka sûdewergir (الانتفاع) ku hîn hikûmet kirya wê distîne, rûbera wê (1000) donim e, di navbera Erebên Mexûrî û cotkarên gundine din de hatiye belavkirin.
Di wê rûberê de şêniyên gundê Şêtika ( Birinc, Garis, Ceh û Genim) diçandin, rezên Tirî jî pirbûn, ji encama salên ziwayî yê “salên xelayê yê”, îdî neha bi ser tunebûnê de diçin, ew cureyên çandinyê yên kevin bi Gijninj û Kemûnê hatine guhertin.
Herweha ji hêla sewalvaniyê ve, pez û dewar lê dihatin xewedîkirin, mîna hesp, hêstir, mih, çêlek, bizin û gamêşan, û çemek ji Başûrî gund ve diherikî û di Rojhilatî gund re derbas dibû, lê di van salên dawî de ziwa bûye, û ji giyayê Burdî û Çîtikê re şîngeh bû, em dikarin bêjin ku Şêtika gundekî pîroz e , ji ber ku gora (ziyareta) Mela Remezan di gund de ye.
Ji kevin de gundê Şêtika bi niştimanpeweriya xwe navdar e, bi sedema ku gelek kesayetiyên welaparêz di gund de hebûn, û xwedî dîrokeke dirêj di têkoşîn û xebatê de, bi dizî û di tariyê de cejna Newroz a netewî lê dihate vejandin.
Ji ber ku Şêtka cîran û sînordarê gundê Babasî û Dêrûna Qulinga bû, pişkdarî di bervaniya di ber Dêrûna Qulinga de kiriye, dema ku leşkerên Turkiyê êrîşê wê kirin, di encamê de efserekî Turk hate kuştin, herweha gelek zor û stem ji hêla rijêma Sûriyê ve dîtiye û ji kiryarên awarte bê par nemaye, ta vê rojê jî hîn ji yek malbatê kesin bê nasname mane (Mektûm), û navbûrî yê ku ev agahî li ser gundê Şêtika ji me re pêşkêş kirine, carekê hatiye girtin û gotinên dûrî sincên mirovatiyê dane riwê wî, tenê ji ber ku Kurd e.
Jêder: Rûpela Çarçira ya Fêsbûkê
Ev gotar di hejmara 56 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 1-1-2017