Reviyayî
ji himbêza tirsekê
ji awirên bajarekî zerhimî
û di rê de..
berî ku li giriyê xwe bilukme
di bin serê sînorekî tevizî de
tembîniyên xwe yên jikoketî veşartin.
Gavên wî
yên teqinî di xavika peyvê de
peyvên ku di paşila helbesteke nemeyayî de
bavanên bendewariyê pîne dikirin.
Reviyayî
ji sirûda xwe
ji qada xwenê
xwenên ku di destê sibeheke reben de jidayik dibûn.
Û ji nişkan ve
berî ku oxira xwe bidarve bike
rişma dengê xwe sist dikir
û ji mukrbûna xwe peya dibû:
Ez şahsiwarê êşa xwe me
tewanbarê binavkirina vê windabûnê me
û heyvanê şikestina xwe me,
lê hîn jî di gora kena xwe de
ez hestiyên dengê xwe cebar dikim
û keziyên sitrana xwe hine dikim.
Reviyayî
Ji pêçeka xwe
ji dergûşa xwewindakirinê
û hemî bendên ku di serê wî de dilîlandin,
malneketo
tu ji kê re
ji kîjan bêbextî re
vê çîrokê ditivtivînî
tu yê terqiyayî ji lehengiya xwe.
Reviyayî
ji dengvedana gavên xwe
ji pit-pita van rojên zexel
ka destê vê peyvê bigre
û were em bi hev re
weke du cêwiyan
termê vê helbestê binxumînin
bi korîma me be
em yên ku bidawî nabin.
Di 21 Avdara sala 1984 an de li bajarê Qamişlo li taxa Qedûrbegê jidayik bûye.Xwendina xwe ya seretayî li dibistana FEYSEL EHMED bidawî kiriye. Di sala 1996 an de ta sala 1999 an de li dibistana Tişrînê xwendina xwe ya navendî bidawî kiriye û ji ber hin rewşên taybet du salan dûrî xwendinê ket.
Şopên soringkirî
Ji xavika peyvê
ber bi zayîna bêrîkirinê ve
diherikin
lavijên te yên hinekrî
û min ti yezdan ji vê kêlîkê re nebijartiye.
Ji xavika peyvê
ber bi qulincên asîmanan ve
dizrin
şevên te
yên newqbûyî di kavilên çavan de.
Ji xavika peyvê
ber bi wateyên diryayî ve
henasên çengokirî
hêsirên mendalekî soring dikin
û hîn jî vedenga guleyê
mizgîniyan diporisîne.
Ji xavika peyvê
ber bi dergehê mala me ve
helbesteke
pêxwas
bi heftokan dilîze.
Şevên netebitî
Wisa min soz dabû nivîsandinê
eger çavên min ji hembêzkirina baranê biweste
û guhên min ji pit-pita rojan bireve
ez ê xwe bîn im
û di ber pişkokên sînga te re
bi qaçaxî, hinekî ji hilma memikên te birevînim
lê hîn jî tarî bidawî nebûye
ez û sîka xwe ji nû ve hev nas dikin
geh li pêşiya min rûdine û bi min re mijûl dibe
geh jî mîna zrokekî li pişt min lotikan dide.
Wisa min bêriya te kiribû
dema destên şoreşê di paşila xwînê de
li azadiyê digeriyan
û dema dengê min bi guleyekê re direviya
lê hîn jî darên zeytûnan bi bejna xwe
pakrewanan dilorînin
û çavên min yên kewijî
ji dîmenên tewş têr nebûne.
Wisa tu dihatî
dema nîgaşê min dimeya
û hemî êşên min diherikîn
te ji hemî hêlan
êrîşî min dkir.
Di destpêka sala 2oo2 an de bi şêweyekî azad xwe li zanîngehaLebanese International University tomar kir û xwendina rojnamegeriyê li wir bidawî kiriye
Di Cizbeyên herifî de
Xwêdan ji qatên eniya rûpelê diherike
û bergehên mebestan
mirêkên westanê ne
gewriyên daxdayî ne
lê kes nizane çi govend di vêlbûna birînê de diqewime.
Ez û tu misoger in
hedana giriyê me nayê
timî em ji hev dibarin
û bi tenê
di berbangan de
di nîgaşê helbestvanekî de
bi dirêjahiya çavşikestinekê
dîdara me didome.
De danişe
ji bihîstinên xwe yên bilind
ji ritima bablîsokê
û were
berî ximav
hêç bibe.
Xwêdan ji lêva pênûsê diçip-çibe
û awirên te
devgirêdanên sawê ne
pîneyên tirsê ne
lê kes nizane
ku tu di gewdeyê axê de
li damarên tûzikê
gelicî ye.
Gelo
Katjimêra te li derdora kîjan xewnê terpilî ye?
de rapelike
Ji bin qemûşika peyvê
were
û vê xezebê bawî bike.
Xwêdan ji hingilên peyvê dadwerive
û çavên te
yên kilîtkirî
mamikên oxirê ne
kalanên girî ne
lê kî dikare rêşiyên henasên te veçêre?
Kî dikare te ji cizbeya van kêlîkan rawestîne?
Di sala 2008 an de li weşanxaneya Zeman dîwana xwe ya yekemîn bi navê Gavên Windayî çap kiriye. Di sala 2010 an de li Şamê Dîwana xwe ya duyemîn bi navê Artêro çap kiriye. Di dawiya sala 2011 an de jindar bû û niha du zarokên wî hene.Li Bakurê kurdistanê li bajarokê Nisêbînê sê salan koçber ma bû.
Kobanê
Tu yê çawa pêşwaziya min bikî
li ser darbesta kîjan helbestê
oxira min werbigrî
ez yê ku di taya nivîsandinê de
bînberdana lehengekî hembêz dikim
tu ji hemî birînan delaltirî
ji hemî êşan xweşiktirî
tu ya tivtivandî di xemla berxwedanê de.
Kobanê
lîlandina ku berî guleyê dihrike
guliyên ku di bin siya barûdê de diçirisin
û dayikên ku bi tîna kezeba xwe
nanê serkeftinê dipêjin
ev hemî tabloyên te ne
yên pirtikandî bi tiliyên yezdanan
û hîn jî tu xwe diyarî mirinê dikî
dikenî
û ji kenê te bêrîkirin dadweşe
bêrîkirina axê ji şopa zarokekî re.
Kobanê
xeftanê kokirî di kevanê sitranên te de
huçikên girêdayî bi qundaxên tivingan ve
û rêşiyên ku dibine agir di şevên te de
ev hemî xelatên te ne
bîna giriyê dayikan ji wan tê
û dem ji sînorê peyvê vedikşe
lê hîn jî
di guvaştina xwe de teqinî me.
Nihali Elmaniyayê Li Bajarê Solingen dijî. Ji bilî Zimanê Kurdî,Erebî ew bi zimanê Tirkî û Elmanî jî diaxive
Her sibeh
pêçeka helbestê
li ser têla ramanan radixim
li bendî ku bayê dilê te
ji henasên şevan rizgar bibe.
Her sibeh
pirsên xwe di çavên zarokekî de vedişêrim
rişma rewanê xwe sist dikim
û yekser
berî ku girî di çavên te de
jidayik bibe
xwe ji banê dîmenê wer dikim.
Her sibeh
xwazgîniyên tenêtiya min
bi min re
di tabloya jiyanê de
termên hevokan dinjinînin.
Her sibeh
û berî ku ji xatirxwestina sibeheke din riha bibim
ji welatê xwe re diçim SICÛDÊ
FATIHEYKÊ li ser giyanê helbesta xwe dixwînim
û bi lez
berî ku ronî şikestinên xwe cebar bike
hêdî … hêdî
ji xwe vedikşim.
Tenê bihêlin ev sal bêyî min derbas bibe
Her kes ji me carnan xayiz dibe,
nema tiştek di wê kêlîkê de dilebite
û bi tenê tu ji xwe re dibêjî ku ez ne li vir bûm.
Ji nişkan ve yê li kêleka te nebedî dibe,
wisa jî ji neçarî tu pirsa xwe dadqurtînî.
Lê hîn jî ew pirs di hinavê te de kêferatê dike,
hewil dide ku careke din te xayiz bike,
te ji te bistîne qena tu bi tenê xwe bijî.
Di xirecira lêpirsînê de yekser tu destê xwe tavêjî çixareyê
vêdixî, dikşînî û hîn jî tu ji davên xwe yên nediyar ditirsî.
Demjimêrên cîhanê wê kêlîkê di serê te de radiwestin,
rê dibin çavên te çav dibine rê her tişt tevlîhev dibe
gêj dibî,ba di sînga te de tep-repê dike
lê kes derî jê re venake.
Hêdî hêdî tu ji lêpirsînan vedikşî
birayara mirina xwe bi destê xwe didî
lê kês dengê te nabhîze.
Destên xwe li çavên xwe dipelînî
weke ku mifteyên te ji destên te ketibin
lê bi ser wan venabî,
nagihêjî dîtinên xwe.
Dîsan ji derdora xwe dipirsî:
Kes dengê min dibhîze?
Ger henek be ji dil ji min re bibêjin!
Lê pêjina kesî nayê.
Kêlîk berfirehtir dibe
şaxên wê di damarên te re diherikin
serê te ji gewdeyê te girantir dibe
û tu ji xwe dipirsî:
Kî min radestî vê kêlîkê kir?
Dibe ez di maka xwe de bim,
lê bi qatî wê dengê dayika min bihata min.
Ez lawê kîjan bêbextiyê me?
Li nasnameya xwe digerim,
lê kes nikare min bi min bide naskirin.
Ji vê kêlîkê û bi şûn de ez ê bi tenê dengê xwe bibhîsim
dengê tik-tika dilê xwe
ew bi kur ve min bibe,
bi tenê ez ê bibim bela serê xwe.
Lêvên xwe yên ku bi pêsîra peyvan ve zeliqî ne
weke rêşiyên ji agir dihûnim,
lê ber bi kîjan mukurbûnê ve diçim
ew jî nediyar e.
Dergehekî qedexe me
newêrim xwe ji xwe re vekim
ditirsim li ber lehiya vê tenêtiyê
kakilê mêjiyê min der bibe.
Nema dikarim xwe li ber vê kewijandinê zeft bikim
lê ez hîn jî di cizbeya xwe de me,
rikberiyê bi van mizgîniyan re dikim.
Eger hun xayiz bûn,
hunê pêrgî min bibin, lê eger ez ne li wir bûm,
hun dikarin ji wan kêlîkan bipirsin,
çendîn dilê min dibijya dîtina we.
Dilê we bi min neşewite!
ji bêmicaliya vê mukurbûnê şerm nekin
tenê bihêlin ev sal bêyî min derbas bibe.
Berhemên neçapkirî:
MOHR (Helbest)
BIÇÛK BÛ (werger) şano
Jibîrkirin. Com (werger) Roman