Tendûristî û xwarin bi hev re giredayî ne. Ji ber ku tentûristî bi karbonhîdrat, proteîn, rûn (dohn), vîtamîn, av û mineralên ku ji xwarinan dertê ve girêdaye. Naxwe em dikarin bi rehetî bibejin ku tendûristî çi erênî çi neyînî bi xwedîkirina me an ku bi xwarinên me ve giredayî ye. xurtbûn an lawazbûna laşê mirov bi xwarina mirov re giredayî ye. Bi gotineke dî ji bo jiyaneke bi tendûristî û ji bo jiyaneke ku bênexweşî dibe mirov li xwarinên xwe baldar be. Her çiqas ev xwarin ji hêla karbonhîdrat, proteîn, rûn (dohn), vîtamîn, av û mineralan ve hêzeke bide mirov ji kêmbûn û zêdeyîya wan jî xisarê dide bedena mirov. Dema bedena mirov nexweş ket pê re jiyana civakî û jiyana psikolojik jî xisarê dibînê. Naxwe em dikarin bibejin ku ji bo jiyaneke civakî ya hêja dibe tendûristîyeke baş jî hebe.
Xwarin raste rast bandoreke mezin li ser tendûristiyê dike. Ji xwe ji bo jiyanê xwarin mecburî ye. Said Nurî bandora xwarinê ya li ser tenduristîye li ser navê Îbnî Sîna wiha dibejê; “Eflatûnê filozofê Îslamê, şexê bijijka, hostaye filozofa, hişmend û namdar Ebû Elî Îbn-î Sîna, tenê di nuqta tenduristîyê de; ayeta Bixun, vexun, lê belê îsraf nekin. (Suretê Eraf : 31) wuha şirove kiriye. Dibejê; zanîna tenduristîyê ez di du rêza da ber hev dikim. Bedewbûna gotinê di kurtasiyê de ye. Dema te xwar hindik bixwe, piştî ku te xwar heta çar-penç seata tiştekî nexwe.
Derman di xwarin-serfandinê de ye. Yanî biqasî ku tu dikare biserifîne bixwe. Ji nefs û aşik re tiştê herî giran û nebaş xwarin li ser xwarinê ye. Yanî ji bo bedena mirov tiştê herî nebaş heta çar-penç seat derbasnebûyî xwarin li ser xwarinê xwarine û ya ji bo tahmê xweş bi xwarinên cûrbecûr aşik tişikirine.
Bandora Xwarinê Li Ser Tevgerên Mirovan: Îbnî Xaldûn di pirtûka xwe ya navdar de li ser mijara xwarin û tevgerên mirovan diraweste. Li gorî Xaldûn xwarin bandoreke mezin li ser jiyana mirovan ya derûnî û exlaqê mirovan dike. Xaldûn mirovan dixe sê beşan.
– Mirovên ku li deverên çiya, çol û ziwa dijîn, mirovên ku li van dera dijîn zîrek, çalak, jêhatî, bitevger in. Bedena wan paqij e. Têgihiştina wan zêde ye. Ev mirov hindik dixûn û ji bo ku xwarinê bidest bixin gelekî dixebitin.
– Mirovên ku li deştên bibereket dijîn; mirovên ku li van deran dijîn ji ber ku xwarin geleke kêm dixebitin. Ev mirov qelew û teral in.
–Mirovên li bajaran dijîn, mirovên ku li van deran dijîn ji ber ku xwarinê bihesanî bidest dixin bedena wan nazik û tenik e. Bi vî awayî derûniya wan jî nazik e. Ji ber venaye ku gelê bajaran bi hûnerê ve daketîne.
Li gorî van tesbîtên Xaldûn kurd dikevin asta yekemîn de. Ji ber ku kurd bi taybetî çîyayî ne bedena kurdan jidahî ye, zîrek û xebatkar in. Ji ber ku bedena wan saxlem û hişk e ev bandorê li exlaqê kurdan jî dike.
Ev gotar di hejmara 56 an ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 1-1-2017